2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Tolan
 
Hevpeyvînek bi Pir Xelat Elias ra
2022-02-03 17:01
Kemal Tolan


Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e

Kemal Tolan - birayê rêzdar Pir Xelat Elias, weke ku ez agahdar bûm e, cenabê te hîna ew pirtûka min „Gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin“-2012 izmir ê* derketiye ne xwandiye.

Lewma jî ez ji te birayê xwe yê rêzdar Pir Xelat Elias, hêvîdikim tû weke micêwirê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê, bikaribî bersiva van pirsên min, yên li ser çareserî û zelalkirina pirsgirêka gotina xebera neqenc , ya ku gelek ji me Êzdiyan bilêvnakin, naxwazin tu kes jî li ba wan anjî di çapemenî û mediya Kurdî de bibêjen bidî.

Birayê rêzdar Pir Xelat Elias li gorî dîtina te, çima lêkolîn û agahîyên ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên Kurdan û dagirkerên Kurdîstanê, li ser dîrok û rastiya ola Êzdiyatiyê nivîsandine , rastiya jiyan, fikr û ramanên pêşiyên me Êzdiyan ne dane xwanêkirin ?

Pîr Xelat Elias – Belê raste ev tişt heye û li gorî min dû bersivên vê pirsê wehan in:

A Da binyata wan bêye veşartin û kesek nizanibe ku binyata wan Êzdî ne. Di Êzdîtiyê de wan Xwedê nasî ye û îro ola xwe guhurîn.

B Ew hizir û bîrên ku Osmaniyan xistine serê bav û kalên wan bi cîhbînin û pêxemberek hebe xwe bigihîninê, ew jî Zeredeşt e xwe pêve girêdidin.

Lewma heta îro Êzdîyatî ne dane zelalkirin.

Birayê rêzdar Pir Xelat Elias bi dîtina te, sedemên ku gelek şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, cerdevan, jendirme dagirkerên Kurdistanê û berpirsiyarên baylozxanên dewletên hevalbendên wan, bi fetwa û kampanyayên xwe hergav Êzdî mîna eşqiya, diz, hov, haydut û hwd. dane xwanêkirin çine?

Pîr Xelat Elias
– Raste ev buyeran heta niha jî berdewamdikin. Lê tiştê ku min jê fahm kirî , di dîrok û Êzdiyatiyê da jî diyardibe , ew jî dû bersivin.

A Timaya cîh, mal û milkê Êzdiyan li wan kirî, bûye timaya zilm û zordaeriyê jî. Lewma ev ferman hemû bi serê me de anînine, heta em gihîştine vê qunaxa îro.

B Nemana nav, rih û rîşalên ola Êzdiyatiyê . Heta niha berdewamin li ser wî kiryarê dijwar û xirab, ku ne evd qebûlbikin û Xwedê qebûlbike . Heke li dinya yê li ser wan mala, hesaba beşerî neyêkirin, heqiya Xwedê ,her waheye li axretê, ew cizayê xwe li wirê distînin.

Birayê rêzdar Pir Xelat Elias , li gorî dîtina te çima pêşiyên me ne diçûne nava gelek mal, gund û bajêrên nêzîkî xwe û pêdiviyên xwe yen ferz temîn nedikirin û ne dihîştin zarokên wan herine dibistana bixwînin.?

Pîr Xelat Elias
-Li ser van kiryarên ku di wê demê de bi serê Êzdiyan ve hatî kirin , di belgenaman de diyar dibe û heke ev kiryaran îro jî bi serê bikin, em dîsa neçarin neçine nava mal, gund û bajêrên nêzîkî xwe, pêdiviyên xwe yen ferz temîn nekin û zarokên xwe neşînine dibistanên wan.

Sedema ku ev şaşîtî bi Êzdiyan dikirin, Êzdî ol parêz bûn . Dema Êzdiyek biçûna nav gund û bajarên wan miletê bîyanî, ewan çêrên dijwar digotine Êzdiyan. Lewma Êzdiyan ji neçarî xwe ji nav gund û bajarên wan dûrdixistin. Ama Êzdiyan kar û kerestin xwe di nav mal û gundên xwe de bi cîh dianîn, jiyana xwe ye rojane birêvedibirin , hêvî û şikirdariya xwe ji Xweda yê mezin dikirin.

Demê dibêjin Êzdiyan zarokên xwe ne dihinartine medresan, li wê jî diheqbûn. Bawer bike, belku ne bes Êzdî , her miletekî ku ev zilim bi serî wî ve bihata, ew jî mecbûr bû zarokên xwe ji medresê dûr bikin.

Me îro belgename hene, di pirtûka nivîserê hêja Dawid Murad Xetarî , ya bi navê “Êzîdîyên di belgenameyên Osmaniyan de” û di belgenamye jimara 29, tarîxa 08.02.1891 dîyardike ku, şêxên ola îslamiyê meşayîqên ola Osmanliya da, çendîn mamosta û raber fêrkirin ku Êzdiyên li devera Musil bînine ser binyata ola îslamî. Ji aliyê siltanê Osmaniyan ve çendîn berpirs ji bo pê rabûna vekolînan hatine berbirsyarkirin. Piştî hingê, dewleta Osmanlî di 22.09.1892 de di gundê Êzdiyan de dest bi avakirina mizgeft û kitapxanên ayînî kirin. Şêx, îmam û mamostên wan, Êzdî mecbûrkirin li gor perwerdekirina îslamî bêne perwerdekirin. Lewma hingê gotin, da ku zarok bikaribin quranê jî bixwînin, pêdivîye zarok bi herdû zimanan erebî û kurdî jî bizanibin. Weha Êzdiyan hêdî ji ser rêya Êzdîtiyê vegerînine ser rêya îslamê.

Piştî Êzdî çûne medresê û berê xwe danê, heçî zarokên Êzdîyan ku heyvekê anjî fetreyekê çûne medresê xwandina wan hemû ayîn û şeriheta îslamî bû. Lewma Êzdiyan go, xwandin ji me ra guneye û ne lazime.

Wexta em li ser demê Şêxê Hesen, Şêx Fexrê Adiya û Şêşims binêrin, em dibînin ku, qelem û kitêp yên me ne. Ne yên kesekî dî bune. Her însanê bêye ser vê dinyaya Xwedê, î azad e ji bo birêvebirina jiyana xwe bi xêrbe , ilim bigihitê, aqil , perwerde, terbiye û Xwedê nasîn hebe . Em dibêjin qelem û kitêb ya melik Şêxisin e . Defter ya melik Fexredîn e. Nûr û mohr ya Şêşims e. Nûr navê Xwedê tialaye. Ev qelem û kitêb yên me Êzdiyatîyên bûn. Ji berê ve Êzdiyan qelem û kitêb hebuye.

Bes li ser wî demê Osmanliya li Êzdîyatîyê tengkir û lê şidandin ku, rih û rîşalên ola Êzdiytîyê dûrî wan bikin. Program bo wan danabûn ku, îslametiyê hêdî hêdî nîşanî Êzdiyan bikin. Lewma Êzdiyan zarokên xwe dûrî medresan kirin û go, em medresê naxwînin.

Heta Osmanlî çûn, dibistan vebûn û Êzdî nû bi tenahî çûne medresan. Şikir îro bêtiriya wan maşala doktor, endaziyar, xwandevan û mamosta ne.

Birayê rêzdar Pir Xelat Elias, tû dizanî çima pêşîyên me Êzdiyan evqas di jiyana xwe de giringiyeke pir taybetî dahne ser ne gotina vê xeber/peyva(Şe..............)xirabe neqenc?

Pîr Xelat Elias
- Em Êzdî niha jî li gel wê baweriyê ne û hay jê hene ku, ew peyva xirab û neqec neyê gotin. Jiber ku di Êzdiyatiyê de peyva xirab û neqec kifrbûn e. Kesanê kifrîkir, di baweriya me Êzdiyan degeleke zahmete û lewma em hêjî dibêjin , kî kifirî , ew kafire û xwe ji kifirîyê dûrdikin.

Belê divê em bizanin, kifirî çî ye?

-Ew peyva xirab û neqenc şirîkbûna bo Xwedayê mezin e. Em Êzdî her dem dibêjin, “Xwedê yeke bêşirîke û bê heval e” Di baweriya me de şirîk çêna be bo Xwedê tiala hebin. Ew wê peyva xirab û neqec dibêjine nûra Xwedê, Tawisî Melek. Wextê ew vê peyva xirab û neqec dibêjin, dikine dû Xwedawend. Xwedawendê xêrê û şer.

Di Êzdiyatiyê de yek Xwedê heye û bi kêr nayê dû hebin. Em dibêjin, xêr û şer ji dergê Xwedê tên.” Eke ew wê peyva xirab û neqec bikarbînin, ew mişterekin şirîka bo Xwedê çêdikin. Em qebûl nakin, em di Êzdiyatiyê de li ser Xwedê di qehirin. Kesanê rih û can hebe, Xwedê nas be, li ser yekaniya Xwedê birê ve biçe, dê li ser bikaranîna wê peyva xirab û neqec biqehire. Ew qebûl nake ku şirîk bo Xwedê bêne çêkirin. Lewma em dibêjin, “Xwedê yeke bêşirîke û bê heval e” û nabe ew peyva xirab û neqec bêye gotin.

Kemal Tolan- rêzdar Pir Xelat Elias , tû bawerdikî ku mebest(mexsed)a bikaranîna vê gotina xebera xirabe-neqenc(Şe...........) ji bo baweriya Êzdiyan heqarete,piçûk dîtine ?

Pir Xelat Elias
- Bi rastî heqaretî, zilimdarî, dijwarî û mezintir e. Nehiz û neviyanên Êzdiyatiyê ye. Çinkû di hêra da bersiva wê, demê yek ew ê peyva xebera xirabe li himberî Êzdiyekî bîne ziman, ew Êzdî yan wê peyvê qebûlbike yan qebûlneke, yek ji herduyan bêje. Heke qebûl bike, raman jê ew Êzdî jî bive şirîkê wê guneha wan, ew peyva xirab ku wan gotî, şirîk bo Xwedê çêkiriye. Heke yê Êzdî wê peyvê qebûl neke , mahna wê ew Êzdî li ser yekaniya Xwedê birêve diçe, Êzdiyekî başe, riheke sadiqe, muxlisa, bihuştî, ahlê Xwedê ye û ji xeyrî Xwedê kesekî qebûl nake. Lewma Êzdî wê peyvê qebûl nakin û bi heqîqet bo Êzdiyan dibe heqaret.

Bele heke ev peyva ne di beraberî Êzdî bêye gotin, heqê Êzdiyan li ser nîne , ew bo xwe bêje, heqê kesekî jê nîne.

Kemal Tolan- rêzdar Pir Xelat Elias li goriya dîtina te, Kurdên ne Êzdî dikarin kîjan gotin/xeber/peyvê di ciyê vê gotina xebera xirab-neqenc(Şe...........)de bikarbînin?

Pir Xelat Elias
- Ez dibêjim ne xêr birayê Kemal , çûnkî ev peyv nayê gotin û nabe bedîlê wê jî hebe. Nabe ew jî hebe. Wextê ew tinebe , bedîlê wê jî nîna. Ev peyv ji nebûnê hatiye û guhnebariyeke mezine. Wextê ew ji nebûnê hatibe, bedîlê nebûnê jî nîne. Zilme, kifirî û buxtana. Vêca wextê buxtan be, çênabe bedîlê buxtanê jî hebe û cizaê wê gelekî mezine.

Di sebeqeyeke qewlê ji edebê dînê Êzdiyan kertem dike û dibêje;

“Madek heye ne ye bixêr e
Kesanê dîn guharand ji xelkê re
Hepsa wî ye ber û jêr e”

Îro roj ev dînê me û binyata Êzdiyatiyê qebulnekiriye ku peyva xirab li ser ruyê erdê peydabibe. Çunkî ev yekser li dijî milyaketan û yekaniya Xwedê ve têye gotin. Em dibêjin, serê sera her Xwedê ye. Wextê ev peyv bi wan ve bêye gotin, Xwedê, milyaket û evd jî qebul nake. Lewma di vê sebeqê de ji bo me hatiye gotin, “rojekê kesanê vê peyvê bibêje, hepsa wî ye ber û jêr e”.

Kemal Tolan -rêzdar Pir Xelat Elias, tû dixwazî ku bikarbînina vê gotina xebera xirab-neqenc(Şe...........) hêjî weke berê li cem me Êzdiyan qedexebe?

Pir Xelat Elias
- Li gor edebên dînê me Êzdiyan, di qewlê Qereferqan de keremkiriye û diyarî kiriye,

Melek Fexredîn li pêş pedşê xwe vedwasta û pisyarek jê kirî,
Go: ezîzê min o, tû xaliqekê min î her û herî
Te ev bahişta xweş avakirî
Ev çî dojeye li miqambilî wê têk êwirî?

Padşa dibêje, Faxirê min o faxir e,
Cewaba te li min lêzim û fer e.
Min doje bo wî kesî avakir e
Yê rojê sê cara bi navê nûra Xwedê bikifira.

Eva kifiriyeke mezine têye kirin .
Di baweriya me Êzdiyan de ,
em Êzdî miletê Xwedê ne.
Dûrî zilê û kifiriyê ne.
Em dûrî tiştê ne baş û nebû yî ne.

Parastina me ewe, ku me ol û erkan heye em bi cîh bînin. Wekî ku Xwedê em dayî, her wisa li ser wî sîstemê paqij îmana xwe bi cîh bînin, heta roja em çewa hatine, wisa vegerin. Êzdiyatî ye paqije û pake , pingava xirab têda nîne. Vêca wextê pêngava xirab tine be, peyva xirab jî nabe.

Heqîqet miletê biyanî vê peyva xirab bi navê nûra Xwedê dikin. Nûra Xwedê jî Tawisî Melek e. Ew jî her navê wî û ji nûra wî ye. Kesekî dinê nîne. Weke belgename û ji qewlê Elmî Nadir bo me diyar dike û dibêje,

“ Ew bihişta cewher binyat
Roj û hîv bi wê nûrê di hilat
Pê dizeyînî çiqas kinyat”

Tû binêre, roj û hîv bi wê nûrê hiltên. Wextê roj û hîv bi wê nûra Xwedê bin, mahnayê wê nûr û hîv jî her ya Xwedê tialaye.

Vêca çewa yek bê li beranberî min bisekine , peyveke neqenc û xirab bi wê nûrê bike û ez jî wê qbûlbikim. Mahna wê bext û wîjdanê min nînin. Divêt ez qebulnekim, heke ez xwedan bext û wîjdan bim. Di Êzdiyatiyê de bex û wîjdan navekî Xwedê ye , tiştekî mezina.

Lewma sebeqa di peyra keremdike û dibêje.

“Heft dergeh li wê bihiştê hene
Bi kilîl û mifte ne
Bi destê wan cindiya ve dibine
Ê ol, erkan, ferz û ebadet ,
roja axretê jê ra şahdene.

Tû berê xwe bidê, yek ji ferzê Êzdîyatiyê ew e tû li ser Xwedê bi qehirî , tû qebûl nekî kes gazinda jê bike. Çinkû rêya Xwedê rêya rastiyê ye.

Di qewlê Hesin Pîrk de dibêje,
“wextê tû hatîye di vê dinê da
Rastiyê bêje ji Xwedê ra
Taliya rastîyê her fêde”

Heqî rêya Xwedê ye,
rastî rêya Xwedê ye ,
mal malê Xwedê ye,
dayîn dayîna Xwedê ye,

serkeftin hemû bi destê Xwedê ye
geşkirin û werandin hemû bi destê Xwedê ye

Gelo gava îro yek peyvekê bi olê , erkan û nûra Xwedê bike, ez ê çawa ne qehirim?

Heta îro roj di Êzdîyatîyê de , weke bî û bawer, weke ol û erkan , rastî weke ferz ev peyv nayê bikaranîn. Lê heke dû kes bo xwe vê peyvê bikarbînin ne di aliyê Êzdiyatiyê û li baran berê Êzdiyan de be hîç alaqeteke me jê nîne. Gunah, zanîn, fikra û gotin wan jî ne bo me ye. Çi tahde û qusûrî ya wan ji aliyê me ve nîne.

Lê dema yek beranberî Êzdiyekî bibêje, Êzdî viya qebûlnakin. Di baweriya Êzdîtiyê de divê vê peyvê jî bikarnakin. Ne hetanî yek bê beranberî wî bibêje. Wextê yek bê biberanberî Êzdiyekî bibêje, ew hingê nebûyekê dike. Êzdî qebulnake nebûyek bive. Nebûn ne rêya Xwedê ye. Ji ber vê yek ji ferzê Êzdiyatiyê ku qebûl neke ev peyv li cem bêye gotin. Ji ber ku Xwedê yekî bi tenê ye, bê şirîk û bê heval e. Navê şirîk bo Xwedê bêne çêkirin. Rêz û silav.

Kemal Tolan- gelek spas birayê rêzdar, ji bona van bersivên watedar û tije nirxandinên rast yên Êzdîtiyê. Hêvîdarim, ev xizmeta min û te jî bive ronayiyek têkeve dilên wanînsanên ku , bi gotina vê peyva neqenc neheqiyê li himberî me dikin û di medya û çapemeniyên xwe de bikartînin, êdî bes bi kiryarên xwe me piçûkbikin. Xwedê bike xwandevan û guhdarên me , yên ku ew pirtûka min ya berî deh salan min li ser „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin“ nivîsandibû peyda bikin, bixwînin. Ji van pirsên min û şîrovên te zelal dane xwanêkirin, encamekê ji xwe ra jê derxînin û ew jî bes me biêşînin!

Kemal Tolan , 23.01.2022

Print