2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
BERF DIBARE
2023-07-18 18:43
Suphi Aydın
Xwendevanên delal, ev çend rojin li welatê me de berf dibare.Jixwe zivistan e û barija berfê jî tiştekî xwezayî ye. Ango berf van rojan de jî nebare wê kengê bibare? Lê barîna berfê îsal hinekî dereng ketîye û van salên dawîyê de jî gelekî kêm dibare. Çawa ku gotinekî xelkê me de tê ziman; dibêjin ‘ her tişt di waxta xwe da başe ’. Lewra barîna berfê jî tenê dema zivistanê de xweş û rinde. Di zivistanê de hewa sare û berf fena lahîfekî sipî erdê binê xwe de ji qerisînê diparêze, nahêle zevîyên ku hatine ajotin bicemidin. Berf nebare wê rûyê erdê bibe hişk, mirov û heywan wê bi birçîya bimirin. Ji ber ku bê barija berf û baranê kanî û çem jî zûha dibin û jîyan tevda disekine. Jixwe ev çend salin li dinê hewa çend pile germ bûye û ji ber kêmbûna dar û berê jî berf û baran jî ne gora sal û zemanê bav û kalên me zêde dibare. Ango lewra barîna berfê di van rojan de dilê gundîyan û ya zarokên wan şa dike. Zarok nav berfa sipîyê de dileyizin û gundî jî bi hêvîya rojên bi bereket dilşa dibin. Ev barija berfê ez careka din birim nav dema zivistanê ya gundê me û dixwazim ji we ra derheqa ev rojên sar û seqemê da jîyana xelkê gundê xwe a rojane eşkere bikim.

Di dema berê de berf hîn caran di zivistanê de sê, çar mehan dibarîya û rêyên navbera gund û bajêran jî dihatin birînê, kesî nedikarî ji mala xwe derkeve here cîhekî din. Gava gundî li serê sibê ji xew radibûn, bi lez û bez bêrên xwe digirtin derdiketin ser xanî, kadîn û gomên pezê xwe. Ev bêr ji destê hosteyan de ji texteyên daran dihatin çêkirin, bi zazakî ji wan bêran re digotin; wiyi. Gundî qasê sê, çar seatan ev berfa ku barîbû dikirin qalib û bi pişta xwe dibirin diavitin cîhekî vala. Wan ev karê berf avitinê ji serê xanîyan bi jin û mêr, keç û xort hevra dikirin. Ji ber ku gundê me cîhekî ase de hatibû çêkirin û xanî hemû bi hevdû re hatibûn zeliqandin. Lewra pêwîst bû meriv ev qalibê berfê hilde bibe bavêje cîhekî vala ku ev berf heyanê dema bûharê li wir dima, piştre dihelîya diçû dibû tev ava newalê. Jîyan di nav ev gundê me da gelekî dijwar bû, ji ber ku ev gund di cîhekî gelekî ase de hatibû çêkirin. Berê ewil berfê li ser xanîyan paqij dikirin û dûre jî li ser kadînê û piştre jî ya serê gomên pezê. Heyanê wan ev karên xwe diqedandin, îcar dor dihat pez û dewarê malê. Wan ji kadînê gurzên gîha bi werisê dikirin pît, diavitin ser pişta xwe û qasê km erd ji gund derdiketin der, dibirin pişt Kuê Zîyarê de di dangên malên xwe da ev berfa ku rojekî berê teze barîbû bi lingên xwe didewisandin,ev gîha diavitin ser berfê û pezê xwe berdidan dangeyê. Wusa her roj du caran wan gîha û av didan pezê xwe û danê êvarê pezê xwe dibirin dikirin nava goman û dihatin malên xwe de nanê êvarê dixwarin û diçûn oda mezin yên mêvanan de rûdiniştin. Belê mêrên gundê me li wir qala berf, pez û ya zemanê berê dikirin. Îcar di gundê me da taxekî hebû cîhê gomên pezê wan de av tune bû, lewra jin û keçên ev malan av ji kanîya gund dikirin qanzikan û dibirin Serê Bondeştê da di dangan de pê pez av didan. Ji kanîyê gund av birina Serê Bondeştê jî gelekî çetin bû. Ev cîh qasê nîv km erd û rêyekî bi qame bû. Meriv ji nêrdîwanan biçûya jor ji wê rêyê çêtir bû. Min bihîst ku jin û keçên wê taxê ku av ji bona pezê di zivistanê de dibirin dangeyan, gelekî ji wan piştre tûşî nexweşîya romatîzmayê bûne.

Cîhê ku gund têda hatibû çêkirin fena nava destê merivan çehlekî bû, xanî hemû bi hevre zeliqandî û serhev de bûn. Di gund de tenê kuçeyekî teng hebû, cîh tunebû ku zarok têda bileyizin, lewra wan serê banan de dileyistin û xwedîyê malan jî ji wan gelekî eciz dibûn. Hemberê gund da jî zinarekî hebû; Kero Pîl. Ji orta gund û Kero Pîlê re jî ava newalê diheriqîya. Hersal di dema zivistanê de bayê ev berf dibir di hemêza Kero Pîlê de di çehlekî de kom dikir û piştî çend heyvan jî ev berfa çehlê fena brûskê dihat ser gund de xanî xirabe dikir û meriv dikûşt. Ango di şevekî zivistanê de dîsa bê westan berf dibarîya, pûk û xezeb, sar û seqem bû. Gundîyan bi avitina çend guleyên tufangê ve gundî hişyar kirin, gazî ket nava gund. Aşît ji Kero Pîlê qetîyabû hatibû ser gund û çend mal ku nêzîkê newalê de bûn, binê berfê de mabûn. Meriv bi nêrîna wê bûyerê metel dima, aşît darên nav newalê tev xwe ji kokê qelişandîbû anîbû kiribû nav malan. Gundîyên me hemû bi hevre ev şeva pûk û xezebê de ketibûn nava lercekî. Wan bi camêrî ev berfa ku fena girekî mezin serê hîn xanîyan girtîbû belav kirin bi bêrên destên xwe. Wan hêvî dikirin ku çend merivên xwe ji binê berfê xelas bikin, lê ev yeka gelekî diwar bû. Dema ku cenderme û qaymeqamê Tirkan ji qeza Depe yê hatibûn gund êdî roj bilind bûbû. Gundîyan meyitên mirîyên xwe ji binê berfê derxistîbûn der, şîna xwe dikirin. Deh kes mirîbûn di binê berfê da, zarok, jin û mêr. Mezelê wan jî wusa bi lez hatin kolandin û ev deh kes di goristana gund de hatin gor kirin. Lê berf dîsa jî bê westan dibarîya û ev roja nexêr tu caran jî naçe ji ber bîra xelkê gundê me.

Gava ku mirî ji binê aşîtê hatibûn derxistin, qeymaqam û çend mexmûrên xwe tev komandar û eskeran ji qezayê me Depê hatibûn gund.Li wir di cîhê ku aşît binê xwe da hiştibû kalekî disekinîya û li wan xebatkarên gund dinêrîya. Lê gava qeymeqam dît ku ev kes wane ji ber sermayê dicirife, jêre got; êxtîyar here mala xwe tu çi hatîyî vira ber sermêda disekinî? Îcar ev êxtîyar apê bavê min Wus Hecî bû. Ev vegerîya ji qeymeqamê re got; tu rabe here mala xwe ev merivê minin, dilê min dişewite ez loma hatim vira, lê tu çi digerî? Hinekî gundî ketin navbera wan û qeymeqam dengê xwe birî. Lê piştî çend deqîqan qeymeqam tev merivên xwe hatibûn oda mala me ya mêvanan de ser doşegan de rûniştîbûn. Ji bona merivên dewletê di cezbê de şîr kelandin û qehwe çêkirin. Dure jî nanê sêlê germ kirin û bi tomast anîn tevî çayê ji ber wan de sifre danîn. Evana fena ku di ev rojê de tofanekî nehatîbe ser serê gundîyan ji xwe re hilîbilîyê xwarin û vexwarinê bûn. Lê qasê heft, heşt cenderme û komandarên wan jî tevî qaymeqamê hatibûn gund. Komandan ev cenderme ber derîyê odê da hişt û hat silav da cemeatê, çû ber sobayê de hinekî xwe germ kir. Gava ev komandan pê hesîya ku kêyfa qaymeqamê di cîh daye, hêrs ket, wî nan nexwar û ji odê mêvanan derket çû ber derî. Lê li ber derî da jî eskeran re tomast kirîbûn nava nanê germ û ev nan di nav destên xwe de givişandibûn bûbû weka qalibekî. Gotibûn esker gunhin bira ev sermayê de birçî ber derîyê de nesekinin.Lê çawa ku komandanê wan ev yeka dît, gêj bû û li eskeran xist. Di heman demê de dapîra min ji mal derket der û komandanê re got; eskeran nexîn min ev nan ji wan re şand gunehin. Komandan ji me pirsî; dayik çi dibêje? Me jî jê re got weha dibêje. Wî dengê xwe nekir esker girt û çû...

Axir çend sal piştî vê bûyerê qasê şêst malên gundê ji wê newalê rakirin birin cîhekî dûz de jê re baraqe çêkirin. Lê xelkê gund yên mayî jî bi perên xwe peyderpey xanîyên xwe li wê deştê de çêkirin.Neha gunda kevn da kesekî nemaye, şikir xelk êdî ji tofanên aşîtê xelas bûn û ji avitina berfê serê xanî, kadîn û goman jî, ji ber ku hemû xanî neha bi tewirekî modern hatinê çêkirinê...

Xwendevanên delal, min ev serpêhatîya jorîn berê erdhêjê, zelzeleyê nivîsîbû. Neha dixwazim derheqa erdhêjê de çend gotinên xwe ji we ra binivîsim. Çawa ku tê zanîn welatê me li ser xetê erdhêjê da ye û gelekî caran jî erd dihêje, meriv dimirin, birîndar dibin, xanî dirêjin, pez, dewar jî telef dibin. Zirarên mezin dighêje xelkê me. Hîn dewletên weka Japon, Şîlî, Meksîka û ABD yê ev zirarê ku zelzele çêdike bi tedbîrên xwe sivik kirine û xelkê xwe parastine ji mirinê.Lê li welatê weka Tirkîyê û Surîyê de ev yeka heyanê vê rojê çênebûye û xelkê reben hiştine bê tedbîr û tevdîrê. Berî deh rojan, 06.02.2023 de li Maraşê, Entabê, Hatay, Antakya, Îskenderûn, Îslahîye, Pazarcik, Meletî, Semsûr, Amed, Ruha yê û binê xetê da jî ji Efrînê bigre heyanê bajarê Helebê zelzeleyekî gelekî xedar erd hêjand. Mixabin bi sed hezaran meriv binê xanîyan de canê xwe dan û bi sed hezaran jî birîndar hene. Helbet ev yeka ji berê erdhêjê jî hatibû texmîn kirin û pisporên erdzanînê dikirin gazî, ji berpirsyarên dewletê re digotin tedbîran bigrin ku ev tufan zerarê mezin nede xelkê herêmê. Lê çawa ku xelk pê dizane, tu derê tu tedbîr jî nehatin girtin û ev roja reş li ser xelkê me da hat. Em gelekî xemgînin, ji ber ku hêza me nagehêje ev tufanê, tenê ji dûrva li welatê xelkê bûyerê dişopînin. Lê li her derê dinê û derên ku xelkê welatê me têda dijî alîkarî ji bona heremên erdhêjê tê berhevkirin. Hêvîdarim ev yeka roj bi roj zêyde bibe û bigîhêje şûna xwe. Bi rastî birînên merivên herêma erdhêjê bêne derman kirin. Yên ku alîkarî berhev dikin û bi şev û roj nava xebata alîkarîyê dane ji wan re hurmet û silavên xwe dişînim, gelekî sipas, her hebin. Weka din jî divê herkes bizanibe heyanê em xwedîyê maf û azadîya xwe nebin, em nikarin rojên wusa tarî û tengasîyê de alîkarîya mirovên xwe jî bikin...

Print