2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
RADIZE DI QELA BURSA’YÊ DA
2023-08-25 22:39
Suphi Aydın
Evîndarê we Komînîste
deh salin girtîye,
radize di qela Bursa’yê da.

Girtîye, lê wî bend û qeyd qetandîne,
gîhiştîye mertebayê herî bilind radize,
radize di qela Bursa’yê da.

Rîçikên xwe di axa welatê da ye,
fena Bedreddînê hildigre barê,
radize di qela Bursa’yê da.

Bêdawînin nayên birîn sitranên wî,
wenda nekirîye wî ceneta xwe,
radize di qela Bursa’yê da.

1947

MÊRIKÊ BI GULQERANFÎL

Di tarîya berbangê da,
binê ronahîya pirojektoran da,
mêrikê ku hatibû gulleberdanê
resmekî wî
disekine li ser masayê min da.

Destê wî yê rast
girtîye gulqeranfîlê
fena kêrîya ronahîyê li behra Yewnanê.
Mêrikê bi gulqeranfîl
ji binê birûyên xwe yên giran û reş va
dinêre bi çavên xwe yên bê tirs û bê şik,
zelal dinêre.

Tenê sitran dikarin ewqas zelal bin
û tenê Komînîst
wusa sond dixwin bê derew.
Diranên wî sipîyê berfê ne;
dikene Beloyanîs.
Û di destên wî de gulqeranfîl,
ev mêrxas
ev rojên
rezîl da
fena gotinên xwe ku ji mirovan re gotibû...
Li mehkemayê de hatîye kişandinê ev foxraf.
Piştî biryara dardakirinê...

Moskova, 26 Gulan 1952

GUNDÎYÊ TIRK

Yê ku ji axê fêr dibe
bê kitêb zanaye
fena mele Nasreddîn digîre
weka Zîhnîyê Bayburt’ê dikene
Ferhad e,
Kerem e,
Keloxlan e.
Rê vedibe ji bona xêr nedîyê xerîb re,
namîne hêvî êdî ji dayik û bavan
feleka qehpik dixapîne wî.
Lehî di berxweda dibin roja wî
yarekî re hez dike
lê ji xelkê re dibe yar
baskên wî dişikîn
ji çolan dikeve.
Bi zîndî tê gor kirin ew.
Ew, Yunus êbê çareye,
ji serî heyanê lingan birîndare.
Jehre vedixwe di şûna avê de,
lê ger hebûya rêberê wan yê zana
û carekî yek bibana tevdîra wan,
êdî bese!
Bibêjin,
carekî soz bidin hev û bibêjin:
ne Îsrafîl dikare ber wan bedena xwe çêke
wê mehlûkat cîhe xwe da bisekine û bimîne metal.
Nefesa erdê
wê di dilê wî de bavêje,
ne dikare êdî xwe zeft bike
ne jî gunê wî tê ji dijminan re,
çîyan perçe dike ji hev belav dike,
zinaran dibire rê vedike ji bona heriqandina avê...

Xwendevanên delal, vê carê jî ji bona we wergera sê helbestên Nazim Hîkmet ê bi kurmancî neşir dikim. Hêvîdarim pê razî bin. Bimînin di nav xweşî û başîyê de!

Print