2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
EV DINÊ TÊRA ME HEMÎYAN DIKE
2021-09-26 23:31
Suphi Aydın
Sibê 26. 09. 2021 de xelkê Komara Elemanyê a Federal wê biçin ser sandûqan û bi deng – rayên xwe ji bona çar salan endamên parlamentoyê hilbijêrin. Di Komara Elemanyê a Federal de xwedîyê mafê dengdanê qasê şêst mîlyon û çarsed hezar kesin. Ji wan jî sedî duwanzdeh ( % 12 ) xelkê eslê xwe bîyanî ne û ji wan bîyanîyan jî nehsed hezar kes jî bi eslê xwe xelkê ku li Tirkîyê hatine vê welatê da bûne hemwelatî ne. Di nav xelkê da bêdengîyekî heye, ger tu li ser kuçe û kolanan da resmên berendaman nebînî, tu yê bawer nekî ku li vê welatê da hilbijartin wê sibê were çêkirin. Ji ber ku di xebat, kar û barê ku di nav û dervayê welatê da wê were çêkirin da, di navbera partîyan de ferq her diçe kêm dibe. Bona ku tu partî di vê welatê da wê bi serê xwe nebe dsethilat û lewra hukûmat jî bi alîyê du, an jî sê partîyan wê were çêkirin. Jixwe tu partî wê bi serê xwe nekaribe hukûmetê ava bike û hevceya partîyeka din be, divê ku hîn caran sê partî bi hevra bibin şîrikê desthilatê. Tiştê herî baş jî li vê welatê da ev e ku, gava du partî bi hevra, an jî sê partî bi hevra bibin hukûmat, wê kar û barên xwe jî bi hevra par kin û berjewendîyê xelkê jî zêde were hesab kirin.Helbet wê mûxalefet jî bi çavdêrîya xwe karê desthilatê taqîb bike û bîne ber çavên raya giştî ku, berê dîzî û gendelîyan were girtin. Lewra xelkê Elemanyê Federal gelekî salin bi koalîsyonan tê îdare kirin û ev yeka jî ji bona xwe baş dibînin. Xelk êdî naxwaze bi yek partî û serokê va were îdare kirin, lê dixwaze ku hertişt ji ber çavdêrîya raya giştî bi eşkera were çêkirin.

Di vê welatê da partîyên herî bi hêz û kevn SPD ( partîya sosyal demoktatîyê û ya CDU/CSU hevgirtina Mesîhîyanin. Partîya sêyemîn jî Hevgirtîya 90 ya Keskane û FDP, partîya Lîberalan jî di nav ev çar partîyan de weka hêzên nerm û demokrat tê qebûl kirinê heye. Yek jî hevgirtîya çep heye. Xên ji van partîyan AFD heye û ev jî dijî mûhacîr û bîyanîyane, li ser dijberîya xelkê xerîb dixwaze di parlementoyê de bibe xwedîyê hêz. Xelkê Elemanyayê wê sibê bi dengên xwe endamên parlementoyê ji bona çar salan hilbijêre û ev partî jî bi gora hêza xwe ev welatê îdare bike. Emê neha ve bibêjin bira li ser xêrê be.Bi gor hilbijartina berê çar salan tabloya endamên parlementoyê wusa bû:

CDU/ CSU :245, SPD: 152, AFD: 87, FDP: 80, Hevgirtina çepan: 69, Hevgirtina 90/ keskan: 67 kursî bûn.

Belê xwendevanên delal, waye ez çil û çar salin li Komara Elemanya a Federal da dijîm û bûme şahîde gelekî hilbijartinên heremî û yê tevayê vê welatê. Lê min rojekî da jî nebîhîstîye ku yekî ji bona deng – ray danê da tevî kesekî din pevçûye û xwîn rijandîye. Li vir gelekî hemwelatî tev naçin ser sandûqê, ev kes rayên xwe berê roja hilbijartinê bi nameyakî, ango bi mektûbekî ji komîsyona hilbijartinê re dişînin. Li ser sandûqan da jî ne munaqaşe heye û ne jî kesekî yekî din dipirse, te raya xwe daye kê felan. Herkes bi gora zanîn û bawarîya xwe raya xwe davêje nav sandûqê û diçe mala xwe. Bawer bikin li ser sandûqên hilbijartinê da wusa bêdengî û aramî heye ku, tu herî goristanê jî ev yeka têda nabînî. Hîç waxtekî da kes heqê kesî nedizîye û sandûq ber çavên hemû kesan de tên vekirin, rayan dijmêrin û encama wan dawîyê da ji raya giştîre eşkera dikin, xelas.

Helbet meriv dikare bibêje xelkê vê welatê bûne şahîdê şerê cîhanê a duwemîn û lewra wusa bi xirabî û pevçûnan dûr diçin. Lê hela ji xwe ra hinekî jî li welatên Şerqê binêrin, ev gelan jî gelekî şer, qetlîam û pevçûn dîtin, tar û mar bûn, hatin kuştin, malên wan hat şewitandin, bûn mûhacîr, lê dîsa weka berê tevdigerin. Li ser avabûna Komara Tirkîyê waye sed sal derbaz dibin, lê dîsan weka berê di nav şer û kuştinan da ne. Aramî û aşitîyê di welatê xwe da ne kal û pîrikên me, ne dayik û bavên me û ne jî me dît. Ger wusa weka salên borî berdewam be, wê neslên nû jî ji bextewarîyê, serfîrazîyê mehrûm bijîn.Helbet tu derê da tu xelk layiqê ev desthilatên xwînxwar û şerxwaz nîne, lewra pêwîste sîyasetmedarên me Kurdan û yên xelkên derûdora welatê me hişyarbin ji ev xewa giran ji bona kêşeyên hanê çareyakî maqûl peyda bikin.

Ez vegerim li ser hilbijartinên giştî yê Komara Federal a Elemanya yê, çavdêr wusa bawer dikin ku, wê SPD vê carê bibe partîya sereke. SPD wê tev hevgirtina 90 keskan hukûmatê ava bike, ger hêza wan kêm bê ewê FDP yê - Lîberelan jî bike hevpar û wusa bibin desthilatdar. Ango wê hukûmeta kesk, sor û zer bê avakirinê. Jixwe piranîya Tirk û Kurd jî rayên xwe didin SPD yê. Lê SPD ji bona demokrasî û mafê mirovan ku li Tirkîyê û welatên şerqê da tên tunekirin qet dengê xwe bilind nake. Bawer bikin, bi salane ji Tirkan zêdetir piştgirîya dewletê wan dikin. Lê sîyasetmedarên Tirk jî xelkê xwe dixapînin, ji sibê heyanê êvarê dikin qêrîn û dibêjin Komara Elemanyê a Federal dijî hukûmeta me tevdigere. Lê di eslê xwe da ev gotin ne raste û bê bingehe, tu caran rêvebirên welatên Ewropayê dijî berjewendîyên hukûmetên Tirkîyeyê derneketine. Lewra divê xelkê Kurd him li welat û him jî li dervayê welat êdî hişyarbe û ji bona ev neheqîya ku li wan tê kirin berxwe bide. Ev dinê pir xweşe û têra hemû mirovan dike. Çavê me mal û milkê kesî da nîne, ya me ji destên me bi darê zorê hatine girtin. Em maf û erdê xwe dixwazin, ev jî ne bona xêra bavê kesîye!

Heyanê careka dinê bimînin di nav aramî û aşitîyê da!



Print