2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
DERHÊQ ŞÎÎRÊ MI DI
2022-01-04 20:02
Suphi Aydın
DERHÊQ ŞÎÎRÊ MI DI

Nîe sûwarî yow astuar zîn neqişnayîya ez,
nîe zî cayra yow qezenc mi rî yen,
mal û milk mi zî çîn.
Têyna yow kuarê hêmîn mi est.
Rengê yi adir ra sûr
Yow kuarê hêmîn!
Hêmîn mi herçî mino...
Ez,
mal û milk xwi,
ma vac yow kuarê hêmîn xwi
queri kina mîyeson ra.
Bipaw birayê mi bipaw...
Kuarê mi di wa hêmîn wa bib,
barsê yi yena
Bexdad ra...

DERHEQA HELBESTÊ MIN DE

Ne sûwarê hespê zînê neqişkirî me ez,
ne jî ji hêlekî qezencekî tê ji min re,
mal û milkê min jî tune.
Tenê pêtagekî min hene.
Rengê wê ji agir sûrtir
yek pêtagê hingivê!
Hingivê min her tiştê mine... Ez
mal û milkê xwe,
em bibêjin pêtagê hingivê xwe
diparêzim ji vizikan.
Bipê birayê min bipê..
Pêtega min de
Bira hingiv hebe,
mêşa wê tê
Ji Bexdadê re...

Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min ev wergerand bi zazakî û kurmancîyê. Hêvî dikim hûnê bixwînin û pê razîbin. Bi dîtina min wergera berheman bi zimanên din li ser zimanê me gelekî girînge. Ewê fena pirekî di navbera zimanan de xwedîyê rolekî be, ji ber ku tu ziman nikare derîyê xwe ji yên dinan re bigre û tenê serê xwe bije. Gelekî ziman weka zimanê me di nava tengasîyê da ne. Mixabin hinekî ji wan zimanan wenda dibin û yên din jî ji berxwedidin ku xwe ji tunebûnê biparêzin. Ez çend roj berê ji welat hatim û li wir di nava sûka Depe yê da min guh da ser dengê xelkê. Ji wan gelekan bi zazakî û kurmancî qise dikirin. Yekî ji banê hevalekê xwe dikir û digot; Lawo tu çer dikî? Yê din jî bersîv dida; Saxolasin, tu çer dikî? Min qîza pismamê xwe re qise kir ku ew di beşa zazakî di unîversîteya- zanîngeha Çewlîg’ê da dixwîne. Wê ji min re got; em pola – sinifa yekê da pênc xwendevan henin. Ji bona vê yekê min fedî kir ku tiştekî bibêjim. Çewlîg xelkê xwe % 80 bi zazakî dipeyivin,lê pênc xwendevan di zanîngehê da dersê zazakî fêr dibin. Gelekî heyfe, zimanê dayika xwe bê xwedî nehêlin, berxwebidin. Heyanê careka din ji we ra aramî dixwazim.
Print