2024-03-01
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
XEYALETEKÎ DIGERE DI BEHRA BELEKÊ DE
2022-12-10 21:24
Suphi Aydın
Xeyaletekî digere di Behra Belekê de
Xeyaleta neferekî Îtalyanê ye
Li ser milê wî de caketekî bişkok firîyayî,
goştê ser pişta wî peritî, bûye kêrî – kêrî
henarekên sureta wî yên xûdan derketî de xwîn.

Ji ber ku ditirse
wê gilêr bibe di valahîyê de,
di rojan de tavê hemêz dike
şevan de jî stêran
digere di Behra Belekê de bi qêrîn û gazî.

Ez wî nas dikim,
dema saxîya xwe da fîrarekî bû:
ger nehatibana gulle berdanê
ewê hîna bi dehan salan bijîya.


Ez wî nas dikim.
Ji enîya şer revîya di Advuayê de,
wusa ku fena heywanekî bireve ji şewatê.
Revîya ne ji bona ramanekî,
ne jî bona dozekî
û ne jî ji bona mafekî.
Revîya ji ber ku wî nedixwast bimire,
tenê dixwast bije.

Wî nedizanî bû mirin çîye.
Ne Hamletê xwendibû, ne jî helbestek ji Dantê.
Û qet fikra xwe jî tunebû
di derheqa mirinê da ji nivîsên kitêban.
Dema ku ev hat gulle berdanê
di carekî de hat ji ber bîra wî
duayekî ku di dawetan de dihat xwendinê,
Ev ne ji mirinê,
lê ditirsîya ku bi xwe bimire.
Ji berê her tiştê
û li her tiştê pêşda
dixwast ku tenê bije.
Bi jin
bê jin

birçî
fena darekî
teyrekî
ewrekî
masîyekî
tasekî av
çengekî xwelî
bikaribe bije...

Û ew fîrarê ku nedixwast bimire
tenê dixwast ji xwe re bije
di berbanga sibê de
dema kulîlk pel vedabû ser şaxa xwe da
hat gulle berdanê.

1937

Xwendevanên delal, bawer bikin xwendina helbestan di van roj û şevên zivistanê yên sar û aeqemê, yên tarî û zilmatê de ji ruhê meriv re nermî, germî, frehî û qencîyê tînin. Meriv bi xwendina helbestan dibe dilşa, an jî xemgîn. Hîn kes henin bi saya serê helbestan ve bûne hezkirîyên zimanê û zanînên xwe yên di derheqa zimên de pêşve birine. Em bînin bîra we helbestên Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî û yên weka wan tunebana me ji kuva îlham digirt û helbest dinivîsand? Ji ber ku di welatê me de xwendin û nivîsandina ziman ewqas pêşde neçûye xelk helbestan, beytan û qesîdeyên fena sitranan distêre. Xelkê me her çar alîyên welatê xwe de mecbûr maye ku zimanê dagirkeran di dibistanên fermî yên dewletên kedxwûran de fêr bibe.Jixwe dezgehên vê dinê ji mafên gelê Kurd re derîyên malên xwe girtîne, sed sal berê jî ev yeka wusa bû, ev roj jî tiştekî nehatîye guhartin. Gelê Kurd herçar alîyên welatê xwe de bê maf û bêxwedîye, dewleta xwe tune, bi serê xwe serbest û azad nîne. Tirkîye,Îran, Iraq û surîye binêrin halê wan dewletan jî ne hale, şundemayî, kevneperest û zalimin. Ji wan herçar dewletan yekî jî medenî, merivatî,aşitî tuneye. Timotim êrîş dikin ser kurdan, Îran ev çil sale bi darê zorê qeda xwe daye jinan û Kurdan. Tirkîyê jî sed sal zêydetire jîyan ji kurdan re kirîye zindan. Surîye jixwe Xwedê bela xwe daye nikare serê xwe ji ber xirabîyan bilind bike. Îraq jî wusaye ger rojek fersend bikeve destê wan, wê felaketan bînin ser xelkê me. Ji ber ku ev dewletan sed salin welatê me bi darê zorê xistine bin destên xwe û hetanê vê rojê talan dikin, naxwazin dest ji van hukûdarîyên xwe berdin. Lê gelê Kurd jî bi tevayî pênce mîlyon meriv û welatê wan jî qasî Firensayê mezine, xwedîyê erde. Pêwîste ku bi rêyekî aşitîyane ev jî bibin xwedîyê maf û azadîya xwe.Hetanê hetayîyê koletî ji xelkê re nabe ku Kurd ev zor û zulmê qebûl bikin.

Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê yê û min wergerandîye ser kurmancîyê. Heyanê careka din bimînin di nava xêr û xweşîyê de.





Print