2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
ŞÊX MEHDÎ
2021-09-08 15:57
Suphi Aydın
Kêrîyekî pezê me yê kavir hebû bavê min payîzê ev pez ji mexelên Şerevdînê dibir bajarê Edeneyê da difrot. Wê waxtê da min heyanê pola çar ya mekteba ewil xwendî bû û lewra dikarîbûm hesab – kitabê wê pezê çêbikim. Bavê min ji min re got; lawê min tu jî tev min were ji min re bibe alîkar di çêkirina hesabê pezê celebê da. Ez tev bavê xwe wê payizê çûm bajarê Edeneyê. Di wê zemanê da tucarên pezê celeb hemû xelkê welatê me bûn û wan pezên xwe payîzê heyva îlonê da ji mexelên çîya dianîn xwar û bi tirenê dibirin bajarê Edeneyê da difrotin qesaban. Îcar qesab jî perên wan tucaran pêşîn nedidan, lewra xwedîyê kêrîyê pezê celeb mecbûr di otelan da qasê panzdeh, bîst rojan li ser ev peran diman. Tucarên welatê me jî hemû di otêla Îboyê Cindo xelkê gundê Wer bi girêdayê qezayê Paloyê, Yenî Îstanbul Otelî yê da diman. Ber derîyê otêlêda jî hewşekî ser vekirî û gelekî mezin hebû, ev tucaran li wir ser kursîyên piçûk da rûdiniştin û domîna, daxme dileyîstin, an jî qala pezê xelkê dikirin, digotin pezê felankesê ewqas kgr derketîye felan. Wan wusa ser ev kursîyan de rûdiniştin û çaya xwe vedixwarin heyanê bû êvar. Ji wan du kesan domîna dilîstin û bîst kesan jî ser ev masayê da kom dibûn, sêyra wan dikirin. Piranîya wan merivan sal mezin û giregirên welatê me bûn, merivên xanedan û dewlemend, xwedîyê mal û milk bûn. Merivê maqûl yê xelkê me bûn, wusa qasê heyvekî li wê otêlêda ji bona pereyên pezê xwe dipan.Gava wan perên kêrîyê pezê xwe ji qesaban digirt, bi tirenê vedigerîyan diçûn malên xwe.

Di rojekî da tucar wanê hewşa otêlêda li ser kursîyan rûniştinê çayên xwe vedixwin, min dît wanê dibêjin Şêx Mehdî birayê Şêx Seîd hat. Min bi xwe heyanê ev rojê Şêx Mehdî nedîtîbû. Merivekî êxtîyar, zeyif, cil û bergên wî jî ji meriv re ecêb dihatin, şexsekî ne weka herkesê bû. Hemû tucar ber wî da rabûn ser lingan û ev hat li ser kursîyekî da rûnişt. Wan silav dan hevdû û halên hevdû pirskirin, dûre bavê min û Şêx Mehdî qala zemanê berê kirin, cemeat jî guhdarîya wan dikir. Di wê demê da Şêx Mehdî ji min nêrîya û ji bavê min pirs kir got; ew lawê kîye? Bavê min jî vegerîya jê re got; Şêxê min, ew koleyê te ye. Şêx ez ramûsam û halê min pirs kir û min jî destê wî maç kir. Şêx bavê min re got; ger îşê birarzê min tuneye bira tevî min were ez diçim nava sûkê qerebalixe êxtîyarim tenê nikarim bigerim, bira ew ji min re bibe alîkar. Bavê min Şêx re got; karekî wî tuneye, ew bin emrê tedaye. Piştî ev qiseyên bavê min, Şêx dihat hewşa otelê û min digirt em diçûn nav sûka bajarê Edeneyê da digerîyan. Sûka bajarê jî gelekî qerebalix bû, gava em li ser caddê da digerîyan çavên min tim li ser Şêx Mehdî yê da bûn. Li ser rê da şikla çûyîna wî ji meriv re gelekî xerîb dihat, li vir û wir alîyê xwe, li jor û jêrê xwe dinêrîya û wusa di ser rê da diçû. Li ser rê da destekî, an jî pîya jinekî destê wî, an jî pîyê wî biketa dengê xwe nedikir, lê gava destê mêrekî destê wî biketa, destê xwe kaş dikir û digot; ev berazê ez heram kirim. Li ser caddê da wî li ku dermanxane – eczexane bidîta diçû diket hundûrê û ez jî tev wî diçûm. Li wir wî navê dermanekî – îlacekî ji eczexanecîyê dipirsîya, wan jî ber Şêx da disekîniyan, jê re hurmet dikirin, digotin; ev derman ku hûn dipirsin cem me da tune. Tabî ez wê waxtê da zaro bûm û ev hereketên Şêx ji min re gelekî xerîb dihatin. Hîn caran min lewra bi xwe xwe dipirsî, ev Şêx dîne, çîye?

Şêx Mehdî qet nedixwast bi Tirkî qise bike, wî her waxtê da bi Zazakî, an jî bi Kurmancî qise dikir. Heta tucarekî hebû ji gundê Pişkulanê girêdayî bi qezayê Palo yê Mehmet Yildiz bû navê wî, ez jî Zaza bû. Tucarên welatê me ji wî re digotin Yildiz, wusa banê wî dikirin, Yildiz hat, Yildiz çû. Lê Şêx Mehdî jê ra digot; Astare, tenê jê re digot; Astare, navê wî yê Mehmet jî nedigot. Herweha ji eşîra Bêrtî tucar Abdullah Kantoz hebû, Şêx Mehdî ji wî re jî gelekî hez dikir û ji wî re jî digot; Xwîntoz. Di wê waxtê da gava ez û Şêx em sûka bajarê Edeneyê da digerîyan, wî ez fêrî hîn navên kurmancî kirim. Mîsal; ji îstasyona tirenê re bi Kurmancî digot; Rawestok. Navê telefonê jî bîstok bû, yê tirenê jî kakaşan bû. Şêx ji min re digot, qelem û deftera xwe derxîne û min ji te ra çi got binivîsîne. Wî digot wusa binivîse: Here bîstokê, xeber bide rawestokê, kakaşan hatîye, an jî nehatîye. Min jî ji cêba xwe qelem û defterê xwe derdixist û ev gotinên wî dinivisî, wî jî ev nivîsên min dinêrîya û dikenîya pê şa dibû, kêyfa wî dihat. Şêx Mehdî merivekî gelekî kurdperwer bû, di gundê Sabûnan bi girêdayê qezayê Paloyê melle Cûma hebû wî jî ji Şêx Mehdîyê gelekî hez dikir, qedir û qîmeta wî dizanî. Şêx Mehdî jî ji wê melle Cûmayê pir hez dikir, lê wî qet rojekî jî jê ra negot melle Cûma, timî digot; mella Yenî. Melle Cûmayê gundê Sabûnanê jî merivekî kurdperwer bû û heyanê roja mirinê jî wusa ma, wî tim xêr û yekitîya Kurdan dixwast. Ev melle Cûma jî tev Şêx Mehdî di zemanekî da hevaltî kirîye û Şêx ev melle jî fena xwe kirîbû welatperwer. Îcar melle Cûma jî fena Şêx Mehdî yê ji şêxan, mellan û axayan hez nedikir.

Şêx Mehdî ji Ereban hez nedikir, wî bi devê xwe ji min re got; ax dêrd Ûm! Min îtraz kir û jê re got, Şêxê min tu çira Hz. Omer re wusa dibêjî? Şêx li min nêrî û got; lawo tu dizanî bi fermana wî li Dîyarbekirê çend meriv hatine kuştinê? Omer û merivên xwe li Dîyarbekirê gelekî xwîn rijandine, ez ev yeka dizanim û lewra axînê dikşînim. Îcar Şêx Mehdî jî di wê waxtê da êdî bûbû kal û nexweşîya wî jî hebû. Ew ji bona nexweşîya xwe hatibû bajarê Edeneyê ku li wir here cem doktoran. Di wê zemanê da ji xelkê Sîwanê hîn kesan mala xwe anîbûn bajarê Edeneyê û li wir kar dikirin, wan kesan Şêx anîbûn mala xwe da kiribûn mêvan û ew dibirin cem doktoran. Lewra ew gelekî caran dihat hewşa otelê û ji min re digot; ( qico, wirz wi ma şên çarşû binê gurê mi est), lawo rabe em biçin çarşûyê hinekî îşê min heye. Em çûn sûka bajarê, wî ji doktorê resepta – reçeteya dermanan girtîbû. Em ketin eczexaneyê wî ev reçete raya yekî kir û tilîya xwe bir ser dermanekî got; cem we da ev îlac heye? Mêrik çû ji ser refekî ra ev pakêta dermanê anî da Şêx û gelekî jî jê ra hurmet dikin. Em ji eczexaneyê derketin, min jê pirsî, Şêx te çima ev dermana dinê jî negirt? Vegerîya ji min re got, emê wan heban jî sibê ji eczexaneyekî dinê bigrin. Wusa merivekî ecayîb bû.Gava îşê wî yê eczexaneyê hebûya dihat hewşa otelê û min tev xwe dibir nav sûka bajarê da min jê re alîkarî dikir û ew dibir ber derîyê ev malê ku têda dima û vedigerîyam dihatim otelê, ji ber ku bavê min ez temî kirîbû, Şêx êxtîyarê wî tenê nehêle.

Di rojekî da tucarên welatê me wane hewşa otelê da rûniştine me dît Abdullah Kantoz û Memed Yildiz, Şêx Mehdî kirine orta xwe û hatin nav cemeatê. Di wê rojê da cemeat jî gelekî qerebalix bû. Wan silav dan tucaran û ew jî rabûn, gotin keremkin werin rûnin, lê ev çûn ser maseyekî vala de rûniştin. Îcar tucar jî ji cîhên xwe rabûn çûn ser maseya Astare û Xwîntoz ê da kom bûn. Şêx Mehdî li wir hinekî li ser bindestîya kurdan de qise kir, lê nîvîya wan tucaran rabûn çûn li ser ev maseyê. Lê Abdullah Kantoz di wê waxtê da bi eşkera di derheqa kurdan de qise dikir û tev nedizanî tirs çiye. Lê hevalê wî Mehmet Yildiz merivekî sakîn bû. Ev herdû tucaran di wê waxtê da qatê çekan li xwe dikirin, qirawat girêdidan, fotêr jî didan ser xwe û wusa nav sûka bajarê Edeneyê da digerîyan. Ev herdû jî merivên qilafetlî bûn, xelkê bajarê Edeneyê ji dûrva wan dinêrîya û digotin kurd weha liserxwenin. Di wê rojê gava Şêx Mehdî di cemeatê da qise dikir, heyecanek Abdullah Kantoz girt û rabû piştî qiseyên Şêx gotinên xwe eşkera got. Xwîntoz digot kalikê me Kurdan Nemrûd e. Li ser ev gotina wî hinekî tucarên din jî hêrs ketin li ser masê rabûn çûn. Xwîntoz bangê ev kesan kirîbû û gotibû; neçin, neçin eger Îbrahîm Xelîlla bavê me Kurdan e, Azar bavê wî jî pismamê Nemrûd e. Hûn ji bona çi hêrs dibin û diçin? Gava Xwîntoz ev qiseyên weha dikir, Şêx Mehdî dikenîya û pê ev gotinên wî şa dibû.

Tarîxa wê rojê rind nayê bîra min, lê divêm di sala 1964 bû Şêx Mehdî qezayê Pîran ya bajarê Dîyarbekir’ê da liqa teşkîlatê ya TÎP ( Partîya Karkerên Tirkîyê ) çêkirîbû û hatibû qezayê Paloyê ku li wir jî şûbeya partîyê saz bike. Helbet kalikê wî ji xelkê Paloyê bû, heqê wî hebû ku liqê partîya xwe li wir çêke. Lê eqrebayên wî ji ber ev karê hanê jê dûr ketin. Wan digot; ev partî ji dînê me dûre, em lewra naxwazin ji Şêx Mehdî re bibin alîkar. Lê hinekî xelkê qezayê Palo yê jî destek dan Şêx û gotin, emê di qezayê xwe da liqê ev partîyê vekin. Di wê waxtê da di qezayê Paloyê da arzûhalcî – dava takîpçî ji qabîleya Gomegîlê Hecî Ulucan hebû, xelk ji wê qabîleyê dikişîyan, ev xwedîyê hukûm bûn di qezayê Palo yê da. Hecî Ulucan jî herdem dijî axan, şêxan derdiket, merivekî kilafetlî li serxwe bû. Hecî Ulucan ji Şêx Mehdî re dibêje; emê liqa TÎP ê di qezayê Palo yê da vekin û ezê bibim serokê liqê. Ji bona vê yekê hîn kes tev Şêx Mehdî di ofîsa Hecî Ulucan ê da tên cem hev. Cemeat rûniştîye û Şêx Mehdî waye tev Hecî Ulucan ê qise dike. Hecî Ulucan serê xwe hinekî dirêj dike ku dengê wî baş biçe Şêx Mehdî yê, hema tam di wê demê da sofîyekî bi navê Îsmaîl satûrekî qesaban ji bêrîya xwe derdixîne û lêdide serê Hecî Ulucan ê jêdike. Sofî dixwaze satûrekî jî Şêx Mehdî bixîne, lê ev kesên din xwe davêjin ser sofîyê û nahêlin ev Şêx Mehdî bikuje. Esker tê ev kesa digrin davêjin hepsê. Xelk jê dipirse; te çira Hecî Ulucan kuşt? Ev dibêje; min bihîst ku wane qezayê me da partîya bêdînan çêdikin, min loma ev kuşt. Tabî ev mesele li welatê me da belav bû, xelkê herêma me heyanê ev rojê hadîseyekî wusa hovane nebîstîbû. Gelekî tesîrekî xirab hişt ev bûyer li ser xelkê da. Îcar piştî salan min tev dostê xwe Halîs Ulucan, lawê Hecî Ulucanê qise kir ku ev jî serokê beledîye ya Kovancîyanê ya girêdayê bajarê Xarpêtê bû. Min got; Halîs ev sofî Îsmaîl çira bavê te kuşt, orta we da dijminatî hebû, an jî yekî ev kesa temî kirîye, çîye sebeba kuştina bavê te? Wî got, ez bi xwe çûme min ev kesa di hepsê da dîtîye, miji wî pirs kir, navbera me û we da dijminatî tune, kê te temî kirîye, te çira bavê min kuşt? Sofî Vegerîya ji min re got; di wê demê da hişê min serê min da nebû, min xwe wenda kirîbû, ez poşmanim. Di hepsê da sofî Îsmaîl xelkê gundê Hûn ê rapora dînan girt û hat berdan. Helbet ev kuştina Hecî Ulucan ê bû hewadîsekî mezin di welatê me da, xelkê hîn tewatûr derxistin, gotin Hecî Ulucan dijî şêxan, mîran, axan derketîye û lomanê hatîye kuştinê. Lê ev gotin jî hemû pûç û îftîra bûn, di eslê xwe da tiştê weha tunebû.

Dîsa ez di sala 1965 de tev tucarên Ereb çûbûm bajarê Erzurûmê ku li wir bona wan pez û dewar bikirim û ihracê welatê wan bikim. Di rojekî da yekî ji min re got, Şêx Mehdî tev sofîyên xwe hatîye Erzurûmê, wanê Otêla Çîftçî yê da dimînin. Ez rabûm çûm wê derê ku Şêx Mehdî yê bibînim. Min dît ew wane tenişta otêlê da di hewşekî piçûk da rûniştine. Min silav da cemeata wan û çûm destê Şêx Mehdî ramûsam, me halê hevdû pirskir. Min jê re got; şêxê min ji te xêre? Wî got; ez hatime li vir diçim Xinûs, li wir jî terim Tekman’ê da teşkîlata TÎP ê çêdikim. Ez hinekî li cem Şêx da mam û li wir rabûm çûm qehweyekî ku hevalên min yên tucar têda dicivîyan de rûniştim. Min guh da ser gotinên wan, evana tewatûrekî derxistine dibêjin, bira tu kes neçe cem Şêx Mehdî yê, kê ku here cem wî, sofîyên wî fena ku wan Hecî Ulucan kuştin wî jî bi satûrên xwe bikujin. Di nava bajarê da ev îftîra û derew hatibû belav kirinê, xelk ditirsîya ku here Şêx Mehdî bibîne. Ez piştî çend rojan careka dinê çûm cem Şêx, wî ji min re lomeyên xwe kirin, got ev çend rojin ez li virim kesekî ji eqreba û hemşerîyê min nehatin ez nedîtim. Min jê re got; hal û mesela wusayê, di nav bajarê de ev tewatûr belav kirine û dibêjin, kê here cem Şêx, sofîyên wî serê wan jêdikin fena ya Hecî Ulucan ê. Min jê ra got ji bona vê yekê xelkê herêma me ditirsin werin te bibînin. Şêx Mehdî dilê xwe kir teng , sureta wî bû tehl û wusa got; Hecî Ulucan fena ewladê min bû, min wî gelekî hez dikir, kê ku ev îftîrayê li min dike Xwedê ji heqê wan bê. Piştî van gotinan Şêx rabû çû hesabê otelê da û tev sofîyên xwe vegerîya çû Pîran ê.

Belê di dema kalbûna xwe da Şêx êdî nimêj nedikir, wî digot; em kurd koleyê xelkêne û nimêj kirin li ser me ferz nîne, kengê me xwe ji koletîyê xelas kir wê waxtê îbadet ji bona Xwedê li ser me da dibe ferz. Ev gotinên wî di nava xelkê da nerazîbûn çêkirin û xelk ji wî dûr ket. Şêx Mehdî merivekî gelekî bi aqil û kurdperwer bû. Di wê waxtê ku min ew di zaroktîya xwe da nas kirîbû, ji min re digot; Qijo şima çira ina dawayê xwi rî wayer nivêjîyên? Lawo hûn çima ev doza xwe ra xwedî dernakevin? Dîsan gava ez di hepsa Elbîstanê da mehkûm bûm min tev mehkûmekî ji gundê Kelxesîyê di derheqa Şêx Mehdî yê da qise dikir ku apê wî lawikê jî ji mûrîdê Şêx Mehdî bûye. Navê wî lawikê jî Mehmetd Elî bû, wî digot, apê min Huseyîn rojekî ji gundê Kelxesîyê tev Şêx Mehdî diçin qezayê Pîranê. Şêx Mehdî suwarê qatirekî bûye û apê wî lawikê jî bi peyatî ketine ser rêya qezayê Pîranê. Di ser rê da ew sofî Huseyîn qertalekî li ser zinarekî da dibîne û dixwaze bi tufengê xwe berde wî qertalê bikuje. Lê dûre tê bîra wî ku gava ev tufengê berde qertalê wê qatir biceniqe û Şêx Mehdî ser qatirê bikeve erdê. Loma ev ji Şêx re dibêje; Şêx ezê tufengê berdim qertalekî li ser zinarê bikujim, tu ser qatirê da xwe pît bigre. Şêx Mehdî hêrs dibe dibêje; hero Huso eyî qertal sekerd tu, ti non pa yi kişên? Huso ev qertal çi zerare xwe gîhîştîye te ku tu wî dikujî? Sofî dibêje, li ser rê ji sed carê zêdetir wî ev gilîyên xwe ji min re bi hêrsa anî ziman. Em gelekî erd rê çûn û di serê kanîyekî da sekinîyan, Şêx Got; Huso xelk tufeng bernade qertelan nakuje, tu zerarê qertelan ji mirovan re tune, karê wan ji me ra heye. Ger heywanekî mûrdar be, qertel nava çend seatan da goştê laşê wan dixwin û tenê hestîyên wan dimînin li ser erdê da. Ev qetal tunebin bîhn dikeve nav goştê ev heywanan, meriv nikarê ji bîhna goştê wan ya xirab li van deran de bigerin, nexweşî jî ji goştê wan peyda dibe û derbazê mirovan dibe. Şêx Mehdî gotîye; Huso divê tu tufeng berdî pindê, kêçê û sipîyê ji ber ku ev him xwîna mirovan û him jî ya heywanan dimêjin. Xwedê rehma xwe lê bike, Şêx Mehdî merivekî zana, fîlozof bû her gotinê wî, her hereketa wî xwedanê wateyekî, mehnayekî bûn. Merivekî welat û kurdperwer bû!

Xwendevaên delal ev nivîsa jorîn ji bîranînên bavê min; Îsmaîlê Resulê Huseyînê Guêyînê hatine girtinê. Heyanê careka dinê di nav xêr û xweşîyê da bimînin!







Print