2021-09-23
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
ALFABE
2021-05-19 16:03
Suphi Aydın
Emê bê fêrbûna gelekî tiştan di rojekî da ev dinê ya bi bereket xatirê xwe bixwazin û herin dilovanîya xwe. Bona ku zanîn bê hed û hesêban waxtekî gelek dûr û dirêj dixwaze, lê emrê merivan jî kurte têra fêrbûna hemi tiştan nake. Lê em alfabe yê nas dikin, di dibistanê da cara ewil ji wê pirtûkê xwendin û nivîsandinê fêr dibin. Bona ku her herf ji hevdû bên veqetandin û naskirin, ji her herfê re eşaretekî çêkirine û ev sîstema hanê re alfabe dibêjin. Ango gava meriv çend herfan di ser rûpelekî da dûhev rêz bike, ev dibin peyvok û gava te çend peyvok ji dûhev rêz kir, ev jî dinbin hevok. Bi saya ev sîstemê meriv xwendin û nivîsandinê fêr dibe. Bê fêhm kirin û têgîhîştina sîstema alfabeyê tu kes nikare bixwîne û binivîse. Bona vê yekê ev alfabe bi ked û xebata nehêsan ve tên amadekirin ku zarok bi rehetî bikaribin jê bielimînin. Bona ku piştî fêrbûna sîstema alfabeyê derîyên zanînê yên nivîsî ya dinê ji zarokan re vedibin.

Xwendevanên delal, we neha dema zaroktîya xwe anî ji ber bîra xwe, ne wusa ye?

Alfabe mifteyekî bi sêhêr e û bedewtirê hemû kilîtane jî. Lewra zarokên dinê xwedîyê ev pirtûkê ne. Berê salane ku UNESCO ketîye nava xebatekî bêwestan û ev haceta pêşveçûnê di her alîyê dinê da belav dike ku, tu zarok bê xwendin – nivîsandinê li ser rûyê erdê da nemîne. Her gelên dinê mecbûrin berhemên çanda xwe bi saya pirtûkên hanê ji nifşên nû re bidin naskirinê. Lewra ji bona her netewê ev alfabe xwedîyê qedir û qîmetekî bilinde. Jiber ev sedemên jorîn çi dikin bikin, lê tucar alfabe qedexe nekin. Bona ku hûn bi qedexe kirina vê pirtûkê , ne tenê pêşveçûna cîvatê didin sekinandinê, her wusa bi karê hanê va dilê mirovan jî tar û mar dikin.

Azadî ji berê her tiştê bira ji bona alfabeyan be!

Neha jî hûnê bibêjin, ma kesekî alfabe qedexe kirîye heye, ev çi teşqeleye ev mêrik çêdike? Belê alfabeyekî hatîye qedexekirin heye û şikir tenê nimûneyekîye ji nav alfabên cîhanê da. Xwendevanên delal ev alfabe neha di nav destên min da ye û kerema xwe guh bidin ser serborîya wê pirtûkê: Nivîskarê kurd Mehmet Emîn Bozarslan herdem xwastîye ji gelê xwe re berhemên hişyarbûn û pêşveçûnê pêşkêş bike. Xên jî ev armancê qet tu mexsedê wî ya nêxêr jî tuneye. Lewra wî camêrî di sala 1968 da destana Mem û Zînê bi tevî wergera wê a tirkî çapkirîyê û hîn jî ji bona zarokên kurdan alfabeyekî amade kirîye, weşandîye. Ev herdû kitêb jî di nava bêjeya – edebîyata kurdî da xwedîyê qîmetekî bilindin. Lê divê bê gotin ku, nivîskar bi wergera pirtûka Mem û Zînê ya bi tirkî yê va fersend daye xwendevanên tirk ku, ew bikaribin wê bixwînin û bibin xwedîyê zanebûnên edebîyê di vê babetê da. Alfabe jî ji bona zarokên kurda berhemekî herî bi qîmete, ev dikarin bi saya wê zimanê xwe fêr bibin. Pêwîst bû ku meriv ji bona ev xebatê hêja û qîmet bilind nivîskar pîroz bikira, ne wusa ye?

Çi dipirsî? Wî li Dîyarbekir’ê davêjin hepsê. Mideûmumî îfadeya nivîskarê gelekî caran digre û dibêje: ‘ Ev herdû pirtûkên te weka dînamîtê ne û tu dixwazî bi weşana wan pirtûkan ve agir berdî bingeha cîvata me, ku yek zimanî, yek çandîya, yek nasnameyê pêk hatîye xirabe bikî. Ev gotinên jorîn piştî îfadeya resmî ji nivîskar re tê gotin û wî dibin Stembol’ê ku herdû pirtûk li wir hatine çapkirinê. Stembol’ê da nivîskarê me dibin ber dadgehê û dadgeh biryar dide ku ev ji hepsê were derxistin, lê ev doza kitaban jî bi salan ajot. Di sala 1974 de bi saya efekî giştî ev doza herdû pirtûkan jî ji ortê radibe.

Hûnê neha bibêjin doza alfabeya kurdan xelas bû, lê hinekî din sebir bikin û guh bidin ser serborîya alfabeya me: Piştî derketina efa giştî jî îcar abûkatê nivîskar, ji dadgehê daxwaz dike ku ev alfebeyên ku top kirine şunda bên dayin. Jixwe ev doz êdî ketîye ber efa giştîyê. Belê dadgeh ev xwasteka abûkatê bi cîh da dibîne, alfabe ku berê salan bi destê polîsan hatibûn top kirinê û hejmara wan jî qasî çend sedî bûne şunve dide nivîskarê me. Nivîskar jî ev alfaban digre û di nava xelkê da belav dike. Lê mixabin îcar jî wezîrê edlayîyê dijî biryara dadgeha bilind doz vedike û dixwaze ev alfabe dîsan werin topkirinê. Vê carê jî dadgeha bilind biryara dadgeha îdarî pûç dike, qerar dide ku nivîskar bê azad kirin, lê haceta sûcê şunve nayê dayin dibêje. Ango bi vê biryarê dadgehê va êdî rêya neşirkirina alfabeya kurdî li Tirkîyê da tê girtinê.

Çare?

Mehmet Emîn Bozarslan piştî hukma faşîst ya 12. 09.1980 ji welatê xwe direve tê Swêdê da dibe sitarvan. Welatê Swêdê da fersend dikeve destên nivîskar û ev alfabe ya xwe cara duwemînn diweşîne. Îcar ji ber çapkirina wê alfabê rojnameyên Tirkîye yê wusa nûçeyên ecêb dinivîsînin ku, meriv dibêje ma qey dawîya dinê hatîye, an jî li Swêdê da şer destpêkiriye, erdhêjekî, zelzeleyekî di wê welatê da hatîye çêkirinê. Ji we ra nimûneyekî: Rojnameya Milliyet di roja 11. 05. 1981 da wusa dinivîse: ‘ Li Swêdê Alfabeya kurdî hat weşandinê’. Lê pêwîst bû ev rojname zor û zulma dadgeha bilind ku, li ser alfabeya kurdî çêbûbû ji bona xwendevanên xwe bianîya ziman. Belê xwendevanên delal, evqas bû serborîya alfebeya kurdî.

Ev alfabe îsal di bajarê Uppsala’yê da cara çarêmîn hatîye çapkirinê û nimûneyekî wê waye nav destên min da ye. Alfabeya qedexebûyî ku, şikir li ser rûyê erdê da emsala xwe tuneye û fena hacetekî sucê bi biryara dadgeha bilind hatîye mehkûm kirin. Ev alfabeya delal ji şêst û çar rûpelan pêk tê. Ango hîn pirtûkekî zirave û hîn jî şêrekî piçûke. Ez bi dilekî bextewar rûpelên vê alfabeyê li vir û wir dibim û tînim, him jî jê ra gelekî kêyfa min tê. Ezê çawa ji wê alfabeyê hez nekim, ev alfabeya birayên mine, ya gelê kurde. Ev alfabe îsal ket bîst û pênc salîya xwe, werin em wê û nivîskarê wê pîroz bikin.

Emê hemû bi hevra salên qeşeng û bextewar bibînin.

Prof. Dr. Server Tanilli

Xwendevanên delal, min ev nivîs 21.06.1993 ji Özgür Politika yê tirkîya wê wergerandibû kurmancîyê. Min ev meqaleya Prof. Dr. Server Tanilli careka dinê ji ber çavan re derbaz kir û pêşkêşê we dikim. Hêja Server Tanilli serborîya alfabeya kurdî çiqas xweş anîye ziman. Lê mixabin ewqas sal û zeman hatin û çûn, çareyekî bi edlayî ji bona ziman, çanda kurdî nehat çêkirin. Gelo wê netewa kurd heta hetayî bimîne di nav bindestên dagirkerên welatê xwe da? Heyanê careka dinê, bimînin di nava aramî û aşitîyê da!

Print