2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
SITRANÊN ME
2023-07-27 20:15
Suphi Aydın
Sitranên me
wê belavbin herin kolanên dûr.
Sitranên me
divê ber derîyên me da bisekînin
camên pecereyan ger bikutînin
pêwste ew destên derîyên malan bihejînin,
wusa bi hêz bihejînin ku
heyanê ew dest bên êşandin,
derî
heyanê ku çepilên xwe yên girêdayî vekin...

Em fêhm nakin
sitranên ku tenê bi devekî tên gotinê.
Di her şevên heznahîyê da
di her rojên cejnê da
sitranên me
sendûqekî gazê birêjînin ser erdê
rabin ser sendûqê
bi destên xwe yên mezin çepikan lêbixin.

Sitranên me
weka bayê nav daristanê xwe bi me
wê bi awazekî bi hevra bidin xwendinê!
Sitranên me
wê pêşîya me da êriş bikin ser dijminê,
ji ber ku sor bibe rûyê me
sûreta sitranên me wê bimînê nav xwînê...

Sitranên me
wê belavbin herin kolanên dûr!
Sitranên me
tenê ji dilekî ku perdên xwe xwarin
rûnin ev xanîyande ku derîyên wan girtîne!
Sitranên me
wê derkevin ber bayê...

MIRÎYÊ MEYDANA BEYAZÎDÊ

Mirîyekî radize
xortekî nonzdeh salîye
di rojan de li ber tavê
û di şevan li binê sitêran de
li Stembolê, meydana Beyazîdê da.

Mirîyekî radize
di destekî da pirtûka wî ya dibistanê
yê din da jî xevna wî ku hîna di destpêkê da qedîya bû
di heyva Avrîl ê, sala 1960 de
li Stembolê, meydana Beyazîdê da.

Mirîyekî radize
kuştin
birîna gullan
di enîya wî de fena gulqeranfîla sor vebû
li Stembolê, meydana Beyazîdê da.

Mirîyekî wê raze
xwîna wî dilop bi dilom bikeve erdê
heya ku gelê min bi çek, bi sitranên azadî
rizgar bike
meydana mezin.

Gulan, 1960

Xwendevanê delal, vê carê jî we re wergera ev herdû helbestên Nazim Hîkmet ê pêşkêş dikim.Hêvî dikim ku ev keda min bi gora dilê we be. Heyanê careka din bimînin di nav aramî û aşitîyê de!
Print