2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
DILÊ MIN
2023-08-12 01:12
Suphi Aydın
DILÊ MIN

Di sînga min de panzde birîn hene!
Panzde kêrên deste reş ve xistin dilê min.
Dilê min dîsa lêdixe,
wê her wusa jî lê bixe...

Di sînga min de panzde birîn hene
Panzde birînên min hatin pêçandin
fena marên reş û sîsik va bi avên tarî!
Dixwaze min bixeniqîne Behrareş,
dixwaze min bixeniqîne
bi avên bixwîn û tarî !!!
Panzde kêrên deste reş ve xistin dilê min.
Dilê min dîsa lêdixe,
wê her wusa jî lê bixe!..

Di sînga min de panzde birîn hene!
Avitin ber kêran sînga min ji panzde cîyê va,
seh kirin ku wê lênexe êdî dilê min ji kederê,
Dilê min dîsa lêdixe,
wê her wusa jî lêbixe!!!

Şewitî ji 15 birînên min de 15 agir,
şikîyan di sînga min de 15 kêrên destereş.
Lê dilê min
fena alekî bixwîn lêdixe,
WÊ HER WUSA JÎ LÊBIXE!!

1925

6 ÇILEYÊ PAŞÎN 1945

Evana dijminê jîyanê ne delalê,
ya avê ku diheriqe,
ya darê fêkîyan,
dijminê jîyana geş pêşveçûyînê ne.
Ji ber ku mirin deqa xwe li enîya wan xist:
diranê pûç, goştê peritî
wê bê hilweşandin ev dezgeha kevn.

Û helbet delala min, helbet,
wê çepilên xwe serbest bade û bigere,
seyran bike bi cil û bergên xwe yên bi rûmet,
bi lîbasên karkeran va
li ser erdê vê welatê xweşik da azadî...

30 ÎLONÊ 1945

Min gelekî bêrîya te kirîye
ji te bîranîn tiştekî xweşe
fena hêvîyekî ye
weka ku bibihêzî sitrana hêrî xweşik ya dinê
( fena tiştekî wusa xweş )
Lê êdî ji min re qîm nakin hêvî,
ez naxwazim guhdarîya sitranan bikim êdî
lê dixwazim sitranan bi xwe bistirêm...

Xwendevanên delal, vê gavê jî wergera sê helbestên Nazim Hîkmet’ê bi kurmancî ji bona we neşir dikim. Hêvî dikim ku ev keda min qayîl bin.Heyanê careka din bimînin di nav aşitî û aramîyê de.



Print