2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
PEDEGOJÎ
2021-06-08 22:24
Suphi Aydın
Peyva pedegojî ji zimanê Yewnan hatîye girtinê, ango meriv dikare weka zanîna perwerdeyê zarokan wergerîne kurmancîyê. Ev peyv berê çend rojan ji alîyê serokê partîya Memleket Muharrem Înce va di derheqa mafê perwerdebûna zarokên kurdan hat gotinê. Muharrem Înce dibêje bi gora zanîna pedegojîyê nabe em zarok û cîwanên kurd bi kurdî perwerde bikin, ji ber ku ewê bi vê yekê va ji gelekî tiştan bêpar bimînin. Ger ew bi kurdî bixînin û bibin doktor, wê tênê di bajarê Hakarîyê da kar bikin û nekaribin werin bajarê Îzmîr ya xweşîk da bijîn û bixebitin. Sipas ji bona ev hîsên wî ku ji bona zarokên kurdan berxwe dikeve û rêya çûyîna bajarê Îzmîr’ê vekirî dihêle. Lê di eslê xwe da derdê wî tunekirina mafê zimanê dayikê ya kurdane. Gelo, gava cîwanên Tirk yê bûne doktor bixwazin bên Hakarîyê da kar bikin, wê çaxê ev pirsa ziman bê çareserkirinê? Muharrem Înce dibeje bi gora prdegojîyê ev yeka zerarê xwe ji cîwanên kurdan re heye û ev guneha dewleta xwe ku ji roja demezerandina xwe mafê perwerdebûn di zimanê dayikê da red kirîye û bi darê zorê xwastîye kurdan bihelînê, asîmîle bike înkar dike. Ez bixwe dixwazim ji Muharrem Înce yê ra sipas bikim ku ev yeka bi zanîn, an jî bi tesadûfê anîye rojevê û rayagiştî li ser vê babetê ramanên xwe eşkera dike.Lê ev gotina wî ne maqûlin û ji ber ku wî bi salan memostatî kirîye ne layiqê ev ked û xebata perwerdeya evqas sal û zemanê ye jî ev qiseyên hanê. Herçiqas ew memostayê fizîk û kîmya yê be jî pêwîste haya wî hinekî ji pedegojîya ser ziman û şexsîyeta zarok û cîwanan hebûna.

Helbet ev meseleya mafê perwerdeyê ya zimanê zikmakî gelekî caran ji alîyê hîn sîyasetmedarên tirkan bi gora berjewendîyên dewlata wan dihate rojevê û dixwastin xelkê pê gotinên xwe yên pûç û vala bixapînin. Ev meseleya mafê perwerdebûn di zimanê dayikê di destpêka salên 1990 da hatibû rojevê. Hema ji xwedîyên her cure raman sîyasetmedarên tirkîyayê di vê mijarê da bîr û bawerîyên xwe dianîn zimên. Ji wana yek jî Bedrettîn Dalan serokê şaredarîya mezin ya Stembolê bû. Wî gotibû bi zimanê kurdî roman naye nivîsîn, bira Yaşar Kemal romanekî bi kurdî binivîse, mesrefa çapa wê ez digrim ser xwe. Dîsan Bulent Arinç ji gotibû; bi kurdî wêje – edebîyat çênabe, ev zimanekî koçerane, jare, negîhiştîye wê merhaleyê. Wusa hinekî xwedîgravî zana û sîyasetmedarên tirkîyayê qiseyên xwe yên beredayî û ne maqûl di derheqa ziman û çanda kurdan de gotibûn. Helbet bersîva wan camêran jî hatin dayin, hîm jî bi hezaran berheman ku bi zazakî û kurmancîyê va di van salên dawîyê da hatine çapkirinê va. Min bi xwe jî ji ber ev gotinên pûç û vala dest bi wergera helbestên Nazim Hîkmet’ê kir û xwast bi vê xebata xwe va bersîva wan nezana bidim. Ev xebata min ya wergera helbestên Nazim Hîkmet’ê hat gîhişt wê merhaleyê ku dixwazim wan weka kitêbekî çap bikim. Ev werger ji şêstû dû helbestan pêktê, ji wan bîstûyek bi zazakî û çilûyek jî bi kurmancî hatine tercûme kirin. Hêvî dikim di demekî nêzîk da ev xebata min bigîhîje nav destên xwendevanan.

Belê xwendevanên delal wusa bi jan, berxwedan û bûyerên tehl û tirş va tijeye dema perwerdebûna me kurdan li tirkîyê da. Li vir dixwazim bûyerekî pedagojîk ji bona memoste Muharram Înce yê bînim zimên. Di pola – sinifa pêncan ya dibistanê seratayî da bavê min ez şandîbûm bajara Edene ye ku li wir hinekî tirkî fêr bibim û bikaribin xwendina xwe berdewam bikim. Lê di eslê xwe da min nedixwast ez biçim dibistanê, min gelekî caran ji dayika xwe ra digot, bavê min re bêje; ez naxwazim herim mektebê. Bavê min jî bi dengekî bilind va diqêrîya; ewê bi birçîya bimire, naçe mektebê, nikare karekî jî xwera bike, ewê bimire jî wê here mektebê. Axir ez salekî Edene yê da çûm dibîstana Tepebağ ya seretayê.

Dersdara me yeka bejin zirav û bedew bû, navê wê neha neyê bîra min. Lê her êvarê ber derîyê dibistanê da merivekî dihat ew digirt diçû, zarokan digotin ev kes destgirtîya dersdara me ye. Ezê vegerim ser pêwendî û perwerdeya xwe û ya dersdarê. Roja ewil em çûn sinifekî da rûniştin, dersdar hat em rabûn ser pîyan. Tenişta min da Mehmet lawê qîza pismamê bavêmin rûniştîbû, ew berîîya çend salan hatibû bajarê. Îcar dersdar ji hemû şagirtan navê wan pirskir, gava dor hat min ez wusa bê deng mam. Ew hêrs ket, ji min re got navê te tuneye? Wê çaxê Mehmet’ê bersîva wê da û navê min jê re got. Dersdar bi dengekî bilind va qêrîya li ser Mehmet’ê, devê wî tuneye bixwe navê xwe bibêje, ma tu abûkatê wî yî? Mehmet jî mecbûr ma û jê ra got, dersdarê min ez ne abûkatê wî me, lê ew teze hatîye bajêrê loma. Dersdar jî got, himmm.

Îcar li ev rojê şunda ez salekî li wê pola pêncanda weka mêvan dihatim dibistanê û vedigerîyam diçûm mala meta xwe Gulçîn ê. Dersdar di nava salekî da qet carekî jî ne tiştekî ji min pirs kir û ne jî min jê re got ez dixwazim tiştekî bêjim. Di dawîya salê de jî komîsyonekî bi sê dersdarên jin va hatibû çêkirin, wan me îmtîhan dikirin û gora zanîna me nota me didan. Ji wê komîsyonê de mudûre xanim ya mektebê hebû, jinekî bi qelew û xwedîyê otorîteyê bû. Yek jî dersdarê pola me bû û ya din jî dîsan jinekî xwedîyê merhamet xwiya dikir hebû ev bû. Mudûre xanim dest bi pirsan kir û kenîya, ji min re dibêje; ewladê min ji me ra kilamekî bibêje. Tabî min got, memostayê min ez nizanim kilamekî bibêjim. Mudûre xanim, kurê min, ma tu gelîn Ayşe jî nizanî? Min got na. Îcar mudûre xanim hêrs ket, vegerîya ji dersdarê min re got, te nekarîbû ev lawik fêrî kilamekî bikî? Wê jî got, ez çi bikim ji şerqê hatîye tirkî nizane. Gava ev qise hat gotinê çavên wan jinan bûbûn mezin û wan bi çavên ecêbmayî li min dinêrîyan. Wê waxtê yekî ji wan got, ev dîne çiye heyanê van salan nikare kilamekî jî bibêje. Ez tirsîyam min jixwe xwera digot vana min bavêjin tîmarxaneyê. Lewra hema di cîh da cesaretekî ket dilê min, min got, memostayên min ez dizanim kilaman bêjim, lê ne bi tirkî. Wan dîsan bi çavên gir û ecêbmayî li min nêrîyan û mudûre xanim ji min re got, ewladê min tu kîjan zimanî sitran dizanî? Tabî ditirsim ku bêjim zazakî, an jî kurmancî. Min got ez kilaman bi zimanê ku cem me da tê qisekirin dikarim bistirêm. Mudûre xanim kenîya, got, ewladê min bêjê bila bi zimanê ku ba we da tê qisekirinê be. Min wê çaxê ji wan re kilama: Lore lorê Xelîl lorê gotibû û wan careka din bi matmayî li min dinêrîyan û rûyê wan dikenîya û digotin ‘ ay ne güzel sesî var ‘ dengê wî çiqas xweşe. Lê mudûre xanim ez rehat bernedam ji min re got de ka ji me ra tercûme bike, ev kilama te çi dibêje. Min jî li wê çaxê bi gor zanîna xwe ev kilam wergerand bi tirkîya wan. Ev jinika ku min jor gotibû yeka bi merhamet bû got, wusa hîna baştir bû, lawik bû xwedîyê dîplomayê bira xwera di daîreyekî dewletê da bibe xademe. Ev gotina wê gelekî ez êşandim ji ber ku min nedixwast bibim xademe, lê li hêla dinê da ez bûbûm xwedîyê dîplomaya wan û dikaribûm vegerim gundê xwe.

Xwendevanên delal, ev pedegojîya Muharrem Înce ev gotinên jorîn dan nivîsînê, çi bêjim; serê we bixwe pedegojîya we. Heyanê careka dinê bimînin di nav aşitî û aramîyê da!





Print