2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
24 ÎLONÊ 1945
2023-01-17 19:17
Suphi Aydın


Awê dengiz yê zaf zelal eyeya ko:
hema çoy tedi astamberê nîkerda.
Qijo ko zaf jêhat:
hema gird nibû.
Ruêj ma yê zaf wêş:
hema namê cuyayiş.
Û eya qala zaf weş ko,
ez wazena tu ra vajî:
hema tu ra nivata mi...

24 ÎLONÊ 1945

Ava behrê ya herî zelal eve ku:
hîna tu kesî têda avjenî nekirîye.
Zarokê herî xweşik:
hîna mezin nebûye.
Rojên me yên herî baş:
hîna nehatine jîyînê.
Û gotinên herî xweş ku
ez dixwazim ji te re bibêjim:
evin ku min hîna ji te re negotine.

BAJAR, ŞOND Û TI

Virarê mi di şima zit bitî
bajar, şond û ti
rueşnayê şima dona mi sûret rî
yow zî buêyê gijîk şima.
Eya zerr ko donapirîye yê kama?
Sêr nefês ma di vêng yey yen pê kute – kuta
awi veng yê tu, yê bajar, yê şond, nîo zî yê mino?
Şond ça di qedîyen û ça ra destpêken bajar
ça di pêynî bajar yena û ti bi xwi ha ça da
ez ça di bena vîn û kam cadi asîyena?

BAJÊR,ÊVAR Û TU

Di hemêza min de hûn tazînin
bajêr, êvar û tu
ronahîya we li sûreta min dixe
yek jî bîhna porên we.
Ev dila ku lêdixe ya kêye?
Li ser nefesa me da dengê wê tê bi kute – kutê
ev deng ya te, ya bajêr, ya êvarê, an jî ya mine?
Êvar li ku diqede û kuva destpêdike bajêr
li ku dawîya bajêr tê û tu bixwe kudayî
ez li ku wenda dibim û li ku xuya dikim?

09.Tîrmeh 1959

Xwendevanên delal, ev herdû helbest yên Nazim Hîkmet’ê ne û min wergerandîye ser zazakî û kurmancîyê.Hêvî dikim ku bixwînin û pê razîbin.Heyanê careka din bimînin di nava aşitî û aramîyê de!





Print