2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Rêzanvanî bi kar e, ne bi axaftinê tenê ye
2020-12-26 00:43
Bawerê Omerî
Dema mirov vê bêjeya „Rêzanvaniyê“ şirove bike, gelek wateyên cûr bi cûr têde dibîne. Ji lewra hinek pispor û lêkolîner wê bi wateya zanistî û hunerê didin nasîn, û hinek zanyar wê bi hunera şiyanê didin nasîn, hineke din wê bi wateya derewan didin nasîn, gelek kes jî tênagihêjin bê hozanî û wateya wê ya bingehîn çî ye? Lê ew bawer dikin, ku aliyek ji cadûbaziyê tê de heye.

Helbet mirovê, ku li mala xwe rûniştî be û ti armancên wî di jiyanê de nebe û ti karî di nav civakê û miletê xwe de neke. Ew bi axaftinê tenê nikare bibe rêzanvan.

Mirovê, ku li dibistan û zanîngehên bilind xwendiye û ti piroje û armancên wî di jiyanê de nebe û ti kar di nav civakê û miletê xwe de nekiribe. Ew bi gazin û lavelav û rexne û axaftinê tenê di mala xwe de nikare bibe rêzanvan.

Mirovê, ku helbestek û gotarek û pirtûkek nivîsiye û ti kar di nav civakê û miletê xwe de nekiribe, Ew bi axaftin û nivîsandin û şirovekirinê tenê nikare bibe rêzanvan.

Mirovê, ku di dilê xwe tenê de dibêje:”Ez welatparêz im.” û ti piroje û armancên wî di jiyanê de nebin û ezmûna wî di têkiliyên nav civakê û milet de tunebe. Ew bi axaftinê û welatparêziya xwe tenê nikare bibe rêzanvan.

Mirovê, ku bi dehê salan endamê partiyekê be, û ezmûna wî di têkiliyên nav civakê û milet de tunebe, û berhemên wî yên nivîsandî ji nifşên nû re tunebe. Ew bi axaftinê û karê xwe yê rêxistinî tenê nikare bibe rêzanvan.

Mirovê, ku di dezgeh û komeleyekê de endam be, û ezmûna wî di têkiliyên nav civakê û milet de tunebe. Ew bi axaftin û çalakiyekê tenê nikare bibe rêzanvan.



Mirovê, ku piçek pereyên wî çêbûne û bûye xwediyê avahiyeke bilind û xweşik û wî ti kar di nav civakê û miletê xwe de nekiriye. Ew bi axaftin û quretî û malê xwe tenê nikare bibe rêzanvan.

Serûkê êlekê, ku wî ti kar di nav civakê û miletê xwe de nekiribe û bê piroje û armanc be. Ew bi axaftin û quretiyê û zordariyê tenê nikare bibe rêzanvan.

Mirovekî nexwendî û ser mezin û simbêl boq û bê ezmûn, ku wî ti kar di nav civakê û miletê xwe de nekiribe. Ew bi axaftin û dengê bilind û zirta û fortan tenê nikare bibe rêzanvan.

Xanimeke bedew û sipehî û bê ezmûn, ku wê ti kar di nav civakê û miletê xwe de nekiribe. Ew bi axaftinên nerm û nazik û lêvên şîrîn tenê nikare bibe rêzanvan.

Mirovê nikarbe rêzaniyê bike û hewil dide karekî ji civak û miletê xwe re bike, ew tenê mirovekî çalakvan e.

Ew jî dibe ku çalakvanekî welatparêz be, ya jî ne welatparêz be.

Dema mirovek baş ji rewşa civakê û abûriyê- û pilanên avakirinê û parastinê- û têkiliyên nav êl û malbat û milet û dewletan têbighêje û di wan têkiliyan de bibe pispor û xwedî ezmûneke dûr û dirêj, ligel çalakî û welatparêzî û huner û mêranî û merdbûn û zanebûna wî di nivîsandin û lêkolîn û xwendinê de- û bi çavên dûrbînî kêşe û qeyran û aloziyên şer û aştiyê, ewlehî û lêşkeriyê çareser bike, wê demê mirov dikare bibêje, ku ev mirov dikare rêveberiya civakê û miletê xwe bike û dikare jî dewletekê û ta sed dewletî jî ava bike. Wê demê tenê rêzanvanî li bejna wî têt .

Ev taybetmendîyên li jor li cem hemû kesan tunene.

Ji lewra mirovên dikarin û dizanin rêzanvaniyê di nav civak û miletan de bikin, pir kêm in.

Di nav hemû miletan de mirovên “Rêzanvan” toşî rexne û riswakirin û pirs û kuştin û girtinê û revê dibin, ji ber ku ew di ber kêşe û nakokiyên di nav milet û dewletê de hene berpirsiyar in, ji erkê wan e jî dadmend bin û çareseriyan ji hemû kêşe û qeyranan re bibînin, û rewşa abûrî û rêzanî û mafên hevwelatiyan di dewlet û dezgehanên xwe de xweştir bikinû biparêzin. Ango dema ew dikevin nav rêzaniyê de barên wan pir giran dibin.

Helbet ji bilî mirovên rêzanvan her kes nikare rahêje vî barî.

Di pêvajoya gelek rawestgehên dîrokê de mirovên rêzanvan pirê caran ketine rewşên lawaz û astengiyan de, û ji ber rêzanvanî karê wan e, divabûn deriyekî ji bo derbaskirina wan astengiyan bibînin. Gelek caran bi jîrî û zanebûn û serbilindî bûne rizgarkarên miletên xwe, û carinan jî bi rûniştin û hevdîtinekê û kişandina çixareyekê û vexwarina peyalek mey û çayê û qahwê mafên miletê xwe ji nav dest û pençeyên dijber û dijminên xwe derxistine.

Print