2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Pilandanîn û hejmar
2014-01-16 18:58
Bawerê Omerî
Berî bazirganî û nivîsandin li ba mirovên pêşî peyda bibin, di her bîstik û kêlîk û demjimêrên pir hindik de guhertinên pir mezin di xwezayê de çêdibûn, û kesekî ji wan mirovan nizanîbûn ew ziyanên mezin ku li wan û xwezayê dibûn, bihejmartana, di wan qûnaxan de bêpilan û bêjimartin mirov û lawir dihatin kuştin û windakirin.

Zanyarên civaknas dibêjin, ku ev rewşa jiyanê li ba wan mirovên pêşî bi deh hezar salan dirêj kiriye, ta ku ew gihiştine qûnaxeke nû ku têde jimaryarî û alavên nivîsandin û bazirganiyê bi rengekî nû afirandine.

Piştî her miletek bû xwedî çand û zimanekî taybet, alavên danûsitandin û têgihiştinê di nav wan de pirtir û befirehtir bûn, her tişt bi jimartin dihate bikar anîn, ta roja îro ev şêweyên jimartinê bûye xem û xwendina berî hemû pilanên kar, avakirin, aştî, şer, xwarin û vexwarinê…ûhd.

Nivêskarê Daxistanî yê bi nav û deng Resûl Hemzatov di pirtûka xwe de ya bi nave Daxistan Welatê min e, dibêje “pendeke me heye weha hatiye nivîsandin: Ew kesê berî şer di encamên wê de raman û jimartinê bike, ew tirsonek e”.

Bêguman, ev pend ligor mêranî û hişmendiya miletê Daxistanê di şerên bêpilan û bêjimar de hatiye gotin, û ji sedan sed mirovên bi vê hişmendiyê kar û şer bikin, ew dikevin nav golên xwînê û hişk û ter hemî bi xwe re dişewitînin, û bi dehê salan ji wan re divêt ku welatê xwe û civateke pêşketî û serkeftî ava bikin.

Li piraniya dewletên Xwedê giravî pêşketî ne, tiştek winda nabe, hemû bûjenên li ser zemînê û bin zemînê bi wêne û jimar û pilan tomakirine, ji ber ku xwendin û ronîkirin û lêkolînên wan pir hûr û kûr in, û ta astekî bilind ew di dijminatiya xwe de jî bi pilandanîn û jimarê şerê dijminê xwe dikin.

Bo nimûne, ev dewletên bi hêz ku mîna temaşevanên filmekî sînema ji xwe re li van komkujiyên li Sûriyeyê dibe, temaşe dikin, ew tenê dizanin bê wê çend hezar mirov ji pêkhatiyên Sûriyeyê bêne kuştin, û ew tenê dizanin jî bê çend hezar birîndar û girtî û reviyayî li hindur û derveyî Sûriyeyê hene, ji ber ku wan ev pilan danîne û hejmar jî li cem xwe nivîsîne, ew bi şev û roj çavdêriya tevgerên mirovan li ezman û li ser zemînê dikin.

Berdestiya pêkhatiyên li Sûriyeyê ye û bi saya hêz û pilan û jimartinên dewleta Firensa û Birîtaniya ku her miletek ji wan bi netew û ol û çanda xwe li gelek dewletên vê herêmê bela wela bûne, û di dirêjiya dîrokê de jî gelek caran dijminatî bi hev re kirine, ji lewra nijadperest û şovenên her miletekî ji van li benda delîvekê ne ku bi xap û şer û talankirina bêjimar tola xwe ji miletên din hilînin, û paşê bi wê nezaniya xwe ji dewletên bi hêz û sermayedar re dibin alavên wê kuştin û talakirinê.

Dewletên bi hêz ku desthilatdariyê li hemû recîm û miletên cîhanê dikin, û bi alîkariya recîma Ba,is li Şama şerîf di vî şerê ku ji sê salan ve li Sûriyeyê pêketiye, xwedî pilan û jimar in, û ji berjewendiya wan ne ku ev şer li nav pêkhatiyên Sûriyeyê hebe, ev jî bi dilê dewletên herêmê ye, mîna dewleta Yewnan,Tirkiyê, Rûsiya, Ermîniya, Isra,îl, Libnan, Ûdin, Iraq, Misir, û hemû dewletên Ereb û Îranê, û wan pilan kirine ku Erebên sunî ji dido ta sê miliyonan, ji Elewiyan sed ta dused hezarî, ji Kurdan pênsed ta miliyonekî, ji Durziyan sed ta dused hezarî, ji Filehan pêncî ta sed hezarî û ji Filestîniyan dused ta sêsed hezarî bêtin kuştin.

Ta vê kêlîkê ne recîm û ne jî rikberên Sûriyeyê nizanin bê çiqas kuştî û birîndar û sirgunkirî li hindur û derveyî Sûriyeyê hene, ew jî bûne mîna wî şivanê ku yekî weha jê pirsiye:

” Şivano, Tu dizanî çend serî pezên te hene?

Şivanê reben, na, ez nizanim.

Çima tu nizanî?

Ji ber ku keriyê pezê min mezin e, û her cara ku ez destpê dikim û dihejmêrim, xewa min têt û ez dikevim xew de, ji ber wilo ez hejmara pezê xwe nizanim “.

Bawere-Omerî@hotmail.com

13.01.2014
Print