2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ
2024-02-21 18:47
Suphi Aydın
Xwendevanên delal, ev roj roja zimanê dayikê ye û her sal ji alîyê UNESCO yê tê pîrozkirin. Jixwe li rûyê erdê da zimanê ku ji sed salin xwedîyê maf û azadîyê nîne kurdî ye. Bi taybetî li bakurê Kurdîstanê de gelekî zordarî ji alîyê dewleta tirkîyê li ser zazakî û kurmancîyê hatîye meşandin û ev yeka ev roj jî berdewame. Di vê derheqê da hemû merivên bakurê welatê me xwedîyê serpêhatîyên cure bi curenin. Ez bixwe jî him dema dibistanê de û him jî dûre bûme şahîdên bûyeran ku zor û zilma dewletê li ser zimanê kurdî de eşkera dihatin ajotinê. Li vê roja pîroz de dixwazim li ser ev serpehatîyên xwe û yên hemwelatîyên xwe çend mîsalan binivîsim.

Dibistanê ewil yê bajarê Edeneyê da ez diçûm pola pêncan. Bavê min ez teslîmê xwişka xwe Gulçînê kirîbû, ez wê salê mala wan de dimam. Navê dibistanê Tepebax bû û li hemberê hotelê Agba yê bû. Ev der li ser kolanê Abîdin Paşa’yê de bû. Ez her roj li wir derbazê dibistanê dibûm û berê çûyîna dibistanê qasê nîv seatê jî li ser rê da ber Fîlîm Studîyo Gûnay ya Yilmaz Gunay disekinîyam û min resmên fîlmên wî temaşe dikir. Jixwe ez wê demê de hîna zarokekî duwanzdeh salî bûm. Roja ewil ez çûm dibistanê û pola pêncan de cem hevalê xwe Mehmet rûniştim ku ev jî lawê qîza pismamê bavê min bû. Mehmet çend sal berê min hatibû bajarê Edeneyê da diçû dibistanê û lewra tirkîya wî ji ya min baştir bû. Memosteyê me xanimekî bedew bû, ket nava sinifê û pê hesîya ku ez teze hatime wê polê.Ji min pirs kir got: Navê te çiye? Min dengê xwe nekir, fêhm dikim lê newêrim bersîva wê bidim. Hevalê min bersîva wê da, navê wî Suphî yê. Memoste hêrs ket got, ma tu abûkatê wî yî? Lawikê got: Na ew zede tirkî nizane loma. Memoste jî hiiiiim got û dengê xwe birî. Ez yek sal li wê dibistanê de çûm û hatim,lê memoste xanim rojekî ne li min tiştekî pirsî û nejî min wê re tiştekî pirs kir. Wusa weka mêvana çûm û hatim wê salê.
Axir dawîya salê hatibû û ji bona îmtîhanê komekî memostan hatibû hilbijartin, wan sê kesan biryar didan kê dîplomayê qezenc bike an jî na. Wan sê memoste jî jin bûn.Yekî memosteyê pola min bû, ya din jî mudûre xanim a dibistanê bû, ya sêyemîn jî dîsan memosteyekî dil pak yê wê dibistanê bû. Ev sê memostê wane rûniştine û dixwazin min îmtîhan bikin. Mudûre xanim dest bi axaftinê kir: Ewladê min ji me ra kilama Eyşokê bûkê ‘ Gelîn Ayşe’ bibêje. Ez jî ev sitrana nizanim. Min got: memoste ez ev sitranê nizanim. Mudûrê xanim hêrs ket, vegerîya ji memosteyê min re got; ev lawik salekî li vir e, te nekarî ev kilama Eyşokê bûkê jî wî bidî fêr kirin? Wê jî got, ez çawa bikim ji welatê şerqê hatîye tirkî nizane. Ev her sê memoste bi suretekî tehl û tirş va li min dinêrin û xwe bi xwe dibêjin em çi bikin vê lawikê nizanê kilamekî jî bistêre. Yekî ji wan got, ev lawik dîne çiye nikare Eyşokê bûkê jî bistêre? Ez tirsîyam min xwe bi xwe got, wele ewê min bavêjin tîmarxaneyê. Hema carekî de cesaret ket dilê min, min got, memosteyên min ez sitrana dizanim, lê ne bi tirkîyê. Mudûre xanim ji min pirs kir, tu kîjan zimanê dizanî kilaman bistêrî? Min got; ez bi zimanê cem me dizanim. Tabî ditirsim, newêrim bêjim ez bi kurdî dizanim. Mudûre xanim jî hêrs ket got, bibêje kîjan ziman dibe bira bibe. Min jî ji wan her sê memosteyên xwe ra sitrana ‘ lore lore Xelîl lore ‘ got. Hinekî ji wê sitranê ji bîra min de maye wusa bû: Lore lore Xelîl lore / Xelîl kuştin bi keviran / Xeniqandin bi kendiran... Piştî gotina ev kilamê wan bi metel mayî ji min dinêrîyan û digotin guneye ji wî welatê hatîyê vira qe nebe bira bibe xwedîyê dîplomayekî, divê di derîyekî dewletê da bibe xedeme felan. Mudûre xanimê digot; ewladê min dengê te çiqas xweşe, lê me fehm nekir te çi got, ka ji me ra hinekî wergerîne em pê bizanibin. Min jî ji wan re wê waxtê de bi gora zanîna xwe ev sitrana wergerandîbû. Mudûre xanim digot aferîm ji te ra, te îmtehan qezenc kir. Ez jî alîyekî de kêyfxweş bûm min digot ezê destvala venegerim gund û alîkî da jî ez hers bibûm ku çira ew dixwazin ezê bibim xedemeyekî.

Dûre ez ji bajarê Edenê vegerîyam hatim qeza me Depe yê da çûm dibistanê nîvçeyê da pola yekan da min xwend. Li wir jî qeymeqamekî hebû ji eslê xwe ji xelkê bajarê Îspartayê bû, xelkê jê ditirsîyan digotin delû ye û merivê Serokwezîr Suleyman Demîrel ê ye . Ev qeymeqam her roj di nav sûka Depeyê da xelkê ra dida xebera û ew pîhn dikir digot: Kurdî qise nekin, kurdî qise nekin. Ew qeymeqam jî û xanima wî jî dihatin dibistanê de ders didan me.Ez vegerim ser gêjbûn û zordarîya wî qeymeqamê. Îcar di qeza me Depeyê de dukana xalê Bakî Onur e hebû, tê de sêlekên kilaman ya bi kurdî û pîlak difrot. Di rojekî de ev qaymeqam waye nav sûkê Depê de digere û dengê Ayşe Şanê dibihîse ku wê sitranekî da ji bona şîna Yusuf Azîzoxlu dogot. Ev qeymeqam dîn dibe, diçe nava dukanê de bi lingan diçe ser pîlakê û wê dîşikîne. Xwedîyê dukanê tehmûl nake û çend gurmikan li bin çengên wî dixîne. Ev mesele li nav welatê me da bûbû hadîseyekî mezin, xelkê digotin aferîn ji xwedîyê dukanê re, çi heqê wî heye ku pîlakê xelkê bişikîne.Axir eskeran xalê Bakî Onur girtin birin avitin hepsê êdî Xwedê bizanibe wan çi anîn ser serê wî camêrî?

Print