2018-09-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Sipasnameyek
2014-07-27 22:58
Bawerê Omerî
Xwezaya gerdonê bi me daye zanîn ku dema dijminatî dikeve nav du aliyan de, herdû alî bi hemû alavên berevaniyê şerê hevdû dikin, ji lewra mirov di encama wî şerî de malwêrankirin, şewat, sirgon, kuştin, tunebûn û windakirinê hiltîne.

Di dirêjiya sedsala bîsta de û ta roja îro miletê Kurd toşî gelek sitemkarî û şeran bûye, dijminên wî hemû delîv bi kar anîne ji bo ku wî ji ser xaka wî Kurdistan rakin, carnan di alavên ragihandinê de û pirê caran jî bi dizî digotin “Kurd ne milet e, welat ji wan re tuneye, zimanê wan yê Qereçiya ye, ew bi xwe ji gotinên hevdû tênagihên ji ber ku çanda wan tuneye, ew çend êl in û ol ji wan re tuneye, ew di dîrokê de hîn nebûne milet û xwedî dewlet, ew hov û dêwên serê çiyan ne, mirovantî li cem wan tuneye, ser hişk û bê mejî ne, pêdiviye ew li vir nebin xwedî dewlet, ew ji Pakistan û Efxanistanê û Hindê hatine nav dewleta Tirkiyê û Sûriyê û Iraqê û Iranê û Ezerbeycan û Ermenistanê, ti mafên wan li cem me tuneye, bela vegerin cihên ku jê hatine”.

Pêşî wan rapor û pirojeyên propagandayê dinivîsîn û bi dizî jî di rêka peyayên xwe re li dijî hebûna miletê Kurd li nav kolanan belav dikirin, paşê saloxdar û peyayên xiniz bi rola xwe ya paqij û zêrîn radibûn,

Bi vê êrîşa bê dilovanî, gotin û mebest û daxwazên wan tev de dighajt nav kolan û civata kurdî.

Gelek caran min ji nav lêvên xiniz û nezanan ew propaganda guhdarî kiriye, çaxê digotin, mirov bi hemû zimanan dikare di wêneguhêz û êzgeh û bêtêlk û têldengiyan de biaxive, û nivîsandinê li çapxaneyan çap bike, lê tenê bi zimanê kurdî nikare, lê heger hat û we zimanê kurdî ji van alavên ragihandinê xwend û guhdarî kir, ev alav dibin ku bi me de biteqin û me perçe werçe bikin, û wê çaxê dawiya dinyayê ye, ji ber ku Kurd ne milet in, û ew ne cihê ewleyiyê ne bo mirov li wan guhdarî bike û zimanê wan bixwîne.

Ji bandora vê dijminatiya bêwestan gelek caran mirovên nezan jî berdestiyên bi nirx ji dijminên Kurd re dikirin, carekê em li civatekê rûniştîbûn, endamekî desteya navendî ya partiyeke Kurdên Kurdistana Sûriyeyê (Kurdistana başûrê rojava) ya hem bi hejmara xwe û hem jî bi zanebûn û karê xwe pir pir pir biçûk e, ez dikarim bêjim hima partiya wî bi mezinbûna gêrgêrîkekê ye û bi mejiyê mirîşkekê ye, ew nezan weha ji civata me re dibêje “Gelî hêjayan, li Emerîka û di avahiya dewletên yekbûyî de, carekê yekî Ermen gotinekê pêşkêşî dewletên endam in dike, û ji nişkêve marekî ji bêrîka xwe derdixe û berdide nav wan, dibêjin tavilê qerebalix û tevlokiyek mezin çêdibe û ew endam hemû bi carek ji wê odeya mezin direvin, vêca yê Ermen weha ji wan re dibêje “Binêrin! Kurd mîna vî marî ne, heger ku Kurd bibin dewlet wê weha li dinyayê hemiyî bikin, vaye we bi çavên serê xwe dît, gereke em nehêlin Kurd bibin xwedî dewlet”.

Çawa vî nezanî gotina xwe bidawî anî, vêca min destpê kir û waneyeke toreyî dayê, ji bo ku di jiyana xwe tevî de nema gotin û propagandaya dijiminê miletê Kurd li nav civatan bigerîne û dûbare bike.

Ji yasaya hebûnê xuyaye, carnan ne her tiştê ku mirov bixwaze bi dest dikeve û wek wî dibe, her çiqas ev dijminên bê sinc bi hemû hêza xwe dixwestin vî miletî ji ser zemîna wî rakin û tune bikin, ew qas jî miletê Kurd bi dijwarî û mêxasî berevanî li xwe dikir ji bo hebûna xwe biparêse.

Ji çaxê ez ji dayika xwe bûme û ta dawiya sedsala bîsta, çar tiştan hiştibû ku ez bi pirsa Kurdî ve bême girêdan, yek jê civata me ya malê bû, ku pirê wê ji helbestvan, rêzanvan û xebatkaran bû, û hebûna pirtûk û rojname û belavokên bi kurdî û erebî li mala me bû, û wêneyên Memo û Zînê bi rengê kesk û so û zer û yê seydayê Mistefayê Barzanî û Cegerxwîn û Seîd Elçî yên ku li mala me daliqandî bûn û dawî bandora kesayetiya bavê min li min bû.

Ya dudoya dengê êzgehên Kurdî ya Bako, Êrîvan, Bexdayê, û dengê êzgeha Kurdistanê û şoreşa Kurdî bû.

Ya sisiya berxwedana miletê Kurd û şoreşên wî bûn, û ya çara jî nûçyên wêneguhêzan bû.

Bi rastî, heger ji destê dijminê miletê Kurd derketa, wê xwe bighandana karxaneyên ku wêneguhêz û êzgeh û bêtêlk û têldeng û kompyûter û alavên çapê berhemkirine, ji bo ku nehiştna zimanê kurdî û wêneyên kurdî di van makîneyan de bikar bînin, lê van dijminan ji bîr kirine, ku ne hemû milet û kesên li vê cîhanê wek wan dijminatiya miletê Kurd dikin, û ti bandora wan li van dewletên pîşesazî û pêşketî tuneye.

Bext û şensê herî mezin yê miletê Kurd ew bû, ku ev cîhana mezin ne tenê di destê van regezperestên Tirk, Ereb, Faris, Ezer, Ermen, Aşûr û Sûyaniyan de ye, lê belê gelek miletên din li vê cihanê hene ji wan zanatir û pêşketîtir in.

Dijminê miletê Kurd ne ew dijminê pir zana ye, û nîşan jî ew e, ku ev nêzîka sed saliye ji desthilata wî nikarîbû pêdiviyên jiyana rojane ya hevwelatiyên xwe pêşve bibe û baştir bike, ji lewra di nav wan bi xwe de pir nakokî derdikevin û ew xwe bi xwe jî nema li hev ewle dibin.

Vêca ji wan kesên Kurd re yên ku bi xebat û berxwedana xwe nasnameya miletê Kurd ji windabûn û tunekirinê parastine, û ji wan kesên biyanî re yên ku li karxaneyên xwe alavên nivîsandin û ragihandinê ji mirovatiyê re berhemkirine, ew kes ji kîjan êl û ol û miletan bin bela bibin, gereke em ji sibeyê ta bi êvarê du caran, carekê bi rojhilatê re û carekê bi rojavayê re ji wan re limêj û lava bikin, û ji bo vegerandina qenciyê li wan gereke li navenda hemû bajarên Kurdistanê pûtên wan bêtin danîn, û di dawiyê de ji bo vî karê wan yê nirxdar û hêja ku pêşkêşî miletê Kurd û hemû miletên bindest kirine, ez ji kûraniya dilê xwe wan sipas dikin û vê gotara xwe ya bi navê sipasnameyek ji wan hêjayan re pêşkêş dikim.

23.07.2014

Bawere-Omeri@hotmail.com






Print