2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
FERATÊ DERDAN
2022-06-04 22:32
Suphi Aydın
Derdên min kûrin wek çemê Ferat
Feratê derdan hilat û dahat
Derdê pir mezin, kulla pir giran
Derdê Kurdistan, axîna welat

Ez tim dinalim her sal û her mah
Qêrîn û firyad, hawar û sed ah
Digel min digrin Seyran û Şêrîn
Nalîna dengê Gulnaz û Dilşah

Şêrînê megrî pir pir delalî
Seyranê megrî xwe pir menalî
Gulnazê megrî, Dilşahê megrî
Dijmin li hember vî kevnekalî

Haydê em rûnin bê deng û hewar
Reşa xwe vekin desmal û reşçar
Da dost û heval tev nebin xemgîn
Li me şa nebin dijmin û neyar

Haydê em rûnin ser çemê Amed
Em jê bipirsin keyanîya Med
Kanî ev birc û sera û bajar?
Kanî Kurdîstan, zozan û serhed?

Kanî welatê me xoş û rengîn?
Kanî ev şêr û gernas û bengîn?
Dîsa tev bigrin Dilşah û Şêrîn
Kûrkûr binalin rengê Cegerxwîn

Xwendevanên delal, vê carê bona xwendin û fêrbûnê ji we re helbesta jorîn ya Cegerxwîn pêşkêş dikim. Cegerxwîn helbestvanê hêvî û azadîyê ye, di destpêka helbestên xwe da rewşa xirab tîne ber çavên xwendevanan, lê di dawîyê da rêya çareserkirina bindestîyê nîşanê me dide. Cegerxwîn, merivekî qenc, bêdeng, zana û nerm bû. Rojekî ez tev wî û Bekîr saydam hevra ji bona pîrozkirina newrozê ji bajarê Bremen’ê çûbûn Duisburg’ê. Lê Beko em li malekî de hişt û çû cîyê şeva newrozê. Xwedîyê malê jî ji bona xebatê tev hevalan çûbû nav bajêr ku xelkê bînin şeva newrozê. Cegerxwîn, ez, xanima malê û çar an jî pênc zarokên wan man nav malê de bûn. Îcar kewanîya malê nan çêkirîbû anî ser sifrê de danî û me hemîyan tev zarokan nanê xwe xwar. Cegerxwîn, ji min re bi hêdîka dibêje heval, zarokên vê malê gelekin, mêrê jinikê jî çûye kar dike, nabe em hinekî pere bidin xanima malê, gunehin wan ewqas nan çêkirine ji bona me. Min go; xwedîyê malê bona şevê newrozê çûye tev hevalan mal bi mal digerin wan dawetê şevê dikin, lewra ne male. Dengê xwe neke qala pere neke wê kewanîya malê ji me hêrs bikeve. Axir piştî nan xwarinê min Zeynel, xwişk û birayên wî kom kir û me hevra ji bona Cegerxwî Hernepêş xwend. Zeynel sazê lêdixist û me jî marş dixwend. Gelekî keyfa Cegerxwîn bi koma me ya muzîkê hat, dikenîya û digot; kuro te çi kir, nava nîv seatê de komo muzîkê ya zarokan çêkir. Cegerxwîn pir ji pevçûnê ditirsîya ji bona hîn êrîşkarên gurên gewr mereq dikir, digot bira şeva newrozê de kes zerarê nebîne. Ji ber ku di wê demê da êrîşkarê şevên newrozê endamên gurên gewr û yê Maocîyan bûn. Heyanê careka dinê bimînin nava xweşî û rindîyê de!
Print