2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Adnan Sütçü
 
Divê mirov car caran dilê xwe li ser zmên bigêrîne.
2020-07-31 18:56
Adnan Sütçü
Divê mirov car caran dilê xwe li ser zmên bigêrîne. Divê mirov pak be rast be û qenc be. Ne wisa ye.? Bila meriv bikaribe vekirî tiştên ji dil eşkere bike. Alman dibêjin” Herz auf der Zunge tragen” .
Wayê çend rojin li ser medyaya sosyal nivîsa kek Arîf Sevinç ji alîye terefter û alîgirên HAK-PARe û ji alîye rêvebirên Partîyê tê niqaşkirin û nirxandin. Sedema vê nivîsê ne evê ku Kek Arîf biparêzim ji xwe ev xwe dikarê biparêzê.
Ger êndamêkî partîyê bi eşkere û ji dil va daxwaza xwe nêrînên xwe û ditînên xwe li ser rewşa partiyê ku îro tê ra derbaz dibê bînê zman ev tê wê watê ku dixwazê partî pêşkeve.
Mirov ku îro li kar û xebatên hemû partîyen eşkerê mezê dike herkes bi awakî karê xwe dimeşîne. Gor dezgeh û îmkanên xwe. Ême dizanin dezgeh û îmkanên me kut in. Lê kadr û êndamên vê partîye mirovên doza riya azadîyê nin. Him li dervayî welat û him jî li hûndîrî welat bîr û bawerîyek xurt diparêzin. Bona wê yeke jî dîtin û nêrînên kek Arîf bona serketina doza me giranbûhane. Bi niqaşên vala neherîminin. Dîsa di partiyek da dibe ku du , sê qenet hebin. Ev wê partîye dewlementir dike. Ev qenetên partiyê dijî hevdu kar nakin. Ji ber ku berjêwendiyên partiyê rê nade tu kesî ku dijî hev kar bikin. Eksî wê parçebûne. Her alî vê yekê dizanin. Loma jî li nirxandinên hevdu , rexneyên hevdu bi xoşbinî qebuldikin.
Rexnê bi du alî tê karkirin . Rexneyên ji bona hilweşandine û rexneyên ji bona ku xurttirîn avabûnê. Heval û dostên nivîsa kek Arif ku xwendine dibînin ku mabesta nivîse ji bona xurtbûna partiyeyê.
Elbet hevalên me dizanin rexne çiyê, nêrîn û dîtin çîye . Bila min biborînin. Lê rê nedin ev xêrnexazên partiya me çi li hûndir çi li derva. Keda me herkesî kêm zêde di vî karî da heye. Heyfê ku hevalên me ku di vê tekoşînê da rû spîkirine bikevin qirika hevdu û keda bi hezaran kesî pûç û vala bikin.
Daxwazya min dawîye eve ku roj kî pêştir dest bikar be. Bikaribin li kûçê û kolanên Amedê û bajarên din da di nav gêl da kar bikin . Bijî HAK-PAR.
Êndame komîta revêbirina HAK-PAR Avrupa
Adnan Sütçü.
Print