2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Kurdek li Ewropayê û yekî Ewropayî li Emerîkayê
2021-02-23 21:29
Bawerê Omerî
Carekê ji caran Kurdekî parsek û bê dewlet çûbû dewletekê li Ewropayê û bi penaberî li wir dijiya.

Piştî neh deh salan têr qehr û merez û sêfilî û azarî dît, dawî di bixêrîka xwaringeheke biçûk de û li gundekî biçûk karek ji xwe re dît, ew jî şûştin û paqijkirina tepsik, qazan, kevçî, çetel, berdavik û peyalan bû, carinan destavxane jî dişûştin û paqij dikir.

Wî pir ji xwe bawer dikir, ku ew ji pişt wî karî bûye xwedî pere û bûye dewlemendekî pir mezin di nav Kurda û Ewropiyan de.

Gelek caran li xwe dinêrî, ku ew li vir e û Xelîfê li Bexdê ye.

Lê belengazo ne sermayedariya wî ya diravî û ne jî ya civakî hebû.

Wî bixwe ji bîr kiribû, ku bav û bapîrên me ji berê de gotine:”Bi nanekî nabe nandar û bi malekê nabe maldar.”

Mizgîniyeke xêrê bû, dema me dibihîst ku yekî Kurd bûye xwedî pere û abûriya wî baş bûye.

Bû dewlenemd pir baş bû, lê parseko bê dewlet û pirensîp bû.

Wî zû ji bîr kiribû, ku ew penaberek e, û buhayê wî li biyaniyê ji qûnçika çixareyekê jî erzantir e.

Carinan mirov ji xwe fedî dikir li yên mîna wî guhdar bike.

Hayê wî ne ji rewş û pergala civak û tevgera miletê wî hebû, û ne jî ji rewşa rêzanî, rewşenbîrî, zanistî û guhertinên li cîhanê tevî hebû.

Ew bibû yekî naskirî bi sersamî û nezaniya xwe di nav civata kurdî û Ewropayî de.

Ji ber ku du kaxezên dolaran di bêrîka xwe de dîtibû, bibû bilbilê nav civatan, nema li kesî guhdar dikir, kî jê bixeyidiya ne xema wî bû. Wî ticarî nedipirsî bê çima filankes jê xeyidiye, nirxê ti kesî li cem wî tunebû, bi dengê bilind dipeyivî, nerîna ti kesî nedipejirand, rastbaya, şaşbaya ji nerîna xwe danediket, heya bi difra xwe nema rêz li xwedî û heval û dostêt xwe jî digirt. Ji ber ku di raman û dilê xwe de pir kêm û nexweş bû, vêca dixwest bi kinc û du dolarên di bêrîka xwe de wan kêmanî û nexweşiyên xwe veşêre.

Dema dipeyivî, mirov jê bawer dikir, ku ew mîna pisporekî xwe dide pêşkêşkirin û bûye xwediyê Ewropayê, û kesek mîna wî tênegihijtiye bê çawa ev sîstema demoqrat li hinek dewletên Ewropayê hatiye danîn, û wî bi destêt xwe gund û bajar û zeviyên Ewropayê avakirine û çandine û hemû yên wî û bavê ne, û desthilatdariyê li nêzîka çil dewletên Ewropayî dike.

Wî ji xwe bawer dikir, ku hemû kes jê razî ne û hewcedarî wî ne, û neçarin lê guhdar bikin û rêze jî lê bigrin, ji ber ku hinek pereyên wî çêbibûn. Duh ne welatparêz bû, lê îro bûye bavê welatparêziyê. Ew bibû mîna wan Kurdên bibûn endam di partiya Ela,is de li Sûriyê û Îraqê, Pêncî salî netew û ziman û Kurdistan û miletê Kurd ji bîr kiribûn, lê niha wan xwe kirine bavê netewa Kurd.

Dawî rojek bi ser de hat, ku xwedî û heval û dostêt wî hemiyan dev jê berdan û nema silav lê dikirin.

Heya baş di nav civatê de bê nirx bû, paşê wî ji xwe fedî dikir, ku bête nav civatan û wek berê rê nede ti kesî û bi wan du dolaran xwe di ser hemû mirovên ji wî çêtir û çaktir û zanatir re bibîne.

Beriya çarsed û pêncî salî çend malbatên ewropayî mîna wî Kurdê parsek ji birçîna çûbûn welatê Hindiyên sor li beja Emerîkayê. Ew welat bi zorê dagerkirin, bi sed hezaran ji Hindiyên sor kuştin, welatê wan talan kirin, bi milyonên tona zêr û zîv ji wir dizîn û birin Ewropayê.

Neviyên wan malbatan hemû bûn xwedî pere.

Hêzên leşkerî û abûrî û sermayedariyeke pir bi hêz li wir avakirin, ew bej û welat hemû li hev parvekirin û her yek navek lêkirin û kirin dewletên nûjen.

Di destpêka sedsala bîst û yekê de yek ji neviyên wan malbatan bi hêza pereyên xwe û bi piştgiriya pereyên gelek dewletên li cîhanê bû serûkê dewletên yekbûyî yên Emerîkayê.

Wî bawer dikir, ku wê xelk ji bo wan pereyên wî rêzê lê bigrin û berdestiyê jêre bikin.

Ew di karê civakî û rêzanvaniyê de ne pispor û şehreza bû. Ji ber kiryarên wî di hundir û derveyî Emerîkayê de gelek welat û milet û dewlet wêran bûn, têkiliyên Emerîkayê (Ji bilî Birîtaniya, Isra,îlê, Urûs, Çînê, Tirkyeyê, Eyran û çend dewletên erebî) bi hemû dewletên din re têk bir, û bi taybet cûdabûneke pir mezin xiste nav hevwelatiyên Emerîkayê de.

Wî gelek caran tinaziyên xwe bi heval û mêvan û milet û serûk û dewletan dikir.

Wî nikarîbû heval û dostan ji xwe û dewleta Emerîkayê re jî çêbike. Qaşo bawermend bû û her heftiyê carekê bi bawermendên wek xwe re limêj dikir, dawî derket, ku ew mîna dêwekî beradayî dixwaze vê cîhanê wêran bike. Mafên mirovan li cem wî mîna kirîn û firotina koleyan bû.

Wî ew Emerîka mezin û bi hêz pir biçûk kir û kire mîna komeke tundrew li hember komikên çekdar li cîhanê.

Wî xwe û dewleta Emerîka bi hêz kire mîna polîsekî û pasvanekî û dizên zêr û betrolê li cîhanê.

Wî ew Emerîka mezin û bi hêz kire mîna komek ji mafyaya cîhanî. Wî eşkere û bi dengê biling li ser alavên ragihandinê weha digote berpirsên dewletan:”Pera nedin min / me, ez / em we naparêzin.”

Rast e dibêjin, dema mirov bê sermayedar be û ew û malbata xwe birçî bin, ji mafê wî yê rewa ye, ku bibe xwedî pere û abûriya xwe baştir bike û xwe û zarokên têr bike, û heya ji mafê wî ye jî ji bo daxwaz û pirsa xwe berxwedanê û şer jî bike.

Lê dema bibe xwedî pere û zikê xwe têr bike û tiştek jê kêm tunebe, wê demê çima dezgehan avanake û miletê xwe naparêze û dawî li mala xwe rûnanê û dev ji xelkê û dewletan bernade? Kurd ji wan kesan re dibêjin”Filankeso tişt jê kêm tunebû, lê dev ji xwe berneda û kulibî bû.”

Tevî fort û zirt û fişarên wî li dijî dewletan û kesayetiyên berpirs di dezgehên navdewletî de li ser lihevragihandina civakî, wî ji tirsa pereyên xwe newêrabû Emerîkayê têxe nav şerekî de li dijî rejîmeke diktator li cîhanê.

Tenê karê wî ew bû, ku leşkerên xwe li dijî komikên biçûk yên tundrew û çekdar bi kar bîne.

ji ber wê yekê jî piştî baş ji ser xwe çûbû, gelek hevalbend û dost û dewletan têkiliyên xwe pêre birîn, û nerînên xwe di derbarê wî de guhertin.

Wî û zave û keçika xwe di semînaran de weha digotin:”Em bi mafê jinan re ne, û bi serbestiya bazirganiyê re ne, û bi pêşketina dezgehan re ne li cîhanê.” Di eynî demê de wan û dezgehên xwe yên demoqrat destûr dabûn rejîma Tirk û Eyran û Iraq û Sûriyê û Ermîniya û Ezerbeycanê ku Kurdistanê dagir bikin û hemû mafên miletê Kurd bin pê bikin.

Di axaftinên xwe de dewleta Emerîkayê dikir bav û xwedanê hemû ademîzad û dewletên li cîhanê, carekê di derbarê nakokî û şerê di navbera Kurd û rejîmên Tirk de weha digot:” Em nikarin ji niha û heya sed salên din xwe bi şerê navbera Kurd û Tirkiyê de mijûlin bikin.” Ew ê xwe dikir bav û xwedanê hemû ademîzadan gerekbû bigota, ez ê van nakokî û şerên di navbera herdu aliyan de rawestînim û çareseriyeke rêzanî ji pirsa kurdî re li heft perçeyên Kurdistanê deynim, wî bê fedî revî revî xwe ji ber vê pirsê dida alî û nikarîbû gavekê tenê jî di vê babetê de bavêje.

Ji lewra ji ber durûtî û kiryarên wî dema helbijartina serûkatiyê di dawiya sala 2020 a de li Emerîkayê dest pêkir, pirên milet dengê xwe nedanê û ew ji meydana kar revî revî reviya.

Wî xwest jî ku ew demoqratiya li ser astê desthilatdariyê li dewletên yekbûyî yên Emerîkayê heye, têk bibe, û bi hewildaneke tirsok berê alîgirên xwe da koçaka sipî û di encamê de gelek kuştî û birîndar bûn qurbana wî kêmpisporî û kêmşehrezayî, dawî welatê xwe kire pêkenokek di nav cîhanê de, û bi wê nezanî û payebûn û pereyên xwe nikarîbû bibe pêşengek ji miletê xwe re jî.

Wî di heyama çara salan de serkeftinek tenê bi dest xist, ew jî parastina rejîma Elba,is li Sûriyeyê, rejîma mele û Ayatulahan li Eyranê, rejîm û şahinşahiya Osmanî û Biraderên Musilmanan li Tirkiyê, dewleta Birîtaniya, rejîma Urûs û Çîn û Isara,îl û çend dewletên erebî bû, herewha avakirina dîwarekî di nav heft perçeyên Kurdistanê de û yekî din di nav DYE û dewleta Meksîk de bû.

Bi rastî, yên ku alîkariya wî kirin ji bo ew bighêje posta serûkatiya DYE ew dewlet û rejîm bûn. Û bi alîkariya wan, ew ê çav sor û por zer bi dest û lingan ket nav pirik û çirava nakokiyan de - û astê wî li cîhanê pir bê nirx û nizim kirin.

Gelek caran hatiye gotin, ku gerek e yên belengaz û reben nebin xwedî pere, û bi taybet, yên ku bê pirensîp bin.

Vêca ew ê Kurd û ev ê Ewropayî herdu jî, ne yên ku bibana xwedî pere, ji ber ku bê pirensîp bûn û zû tuxumê xwe ji bîr kiribûn û dev ji rêzdariya xwe û ya xelkê berdabûn û ji ser xwe çûbûn.

Ew herdu jî ne hêjabûn, ku bi du dolarên di bêrîkên wan de bighêjin wê asta bilind di nav civat û dewletan de, ew cih ne cihê wan bû, ziyana wan ji qenciyên wan pirtir bû, gerekbû li cihekî bimana, yê ku bav û bavpîran me ji berê de li ser wan weha gotine :”Feqîr û jar mîna par û pêrar.”

Bawere-Omeri@hotmail.com
Print