2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
GUAZYER
2022-05-28 18:17
Suphi Aydın
Sêr sarrê mi di hor kef guretêyîn
zerri û tebêr mi bû dengiz,
ez yow guazyera Baxçê Gulxanî di,
gilçi û lêyek mi tîemonkotê yow guazyera pîr...
Nîe xeberê tu mira esta û nîe zî polîs pê hesîyaw.

Ez yow guazyera Baxçê Gulxanî di.
Pêl mi nêrm sê masê mîyan aw ê.
Pêl mi sê desmala herîr e, tirîl tirîl, tira bik,
pê hesron çimon xwi bester, delalê.
Pêl mi dêst minê, se hezar dêst mi êst.
Pê se hezar destona virar şina tu û Stembol ra

Pêl mi çim minê, ez meraq ra onîyena.
Pê se hezar çimona sêyr tu û Stembol kena.
Sê se hezar zerrona don pirîye, don pirîye pêl mi.

Ez yow guazyera Baxçê Gulxanî di.
Nîe xeberê tu mira esta û nîe zî polîs pê hesîyaw.

DARÊ GÛZAN

Ser serê min de ewrên bi kef,
her derê min bûye behrekî,
ez darekî gûza me di Baxçeyê Gulxaneyê de,
bi gulî û şaxên tevhev ketî darekî pîr ya gûzannim...
Ne xebera te ji min heye û ne jî polîs pê hesîyaye.

Ez darekî gûza me di Baxçeyê Gulxaneyê de.
Pelên min nermin fena masîyê nav avê ne.
Pelên min fena desmala herîr in, tirîl tirîl,
biqetîne, pê wan hêsirên çavên xwe pak bike delalê.
Pelên min destên mine, sed hezar destên min hene.
Bi sed hezar destan ve te û Stembol hemêz dikim.

Pêlên min çavên mine, ez bi mereqê ve dinêrim.
Bi sed hezar çavan ve seyra te û ya Stembol’ê dikim.
Fena sed hezar dilan lêdixin, lêdixin pelên min.

Ez darekî gûza me di Baxçeyê Gulxaneyê de.
Ne xebera te ji min heye û ne jî polîs pê hesîyaye.

Xwendevanên delal, dîsa fena hîn caran ewrên reş û tarî li ser welatê me girtine, dengê şer û dagirkerî belav dibin li her derê. Xeberên nexêr dipên me, kuştin, talan û zulm li vê dinê da parê me ketîye. Ji bona xwendinê wergera helbesta jorîn a Nazim Hîkmet’ê pêşkêşê we dikim. Jixwe li vê dinê de xelkê welatê me tu lezetekî ji jîyanê xwe nedîtîye. Kal û pirên me jî wusa bi teq û req derbaz kirin emrê xwe. Tenê çareyekî vê nexweşîyê heye, ev jî şîyarbûn û yekitîya gel e. Weka din wê sed hezar sal jî derbaz be, dagirker dest ji zor û zulmê bernade! Heyanê careka dinê bimînin nav xweşî û qencîyê de.
Print