2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Xiyaneta aşkere
2014-07-21 15:23
Eskerê Boyik
Niha çavê temamiya cîhanê li Kurdistana Başûr e.

Tev dibêjin, Kurda ra mecaleke zêrîn vebûye ku xewna xwe ya dewrana bînne sêrî- dewleta xwe çêkin.

Xêrxwez bi rehm û erênî xwestekê serokê Heremê- welatparêzê mezin Mesûd BARZANÎ dinhêrin.

Dagerkir, xêrnexwez, hevsûd bi çavsorî, destê xwe danîne li ser dilê xwe, lêne biteqin…

Dewletên xweyî gotin hesabê kar û zirara xwe dikin.

Mirov nikare gazina li wan bike, xelkin.

Kes kurda ra azadiyê, serxwebûnê, ji nîrê koletiya dewrana xilazbûnê nayne.

Azadiyê diyarî nadin.

Ala azadiyê bi xûna xweşmêr û şhîda, bi bedel û dijweryan bilind dibe.

Tifaq û yekîtiya gel hîmê her altindaryan e.

Dilê mirov dêşe, ku hinek hêzên Kurda, “ serok û rêvabir” dijî serxwebûna Kurdistanê ne.

Ew ji ew hêzin ku “xwedêgravî” ji bo azadiya Kurda-Kurdistanê bi sala şerkariyê dimeşînin.

Serê wan di bin pinceka dagerkir û neyarên kurda da, bi dilê wan diaxivin: “ Dema serxwebûn, dewletbûna Kurda nehatiye”.

Gelî birêzan ew demê kengê bê?

Kengê dawî xiyanetê bê?

Eger ev derfet ji destê Kurda çû, di rûyê wan da Kurd nebûn hêzeke hevgirtî û ji bo serxwebûna welatê xwe têkoşîn nedan, navê wan hêzan, serokan, rêvabiran, oldaran wê bi tenya reş dîroka Kurdistanê da bê nivîsar.

Û eger bext vê care jî Kurdara nekene, mafê wan nîne xiyanetê li gelê xwe bikin, dilê xelkê kurd bişkênin, gumanê qels bikin, bawariya azadiya pêşîrojê bêhîvî bikin…

Kê, li rojê wa dijî yekîtî û tifaqa gel in- xayînê aşkere ne.

Xiyaneta aşkere.

Nelet!

20.07.2014

Print