2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Haluk Agrîn
 
EM OLOF PALME JI BÎR NAKIN
2021-02-28 23:09
Haluk Agrîn


OLOF PALME di dewra Şerê Sar da yekem rêberekî dewletî bû ku digot ‘’Kurd neteweyek in, Kurdistan dikaribû di dewra Şerê cîhanê ê yekem de bibûya dewlet. Lê siyaseta îngîlazan a împeryal bû sebeb ku gelê kurd ketin vî halî. Ew nebûna niha Kurdistaneke me dê hebûya’’ Olof Palme.

Palme 35 sal berê 1986/28ê sibatê, li ser cadeyeke Stokholmê hat kuştin. Destpêkê de kuştina wî xistin ser stûyê kurdan. Daxwaza dewletên dagirke bi cî hat! PKK li derveyî welat jî bi kêrî wan û dijminên Palme hatibû. Çi bû bi kurdan bû. Dostekî kurdan ê mezin serokê partiya Sosyal Demokratan û serokwezîrê Swêdê ji meydanê hildabûn. Bi zanebûn avîtibûn stuyê kurdan. Lê kesên intellektuel, demokrat û hetta piranıya swêdîyan tu mane nedidan wê fikrê ku kurd dostekî xwe yê herî mezin bikujin. Bi mehekî kuştina Palme, PKKê dewleta Swêd dijmin elamkiribû. Rojnameya SVD manşet avêtibû. Zemîn hatibû hazirkirin ji bo ku bavêjin stuyê kurdan (di rûyê PKK de).

Ne tenê gotina ‘’Kurd neteweyek in’’ yan jî gotina ‘’siyaseta îngîlîzan a împeryal nebûya, dê niha Kurdistaneke me hebûya’’, di saya partiya wî de ji bo kurdên mihacir ên li Swêdê hin gavên gelek erênî û kêrhatî hatibûn avêtin. Dezgeyên kurdan ên çandî û civakî (wek Federasyona Kurdan, kovar û weşanxaneya Roja Nû û gelek weşanên kurdan ên din, bi hêsanî dikaribûn destekê wergirin. Di sala 1984 an de li taxa Tensta yekem zarokxana kurdî hat vekirin, li Xwendingeha bilind ya mamostetîyê ya li ser Zankoya Stokholmê ji bona gîhandina bi dehan mamosteyên zimanê kurdî beşa kurdî hat vekirin. Kurd çima dijminatiya dostên xwe bikin? Helbet kurdan tiştekî weha ehmeqî nekirin û nakın. Lê hinek dikarin hinek kurdan bi kar bînin ji bo xirabiya kurdan.

Em kurdên li Swêdê şahidê wê yekê ne ku, çend salên piştî kuştina Olof Palme Swêd ji gelek kurdan re bû weke îşencexaneyekê. Avêtina ser malan, komele û dezgeyên kurdan ku qet eleqa wan bi PKK re tûnebû... Êdî gelek kes ji kurdan wek çend sal berê bi serbilindî nedigotin ku ew kurd in. Zarokên piçûk li dibistanan û zarokxaneyan di bin xwe de dimîztin. Ji ber ku bi mehan nûçeyên Tv’yan behsa rêçgerîna PKK (helbet bi navê kurd) dikirin. Lê piştî demekê aqilê selim bi serket! Dostên kurdan, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar li dijî kirinên polêsên Swêd dengê xwe bilind kirin. Heta rewş hêdî-hêdî aram bû, mesele hat fêmkirin, em kurdên Swêd, heta yê Ewropayê jî bi vê leyîstikê gelek êşîyan. Dostî û camêriya hevalbendên partiya Olof Palme, demokrat û humanîstên Swêd domkir û dike.

Em Olof Palme bi rêzdarî bi bîr tînin.
Print