2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
Arşîva Radyo Erîvanê (1)
2023-01-05 18:33
Suphi Aydın
Arşîva Radyo Erîvanê ( 1 )
Kezîzera Xelo – Bavê Koroxlî

De hê wezê dîyarî Mûşa şewitî ketim navî dara
De wezê dîyarî Mûşa şewitî keim navî dara
De vê sibê telgrafekî ji bavê Koroxlî hatîye dibê nizanime da çima
Perîşanê sê denga Perîxanê dikir gazî
Digo lê lê porê serê mi te kur be
Gava tiştek Bavê Koroxlî biqewime, ez û te mane çima
Wey bavo, wey bavo, wey bavo
De hê wezê dîyarî Mûşa şewitî ketim navî genima
De wezê dîyarî Mûşa şewitî ketim navî genima
Perîxanê sê dengan Perîşanê dikir gazî
Digo lê lê porê serê mi te kur be
Bavê Koroxlî vê sibê sê gula birîndar e
Binîya kanî nizanimê da çima
De bejna Bavê Koroxlî dare darê sipîndar e, maqulê çîçeka
Wey bavo, wey bavo, wey bavo ax
Axayo tu axa yî, wey tu gula mala Emer î
Wey tu çira mala Nemir î
Tu berxê mala bavê Xêlit î
Şera da fenanî serê Rostemî Zal î
Wey bavo, wey bavo, wey bavo ay

Xwendevaênn delal, xweş nayê bîramin lê ez wê waxtê de deh, an jî yanzdeh salî hebûm. Silêmanê mêrê Huznayê ku qîza meta min Derdê bû, wê salê çûbû bajarê Erzurûmê di wan çîya û zozanan de şivantî kirîbû. Payizê gava pezê celebê hatibû firotanê wî jî bi pereyên keda xwe radyoyekî kirîbû anîbû gund.îcar mala bavê Huznayê ji gund çûbûn di deştê da ji xwe re mal çêkirîbûn. Ji bona vê yekê xanîyê wan vala bû û keça wan Huzna tev kulfeta xwe ketibûn bin banê bavê xwe. Mala bavê wê, ya Elîyê Sêlo jî ji mala me qasê sedûpênce metro dûr bû.Malê Elîyê Sêlo xanîyekî duqat bû, qatê binê de axur û kadîn, yê jorê da jî odeyekî û banekî mezin hebû. Di wê waxtê de halê Silêman û Huznayê evqas baş nebû, ango xanîyê wan yê şexsî tunebû. Wan ji bona ev radyo ku Silêman ji Erzurûmê anîbû serê banê de qasê du metro dirêj rotekî mixkirîbûn û li ser wê darê tenik û dirêj du qablo aliqandîbûn. Ev qablo bi rengê kesk û sor bûn. Serê wan qabloyan ji radyoyê girêdabûn û alîyê qabloyên din jî yekî ji pencereyê odê xwar kiribûn heyanê ber derîyê axurê biribûn kirîbûn nava erdê û yê din jî birîbûn ser xanîyê de ji ev darê re aliqandîbûn. Digotin van qabloyan yekî xeta erdêye û a din jî ya hewayê ye. Gelo ji bona çi wan ev qablo kirîyabûn, ser û binê banê da dirêj kirîbûn? Ji bona ku radyoya wan xweş dengê Meryem Xan û Kawîs Axayê nav gund da belav bike û xelk pê radyoya wan qise bike. Di wê waxtê da di gundê me da du, an jî sê radyo hebûn divêm. Îcar wan ev radyoya xwe dibirin hundûrê pencereyê de danî û dema êvarê ku bernama kurdî belav dibû wan pencerên xwe vedikirin ku xelk ji dengê radyoyê guhdarî bike.

Di êvara rojekî de me dît ku kalikê min Hecî Resul wê waxtê de ji heştê salê zedetir bû bastona xwe girtîye û waye diçe mala tornê xwe Huznayê de dixwazê kilama bavê Koroxlî ya ku Meryem Xan distêre guhdarî bike. Tabî em zarok jî banzdan çûn ber derîya Elîyê Sêlo de sekinîyan.Kesî me zarok negirtin hundûrê malê. Ji xwe oda wan ku radyo tê de bû, bûbû tije mêrên rûsipî. Silêman û Huznayê çay ji mêvanan re çêdikirin û nava teşqeleyekî mezin de bûn. Axir dema radyo Tehran beşa Kurdî hat û ev êvarê de şansê kalikê min hebû ku Meryem Xan kilama bavê Koroxlî gotibû. Lê di wê gavê de digotin Hecî Resul weya digîre. Wê waxtê de hemî jî bûbûn xemgîn û kalikê min vegerîyabû hatibû mal. Ji ber ku gelekî pê wê kilamê êşîya bû ne xwastibû zêyde li wir de bimîne.

Nika gava ez wê rojê tînim ji ber bîra xwe çavêmin jî şil dibin û hîn caran bi hêrsan dizîka digirim, kalikê min tê ber çavê min, ziman û welatperwerî, camêrîya wî...
Print