2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
Kitêbxaneya Medya yê bajarê Stembolê
2022-10-30 23:59
Suphi Aydın
Xwendevanên delal, min gava berê gotara birêz Îsmaîl Beşîkçî ya ku wî bi ser navê ‘Kitêbxaneya Medya’ 26.10.2022 de di malpera Zazakî.Net de neşir kirîye xwend û dixwazim wergera wê nivîsê ji we re pêşkêş bikim.

Ji ber bûhabûna kîrayê xanîyan Kitêbxaneya Medya yê Stembolê mecbûr maye ku ofîsa xwe ya berê ya ku di koşka Elhamrayê de bû terk bike.Lê dîsa di taxa Beyoğlu’yê de, di kuçeyê Bekar de cîhekî nû de sitar bûye.Kitêbxaneya Medya 1996 de dest bi xebata xwe kirîyê û 26 salin bi rêvebirîya Selahattîn Bulut’ê ser karê xwe ye di bajarê Stembolê de. Ofîsa kitêbxaneyê bûye cîhê hevdû dîtina kurdan di Stembolê de. Kesên ku ne li vê bajêrê de dijin kitabxane ji xwe re kirine wekî mala kurdan û li wir tên cemhev.Him kitêban dinêrin û dikirin, him jî bi hevre sohbet dikin. Ango Kitêbxaneya Medya yê bûye cîhekî çand û cîvakê ji bona kurdan di Stembolê de.Cîhê Kitabxaneyê Medyayê a nû ji ya ofîsa berê gelekî baştire, çend çavîk û salonekî xwe heye. Cîhê kevn de odeyekî ku pecerêyê xwe li kolanê bidîta tunebû.Ev cîhê berê dawîya korîdorekî dirêj de, di nava tarîyê de bû.Lê ofîsa nû de pencereyê ku kuçeyê dibîne heye û ronahî di odên wê de hene. Hevalên welatperwer û hezkirîyên kitêban wê rehet herin ofîsa nû û kitêban bikirin.

Ji bona bi destketina ofîsa nû ya Kitêbxaneya Medya yê sê kurdên welatperwer û dewlemend, karsaz bûne alîkar.Ji wan sê karsazên kurd yekî ev ofîsa kirîye û ji bona Kitêbxaneya Medya yê deh salan bê kîra pêşkêş kirîye û ji Selahattîn Bulut re gotîye piştî deh salan em dikarin gora rewşê wusa berdewam bikin.Ji wan sê kurdan yekî din jî ji bona pirtûkan refên sipî û rind kirîne anîne di ode û salonê de bi hostetî refa rêza kitêban çêkirine. Kurdê sêyemîn jî mesrefa barkirinê ji ofîsa kevn ji bona ya nû girtîye ser millên xwe. Herweha Selahattîn Bulut gotîye, li Europayê û li welêt gelekî kurdperweran ji wan re alîkarî kirine, ev yeka jî weka nîşana alîkarîyê di nava cîvata kurdan de fena qenciyeki tê dîtinê.

Tirkîyê de xwedîyê sermaye a mezin weka; Koç, Sabanci,Eczacibaşi,Yapi – Kiredî ji bona pêşveçûna çand û seneatê, ziman û wêjeyê tırki dezgeh saz kirine, weka weşanxane.Ew ji bona berhemên baş xelat didin û dibin alîkarê rewşenbîr û seneatkaran. Lê di nav karsazên kurd de merivên welatperwer gelekî kêmin.Meriv dikare bêje yên ku alîkarîya pêşveçûna çand û seneata kurdan dike sê, an jî çar kesin ji kurdên dewlemend. Gava meriv behsa dewlemendên kurda dike, divê bê zanîn ku ev bi deh hezaran kesin.Lê ji wan % 99, heta hîn jî zêdetir ji dewletê re, ji partîyên dewletê re, ji dezgehên ku nêzîkê dewletêne re alîkarî dikin. Dewlemendên kurd ku ji dezgehên çand û seneatê ya kurdan re alîkarî dikin çend kesin û gelekî jî kêmin.Meriv dikare wan kesan ji çend kategorîyan de bi nav bike:

1: Kesên ku ji çanda kurdan re alîkarî dikin, lê naxwazin navê wan bê eşkera kirin. Ev kes ji dezgehên dewletê re % 100 û ji bona çandê kurd re jî % 1 alikari dikin.

2: Ji ber hîsên mirovî hîn kes naxwazin navên wan eşkera bibe ku ev jî bê şik dibe kategorîyekî.

3: Kesên ku alîkarî dikin û ji bona eşkera kirina navê xwe eciz dibin hene.

4: Hîn kes henin tîcaretê dikin û dezgehên çandê yê giradayî şîrketên wan jî hene, ev kes ji wan dezgehan re alîkarî dikin.

5: Hîn kes jî tîcaretê dikin û her wusa di nava dezgehekî çandê de jî xebat dikin henin. Ev kesan rolekî di avakirina dezgehên çandê û seneatê de dileyizin.

Ev alîkarîya karsazên kurd ji bona Kitêbxaneya Medyayê ji bona kurdan moralekî mezine. Ez bawerim ev alîkarîyên hanê wê dûwerojê de zêdetir bibin. Ev karsazên kurd yên welatperwer ditirsin ku navên wan eşkera bibe,lê ev yeka jî bi girêdayê rewşa sîyasî yê Tirkîyê ye. Ez ji Kitêbxaneya Medya yê re serkeftin dixwazim, xebatkarên wê re jî silav û hezkirina xwe dişînim.

Print