2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Siwarên rojhilat bê dewlet in
2020-08-20 19:53
Bawerê Omerî

Bawerê Omerî
Di dîroka rojhilata navîn û rojhilat û Afrîqiya û Ewropayê de, navê miletê Kurd li ser hîm û çiya û di nav rûpelên zêrîn de bi mêranî û qehremanî hatiye kolan û nivîsandin û tomarkirin.
Hemû miletên ku êrîş tanîn ser Kurdistanê, li ser berxwedan û berevanî û mêranî û feraseta şervanên Kurd pirtûk çap kirine.
Miletê Kurd dixwest timî li ser xaka welatê xwe azad bijî. Lê dema dagirker dihatin welatê wî wêran û talan bikin, wê demê ji bêçarî li berxwe dida û welatê xwe ji dest dijminan bi gernasî û mêrxasiya xwe diparast.
Şervanên Kurd di şer de pir şehreza ne û xwedî ezmûnên pir in, bihna wan gelekî fireh e, dikarin sed û salekê şer bikin, berevaniyê li welatê xwe bikin û tola xwe ji dijminê xwe bistînin.
Gelek nivîsvan û helbestvan û dengbêjan serpêhatî û destan li ser qehremanî û mêraniya vî miletî nivîsîne û stran gotine.
Ji lewra ji zû ve miletê Kurd li cîhanê bi navê “siwarên rojhilatê” hatibûn naskirin.
Di vê sedsalê de hîn jî berpirs û serûk û mezinên li cîhanê ji mêrxasî û qehremaniya keç û xortên Kurd mat mayî mane.
Di sedsala bîsta de dema du dewletên sermayedar hemû dewletên li cîhanê damezirandin, wê demê bi dijwarî berên xwe dan miletê Kurd û welatê wî “Kurdistan” di nav pênc dewletan de perçe kirin, û di roja îro de di nav heft dewletan de hatiye perçe kirin. Herweha di destpêka sedsala bîsta de li Sûriyê û Îran û paşê li Tirkiyê û Iraqê û Ezerbeycanê hinek bi netewa xwe Kurd dikirin serûk û berpirsên desthilatê.

Lê cardî Kurd bê dewlet dihişitin.
Xuya ye, ku dezgeh û dewletên sermayedar û hevalbendên wan li cîhanê îro jî naxwazin alîkariya miletê Kurd bikin, ji bo dewleta xwe damezirînin.
Hîn jî bi çavên dijminatiyê li maf û pirsa Kurd û Kurdistanê dinêrin. Ew dizanin ku di nav pirê van dewletê cîhanê de kêm gernas û mêrxas mîna keç û xortên Kurdan hene. Herweha dizanin jî ku dewletin hene ji heyştê salî ve serbixwene û hîn jî nikarin gund û bajarên xwe xweş bikin.
Her çend salekî dewletên sermayedar şerekî li cîhanê û bi taybet li rojhilata navîn û Kurdistanê derdixin,
Piştî projeyên wî şerî datînin, di rêya dezgeh û saziyên navdewletî de wî şerî rewa dikin û paşê amadekariyên heyberî û rêzberî jêre dikin.
Ji bedbextiya miletê Kurd e, ku timî welatê wî yê dewlemend toşî wan şeran dibe. Ew jî ji neçarî bi mêranî û gernasî berevaniyê li xwe û xaka xwe dike.
Lê di dawiya de bê maf û berhem ji nav wan şeran derdikeve. Û careke din Xaka welatê wî bi pêlavên
leşker û cendirmeyên dagirker û dijminan têt binpêkirin. Tenê mêranî û nîşan û navê “siwarên rojhilat” jêre dimîne.
Ji lewra gelek caran desthilatdarên li cîhanê qerf û tinaziyên xwe bi vî miletê gernas dikin, û jêre dibêjin:”Tu di şeran de mêr î, lê di rêzaniyê de bê hiş î û qelsemêr î.”
Bi nerîna min, gerek e siwarên rojhilat têkiliyan bi dost û hevalbendên xwe re li cîhanê bi hêz bikin. Nema qîma xwe bi bindestiyê bînin. Pêwist e zordariya dagirkerên welatê xwe jî bi dawî bînin û xwe ji serxwebûn û avakirina dewleta Kurdistanê re amade bikin. Ji bo ew tekoşîn û berevanî û gernasiya wan di paşerojê de mîna

berê badilhewa neçe, taku rojekê were û xelkên li cîhanê
bibêjin:”Siwarên rojhilat in û xwedî dewlet in jî.”
Bawere-Omeri@hotmail.com
13.08.2020 z - 2720 k

Print