2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
VENG
2022-06-18 23:42
Suphi Aydın
Çenê xwi mêg mîyon wirdîyeson xwi,
pê xeyalona dîyês sêyr mek
lingon ser mevind!
Mêg mîyon wirdîyeson çenê xwi!
Wirz wi!
Bîye vêr pencira!
Bon!
Teber di şow sê dengiz cenûb rinda,
pêl awê yey yen ginên pencirayê tu ya...
Bîye!
Gueştarê heway bik:
heway ra vêng rayeron yên,
heway bî kekat vengon ra:
yê erd, aw, astaron
û tor vengon ma ya...

Bîye vêr pencira!
Hê guêş xwi bidi heway ser:
Vêng ma haw kiştê tu do,
haw tor tu ya vêng ma...

1933

DENG

Çenê xwe negre nav destên xwe,
bi xeyalan ve dîwarê sêyr meke
ser lingan nesekine!
Negre nava destan çenê xwe!
Rabe serxwe!
Were ber pencereyê!
Binêr!
Li derva fena behrekî cenûbê rinde şev,
pelê ava wê tê digehêjin pencerayê te...
Were!
Guhdarîya hewayê bike:
dengê rêyan tê ji hewayê,
hewa bûne tije ji dengan:
yê erdê, avê, sitêran
û tevî dengên me ne...

Were ber pencerê!
Guhdarîya hewayê bike:
Dengê me kêleka te daye,
tev te ye dengê me...

Xwendevanên delal, helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye. Min ev helbest wergerandîye ser zazakî û kurmancîyê. Hêvî dikim pê qayîl bin. Heyanê caraka dinê bimînin di nav aşitî û aramîyê da!
Print