2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
Stokholm, Kalmar û Upsala
2014-05-04 21:58
Kemal Burkay


Xwendevanên delal,

Hîn li Stokholmê me. Ji bo vê carê min ji xwe ra 20 roj veqetandibû, da ku wêsa xwe bistînim. Lê roj bi lez derbaz bûn û vaye bû 4ê Gulanê; du roj şunda vedigerim.

Dîsa jî di vê navberê da min bala xwe da bûyerên Tirkîyê û Kurdistanê û hin tişt nivîsandin. Tevî hin hevalan çûm bajarê Kalmarê li başûrê Swêdê, her usa bajarê Upsala li tenişt Stokholmê, li wir hin heval dîtin ku piştgiriya HAK-PAR’ê dikin, heya hin ji wan hatibûn welat û tevî kar xebata me ya hilbijartinê bûbûn.

Gelek ji wan, wek min di destpêka salên 1980’yî da, heya hinek ji wan berî wê hatibûn der welat. Hinek ji wan wek karker û mamoste xebitîne, hinan jî karê xwe avakirine, wekî restoran û tiştê han dişuxulînin. Lê agırê dilê wan di van salên dirêj da venemiriye. Çav û guhê wan li bûyerên welat e, li ser doza azadiya gel û welat difikirin, qise dikin û tiştê ku ji dest wan tê dikin.

Van hevalan, di dema borî da li rêxistinên welatperwer ên cuda cuda da kar kirine, lê nuha li dora HAK-PARê civîyane. Di derheqa hin siyasetên şaş, ku dewletê bi destê hin mirovên xirab û bêbext daye pêş Kurdan bîr û raya wan gelek zelal e. Ew ne ji wan kesan in ku -çi rast çi şaş- tim xwe didin alî xurtan, yan jî îrada xwe teslîmî kesên dinê kirine…

Bi rastî, bi dîtin û sohbeta van hevalan kêfxweş bûm û cardin giham wê qeneetê ku ji bo bêhêvîbûnê sebep tune, Kurd ne raza ne, di gel gelek kesên bê bawerî, bê vîcdan û gufire, gelek jî mirovên hişyar, xwedî vîcdan û xwedî wîzyon hene. Şik tune, Gelê Kurd di saya wan da zû an dereng riya rast dê bibîne û xwe ji tofana van 20-30 selên dawî xilas bike.

Kulîlkên hêrûgan, berf û bihar

Piçek jî behsa av û hewaya Swêdê bikim…

Dema hatim Stokholmê 16ê Nîsanê, ango li vir serê biharê bû. Darên piçûk li dorberê baxçeyan teze pel didan û ji darên mezin hîn deng tune bû. Lê du hefte derbaz bûn, dar û ber bi pel û kulîlkan xemilîn.

10-12 rojan hewa vekirî, ango bi roj û germ bû. Lê piştra bayekî sar û baran hat. Sibeha 1ê Gulanê berf barî!

32 sal berê dema teze hatibûm Swêde, hevalên ku berî min hatibûn digotin: “Me dîtîye di 1ê Gulanê da berf bariye.”

Ango, Gelek dereng be jî îsal ez jî şadê vî tiştî bûm. Şiêreke min heye ku min salan berê li ser berf û kulîlkên Swêdê nivîsandibû:

Li Bakûr bi kulîlkên hêrûgan tê bihar,

Mîna berfa sîs…
Lê nişkêva berf datê û erdê dadigire
Êdî ger dikarî ji hev cuda bike
Kîjan kulîlkên hêrûgan e, kîjan berf e!

Îsal, roja 1ê Gulanê ez, her usa jî rastî vê yekê hatim…

4 Gulan, 2014 -Stokholm




Print