2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Tolan
 
Xembarî û sedemên fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran
2014-08-06 22:44
Kemal Tolan
Ez niha hîn zêdetir xemgînim bûm ku, birêvebirên Hikumeta Herêma Kurdistana azad guh nedane vê banga min kiribû û gotibû, “ divê rêvebirên hikumeta Kurdîstana azad, wan kes ku me û zarokên xwediyên axa Kurdistanê berdidine hevûdinê, me Kurdan ji bona menfêata fanatîzma xwe jihevûdinê dûrdikin û me bihevûdinê didinekuştin baştir nasbikin. Heta ji wan bê, ew rojek berî rojekê destên wan paşverû û olperestên nezan ji nava rêberîtiya netew û civaka me derxînen. Di zagon û desthilatdariya Kurdî de ferzbikin ku hemû rêber û oldarên Kurdîstanî ji nasnama xwe ya kurdbûnê re xwedî derkevin û eşkere li her derî, ji her kesî re bibêjin Kurd, Kurd e çî misilman, çî êzdî, çi kildanî, û hwd.ê.

Jixwe heta ku berpirsên hikumeta Kurdistana azad û yên civaka Êzdî(çi li nav û derveyî welat de ne)yan, di derheqê pirsgirêkên ku nakokiyan dixine nava gelê Kurd de xemsaribin û li hemberî dijberên Kurdayetiyê hevkariyeke xwe ye bi rêk û pêk çênekin, wê aşîtî û demokrasiya li Kurdistanê jî bi ser nekeve(*1)”. Her wisa gotibû, pêwîste her kes bizanibe “di dîrokê de gelek tevkujiyên li Şengalê pêk hatine veşartî ne(*2)”

Piştî van xembariyan îro dîsa dibêjim, eger ku hêz, rêxistunên Kurdan û bi taybetî jî gava berpirsyarên HHK û pêşmergên Kurdisanê hingê giringî bidana van xwebariyên me Êzdiyan, wê îro jî ev fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran ku di 02.08.14 de, bi destên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li herêma Şingalê destpêkiriye jî çênebûna.

Li goriya ku ez ji gelek agahdariyên çapemenî û mediyayên ragehandina Kurdî, yên ku li ser buyerên fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran têne belakirin û ji zargotina xwepêşevandanên ku li gelek bajarên Almaniya yê beşdarî meş û banga hawara Şengalê bûne dibêjin fêhmdikim, gava wî wextê ku çeteyên DAIŞ`ê hatin ketine nav bajarê Şengalê, hingê pêşmergen Kurdistanê berxwebidana û çek bidana wan kesên ku dixwastin xwe biparêzin, wê ziyan(kuştin, revandin, wêranbûn, birçîbûn, mirin ûhwd.)ê vî fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran jî li herêma Şingalê ne hewqas zêdebûna..................

Ez îro dîsa bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdan dikim û dêjim, eger ku hûn bi hestên “biratiyê” û bi alîkariyên pêwîstin, van birînên fermanê heftêûçaran bi lezgînî derman nekin, wan qumandarên pêşmerga, yên ku di qada şerde bi hemd berxwenedan, xelqê Şengalê li ber destên çeteyên DAIŞ`ê de bi tenê hîştin û reviyan, wê hingê ji min û gelek Êzdiyên mîna min ra jî zêdetir eşkere bive ku, êdî piraniya hêz û rêxistunên Kurdan dixwazin bi hemda xwe, me Êzdiyan ji bona berjiwendiyên hêz û rêxistinên xwe bikine qurban. Û ji ber van gelek egeran, êdî rêya ku “rewşenbîr, zane, nivîskar, siyasetvan, hunermend, berpirsyarê oldarî, sazî, komel, dezgeh û rêxistinên êzîdiyan“ xwe bi her hawayî va ji nav hêz, rêxistinên Kurdan û bi taybetî jî xwe ji nav hêzên pêşmergên Kurdisatnê dûrbikin jî zelaldibe. ...

Hêvîdarim ku hemû hêz û rêxistinên Kurdan girîngiyê bidine van xwebariyên min, em bikaribin bihevûdinê ra ji wê nêrîna ku min gotibû “em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne (*3)ra xwedî derkevin, van birînên fermanê heftêûçaran jî zû derman bikin û cardinê tu hêz me Êzdiyan ji bo armancên hêz anjî rêxistinên xwe û “yekîtiya netewî “ nekine qurban!

Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdîtiyê- 06.08.14

*Çavkanî:
1.Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/dijberen-kurdayetiye.html
2.Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/di-diroke-de-gelek-tevkujiyen-li-sengale.html
3.Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/em-kurd-tev-mina-seven-ji-dareke-ne.html


Print