2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
SONIKÊ SONIKON
2022-05-01 21:18
Suphi Aydın
Sêr aw di vindêrt ma
çinar û ez.
Mîyan aw di asîyên sûrêt ma
yê çinar û yê mi.
Şowq aw don ma rî

don çinar û mi rî.
Sêr aw di vindêrt ma
çinar, ez, yow zî pisîng.
Mîyan aw di asîyên sûrêt ma
yê çinar, yê mi û yow zî yê pisîng.
Şowq aw don ma rî

don çinar, mi û yow zî pisîng rî.
Sêr aw di vindêrt ma
çinar, ez, pisîng û yow zî ruej.
Mîyan aw di asîyên sûrêt ma
yê çinar, yê mi, yê pisîng û yow zî yê ruêj.
Şowq aw don ma rî

don çinar, mi, pisîng û yow zî ruêj rî.
Sêr aw di vindêrt ma
çinar, ez, pisîng, ruej û yow zî emir ma.
Mîyan aw di asîyên sûrêt ma
yê çinar, yê mi, yê pisîng, yê ruêj û yow zî yê emir ma.
Şowq aw don ma rî

don çinar, mi, pisîng, ruêj û yow zî emir ma rî.
Sêr aw di vindêrt ma
hêvêr pisîng şina
bena vîn mîyan aw di sûrêt yey.
Cuya pê ez şina
zayî ben mîyan aw di sûrêt mi.
Mina pê çinar şina
nimonen mîyan aw di sûrêt yey.
Çinar dim ra aw zî şina
la ruêj binê vinden,
axir pêynî di ruej zî şen.

ÇÎROKA ÇÎROKAN

Serê avê de sekinîne em
çinar û ez.
di avê da xuya dikin sûretên me
ya çinarê û ya min.
Şewqa avê li me dixe
li çinarê û li min.


Serê avê de sekinîne em
çinar û ez, yek jî pisîng.
Di avê de xuya dikin sûretên me
ya çinarê, ya min û yek jî ya pisîngê.
Şewqa avê li me dixe
li çinarê, li min û yek jî li pisîngê.

Serê avê de sekinîne em
çinar, ez, pisîng û yek jî roj.
Di avê de xuya dikin sûretên me
ya çinarê, ya min, ya pisîngê û yek jî ya rojê.
Şewqa avê li me dixe
li çinarê, li min, li pisîngê û yek jî li rojê.

Serê avê de sekinîne em
çinar, ez, pisîng, roj û yek jî emrê me.
Di avê de xuya dikin sûretên me
ya çinarê, ya min, ya pisîngê, ya rojê û yek jî ya emrê me.
Şewqa avê li me dixe
li çinarê, li min, li pisîngê, li rojê û yek jî li emrê me.

Serê avê de sekinîne em
Ewil wê pisîng biçe
winda dibe di avê de sûreta wê.
Ji dû wê ezê biçim
zayî dibe di avê de sûreta min.
Ji dû min re wê çinar biçe
namîne di avê de sûreta wê.
Ji dû çinarê wê av jî biçe
roj wê hinekî bimîne,
lê di dawîyê de wê ev jî biçe.

Xwendevanên delal, ev hebesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandiye ser zazakî, kurmancîyê. Hêvî dikim hûn wê bixwînin û pê wergera min qayîl bin. Heyanê careka din bimînin nava xweşî û aramîyê de!

Print