2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Doç. Dr. Ekrem Önen
 
Medya Kurdî û şerê pîskolojîk
2014-08-13 18:16
Doç. Dr. Ekrem Önen
ekremonen@hotmail.com

Medya Kurdî û şerê pîskolojîk :

înformasyon –desînformasyon,

propaganda-kontrpropaganda


Bûyerên dawî li Kurdistanê hîşt ku hemû Kurd hişyar bibin û liser pirsa massmedya rawestin. Ev pirs bê guman yek ji pirsên herî grîng ên Kurdistanê ye, heger çareserîyek jêre neyê danîn wê di demên pêşya mede her wê hîn betir pirsgrêk be. Wek min di gelek lêkolînên berê de jî anî bû ziman pirsa massmedya yek ji pirsên herî grîng ên Kurda ne ku lazime Kurd serên xwe pêre bi êşînîn.

Ji bo hemû welatan massmedya roleke gelek grîng dileyze her wek adet tê gotin ku massmedya di welatekî de rola 4 emîn dileyze jî, lê bi ya min di serdema me de rola yekemîn dileyze evêya ji bo me kurdan di demên derbasbûyî de her weha di van bûyerên dawî de careke din ji me re dan îspat kirin rola wê çuqas grînge.

Wek qaîdak unîversal li hemû welatan 3 qonaxên medya hene:

1 qonaxa medya partîtî,

2 qonaxa medya profesyonal,

3 qonaxa medya komersîal (ticarî).

Îroj li kêm welatan medya qonaxa pêşîn a partîtî maye, pir heyf li Kurdistanê hin jî di qonaxq medya partîtî deye. Pirsek din a medya Kurdî pirsa profesyonalîzmê ye, heger em di bûyerên dawî de alîyê ewlekarîyê ku karê dezgeha asayîşa Kurdistanê ye ji asayîşêre bihêlin, medya Kurdî her çuqas teknolojîya dawî bi kar tîne jê lê gelek amator kar dike. Yek ji sebebên asasî ew e ku rojnamevanê profesyonal li dezgehên medya kem in. li Kurdistanê. Adetek weha çê bûye ku her yekî rahêle kamerakê û çentakî bavê ser pîyê xwe, dibê qey bûye rojnamevan, Heger weha bûye ewê li tevaya welatên cîhanê wê li ûnıversîta fakulta rojnamegerîyê neba û mirovayê ne çûya li wir bi kemayî 4 salan ne xwendina. Ev nayê wê wateyê jî ku her kesekî li fakulta rojnamegerîyê xelas bike dibe rojnamevanekî profesyonal. Lê yek ji krîterên asasî ronamevanekî profesyonal divê rojnamegerî û komunîkasyona civakî xwendibe . Dema ku tu bi rojnamevanekî amtor re dipeyivî, problema wî ya herî mezin ew nazane ku ew ilmê massmedya û komunukasyonê nazane. Ev pirs kengî dîyar dibe dema pirsên rojnamegerîyê ên profesyonal û pirsên etîk û moral di medya de dikeve rojevê eşkere dibe. Hinek kar hene ne şerte mirov profesyonal be, wek karê îdarî, mînak mirovekî gîmnasîûm pêre hebe dikare bibe mudurê nufûsê, lê hinek kar jî hene divê mirov profesyonal be, eger ne profesyonal be kar nameşe yek ji wan karan jî karê massmedya ye. Yek ji pirsgrêkên medya Kurdî ew e ku gelek caran kesên ku li van dezgehan kar dikin ne ji bo profesyonale hatîye wergirtin, ji ber hesabnî din e. Ezê van pirsan dirêj nekim ji ber min di lêkolênê xwe berya nuha de bi firehî li ser van pirsana sekinîme, ezê nuha li ser Medya Kurdî û bûyerên dawî bisekinim.

Ezê nexwazim yek bi yek behsa dezgehên medya û kar û helwesta wana di van buyerên dawî de bikim, ji ber geleka ji we li medya kurdî li ser van buyerên dawî nerîye. Ezê behsa hinek qaîdên standart ên unîversal bikim û hûn paşê medya Kurdî li gor wan qaîdan binirxînin, hûnê bighêjin encamekê.

Înformasyon- Heta nuha jî tê gihiştinek zanîstî homojen ji bo înformasyonê ne hatîye ditin. wek tê dizanin di gelek beşan de îformasyon wek termîn bi kar tê, wek mînak di Massmedya de her weha di ilmê matematîkê de (İnformatîka) û her weha digelek beşê din jî tê bi kar anîn. Di Massmedya de înformasyon ragîhandina buyerên ji bo civatê ye. Ev ragihandin ne bê qaîde û bê hudûde. Li hemû welatên cihanê di bin nav û şeklên cihê de konrol li ser ragihandinê heye. Ne wek car caran di medya Kurdî de hinek behs dikin ku nabe li ser medya kontrol hebe. Gelek welatên pêşketî her çuqas dezgehên kontrolê hebe jî lê forma autokontrol ji alî rojnamevana bikar tê anîn. Her rojnamevan bi xwe xwe kontrol dike û di zane çi lazime binivîse û çi ne lazime bêje, her rojnamevan ewlekarîya netewî û a civakî her weha alîyê moral û etîka rojnamegerî li ber çav digre dinivîse û dibêje. Em dikarim bi dehan ji welatên cuda cuda minaka bidin. Li welatên ne pêşketî metoda kontrolê hîn hişktire ew gelek caran bi qerarnaman an sansur dibe. Her cuqas di forma kontrolkirina medya de cudatî di nav welatan de hebe jî lê armanc yeke medya bê kontrol li cîhanê nîne.

Desînformasyon- Nûçeyên derew ku ji alîyê dujmin an oponentê te tê weşandin, Ji bo ku bi karibe berê civatê ji rastîyê bugehere. Ew terefên ku desînformsyonê diweşînin, an înformasyona heye temamî nadin, an jî ji binde înformasyona heye beleovacî didin. Armanc jê ewe ku dijberê xwe bê taqet û bê hêvî bike û raya giştî wek ew dixwaze saz bike ji bo civatê wek ew dixwaze bi rêve bive.

Propaganda- Belavkirina înformasyonê ye, ew înformasyon dikare bi formên cuda be, ew dimîne li ser dezgeh û kesê propagandê dike bê ka armanca wî an wê ji propaganda dike çîye? Propaganda belavkirina fakta, argûmenta (rastî), nîvrastîya bûyeran û înformasyona bê fakt û argumenta (derewa) ye. Propaganda bi gelek rêyên cuda çê dibe, bi rêya massmedya, rêya belavkirina fikir û ramana, rêya sembola, rêya muzîkê, rêya cil û bergan, rêya afîşan û wêneyan de tê belavkirin. Wek mînak; di vî 30 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê li şûna Ala Kurdistanê yî rasteqîn propaganda allak din hate kirin ku wek ev alla Kurdan a rasteqîne her weha li şûna navê şervanên parastina niştimanîya Kurdistanê pêşmerge, navekî ku li emerîka latînê tê bi kar anîn hate propaganda kirirn. her weha li şûna marşa millî ”Ey Reqîb” hinek marşên çêkirî wek marşa millî a Kurdîyê dan rêdan. Qehremanên Kurdistanê yên dîrokî ên wek Şêx Ubeydullah, Şêx Mehmûd, Şêx Seîd, Simko, Seyîd Riza, Dr. Nurî Dersimî, Qadî Muhemed, Mustefa Barzanî û gelekî din wek paşverû û nokerên welatên biyanîne hate propaganda kirin, li hember vê xwestin şêrên xweyî ji kartona çêkiri bikin qehreman ji Kurdan re. Nuha li bakurê Kurdistanê bi hezaran mirov bûn qurbanê propaganda vi şerê pîskolojîk û weha bawer dikin. Ev kadastrofa herî mezine ev tiştana hemû di bin hişmendîya bi hezaran Kurd ên bakur bi cih bûye, paqijkirina vê tehrîbatê ji bin hişmendîya van mirovan derxistin gelek zehmete lê ne bê îmkane. Ev barê ser milê medya Kurdî ye. Ev hinek ji minakê propaganda û şerê piskolojîk e ku li ser Kurdan hatîye kirine.

Kontrpropaganda- Di rastîya xwe de propaganda û kontrpropaganda du tiştê bi hev grêdayîne wek îstixbarat û kontrîstixbaratê. Dikare wek du sîstemê cuda ben diyarkirin jî, lê di rastîya xwe de sîstemek komunîkasyonê ya siyasî ye. Kontrpropaganda sistema li hember sekin û nutralkirina propaganda a dujmin an openentê ye ku di xwaze tesîra pîskolojîk li millet an civata te bike, ji bo karibe wê kontrol bike û wek dixwaze bi rê ve bive. Ev di eynî wextê de propaganda ye.

Du şeklê kontrpropagandayê heye: Kontrpropaganda êrîşker û kontrpropaganda paraztinê

Kontrpropaganda êrîşker li ser asasê derew, dezgeh û şexsên dizî ê nav û adresên derew li xwe dikin, bi kar anîna nukteyan (pêkenîn) ji bo biçûk xistin û reşkirina dezgeh û şexsan û belavkirina nûçeyên bê fakt û argument bi rêve diçe. Armanca Kontrpropaganda êrîşker ewe ku di mala opnentê (muxalifê) xwe de şerê wî bike.

Kontrpropaganda paraztinê, wek kontrpropaganda klasîk armanca wê ya asasî rê li ber girtina propaganda oponentê xwe (muxalif) a ku di hundir welatê wî de dest bi xerakirin û tehrîbatan dike.

Ji bo milletek an grûbek, xêrnexwaz û dujminên di nav xwe de nas bikin ne hewceye yek bi yek behsa karê wan û helwestê wan bikin. Milletek an grûbek tişta dikarin bikin ewe bi kadroyên xwe bikaribe civata xwe li hember şerê pîskolojîk biparêze amade bikin.

Ji bo wê ezê bixwazim hinekî behsa şerê pîskolojîk û medya bikim, wê demê ewê rewşa medya Kurd û medya xêrnexwazên Kurd di van bûyerên dawî de baş eşkere bive.

Ev wênêyê jêr mînakek başe ji bo mirov tê bighêje bê medya çawa mirovan manûpule dike. Baş lê binerin wêneyê ortê orgînale ên kêlekan yek TV. CNN û ê din jî TV.El cezîreye her yek ji wan wêne fotomontaj kirine û li gor wek dixwazin kirine CNN esker wek humanîst rê dayê El cezîre jî esker xedar rê daye. Îjar bihesibînin bê xêrnexwazê Kurdan çawa kurdan manîpule dikin.



Şerê pîskolojîk

Di medya de şerê pîskolojîk bi vî awayî tê tarîf kirin: Hemû karê kontrolkirina helwest, tefkîr, tevger, fikir, his û şuûr ji bo îdarekirin û bê hêvîkirina millet an grûbekê bi awayekî sergirtî bêyî mirov his bike tê kirin re tê gotin.

Li vir tiştê grîng ewe ku ji bo bê taqetkirin, bê hêvîkirin û ne gîhandina aramaca millet an grûbekê bêyî ku his bikin ser girtî di bin qilif û navên cuda de şerê pîskolojîk tê meşandin.

Tiştekî din grîng di şerê pîskolojîk ewe ku sebebê esasî sergirtibûna şerê pîskolojîk ewe ku, ew xîtabî bin hişmendîyê (subconscious, bilinçaltı, подсознание) dike.

Teknîkên şerê pîskolojîk ji bo ku armanca wê bin hişmendîye, ew berê xwe nade ser hişmendîyê. Jiber wê mesajên ew rê dike bin hişmendîya mirovan û mirov wan mesajana werdigre û ew mesaj bi salan teesîrê li tefkîr, helwest, tevger, his û şuûra wan dike, ew wek dixwazin wan îdare dike û bi rêve dibe. Bi vê ew kesên teknîka şerê pîskolojîk bi kar tine dighêjin armanca xwe. Mesajên dibin hişmendîyê bi cîh dibin pir zehemte mırov jê xelas bibin.

Şerê pîskolojîk di asas de di rêya Massmedya (TV, Radyo, Gazete, înternet, medya sosyal, sînema û pirtûk ) de bi kar tê anîn.

Li cîhanê gelek mînakên ku îstixbaratên gelek welatan bi dizî, di bin navên cuda de kanalên TV, radyo, weşanxane û şîrketên sînema ava dikin hene.. Her weha gelek rojnamevan û nîvîskarên ku ji îstixbaratan re kar dikin hene. Cîhan bi mînakên weha dagirtîye.

Gelek caran dezgehên siyasî û civakî an dezgehên medya bi dizî ji alîyê dujmin, li ser navê te tên avakirn û vekirî wek ku dezgehên te ne tevdigerin, Ji bo bi rehetî şerê sergirtî ê pîskolojîk bi te re bike.

Ji ber yek ji xususyeta şerê pîskolojîk ewe ku dezgeh li ser navê te bin tu pê bawere û bi hesanî dikeve bin bandora wan.

Gelek mînakan em dikarin ji cîhanê û Kurdistanê bidin, lê ezê du minaka tenê bidim: yek jê TV El Cizîre ku xwedê girabî wek televîzyonek welatên Erebî ku berjewendîyên wan diparêze weşanê dike, lê di rastîya xwe de yekî hinekî ji şerê pîkolojîk di Medya de fam bike dizanê TV El Cizîre şerê pîkolojîk bi Ereban re dike, Ew di bin hişmendîya Ereban de ""hewce nake em dijberîya Emerîka û Îsraîl bikin, ew ji me xurtirin, mutleqtîya serkeftina DYA û Îsraîl, di bin hişmendîya Ereban de bi cîh dike"" ji bo filîstînî an Ereb dev ji tekoşînê berdin, be hêvî û bê taqet bikin. Her çuqas di bernameyên xwe de zulma îsraîl û mexdurîyeta filîstînîya dide diyarkirin jî.

Mînaka dudyan ku îroj em lê binerin li her çar perçê Kurdistanê bi teybet li Bakur hêzên siyasî û civakî û dezgehên medya hene ku hinek bi zanetî hinek jî beyî ku his bike dijberîya desthilatdarîya kurdan li ser axa xwe bike dikin. Li Bakur Kemalizm hewqasî vekirî dijberîya Kurdan dike hewqas Qetlîam anîye serê wan hîn jî li pê kemalîstan diçin û hinek jî bê dengîyê li hember kemalîstan tercîh dikin, bêdengîya van xwendayê Kurd li hember kemalîstan û heta gelek caran pistgirî dana kemalîstan bûye sebebê ku hewqas kemalîzm li bakur xurt bibe. Ew jî bi qasî kemalîstan gunehkarên tahrîbatên bûyî ne. Em dikarin bêjin ev jî encamê ser girtî an li ser navê Kurdan di rêya dezgehên medya de şerê pîskolojîk li hember Kurdan kirine.

Her weha li Başûr û Rojava jî ku bi gelek Kurdan re qewmîyeta Erebî û Baasîzmê xurte û li rojhilatê Kurdistanê ji qewmîyeta Farisan ku bandora wê hewqas li ser Kurdan heye tev encamê şerê pîskolojîk ê ku bi dizî an li ser navê Kurdan ku bi salan hatîye kirine.

Heger milletek an grubek ji şerê pîskolojîk ne hatibe parastin ew millet an grub pir bi rehetî di bin bandora şerê pîskolojîk de dimîne û heta derecakê gazin ji xelkê nayê kirin, gazina mezin ji desthilatdara û medya Kurdî tê kirin ku ew nakare tedbîran li hember şerê pîskolojîk bigre. Tiştê herî talûke ewe ku dema medya welatekî bi xwe jî di bin tesîra şerê pîskolojîk ê dujmin û xêrnexwazê welat an gruba dijberîya wî dike dimîne, Paradoksa herî mezin ewe.

Piştî ev tiştên ku li jor min nivîsî ka em helwest û kiryarên medya başûrê Kurdistanê di van bûyerên şerê navbera hêzên Pêşmerge yê Qehreman û terorîstên ISID ê bikin. Ez behsa Medya welatên Kurdistan dagirkirine û hevalên wan yên nava Kurdan de nakim, Ji ber gazin û gilî ji wan nabe wan karê xweyî ji wan dihat xwestin kirin û rastî ew di karê xwede serkeftî bûn. Heger mirov rastîya dujminê xwe nazani be mirov nakare li hember wê hazirîk baş bike.

piştî buyerên şerê navbera hêzên Pêşmerge û terorîstan şûna ku medya Kurdî expertên eskerî bine ser televîzyonê ji bo rewşa heye ji hemwelatîyên Kurdre şîrove bike û nehêle xelkê Kurdistanê panîk pê re çê bibe, Ew jî ketin bin bandora desînformasyonê û bi xelkê re panîk çêkirin. Her journalîstekî weke ku expertên eskerîye şirove kirin. Her weha di medya sosyal de jî karmendên medya Kurdî nuçeyên ne rast ku panîkê bi xelkêre çêkin belav kirin, her kurdekî heq di xwe de dît wek expertên eskerî dest bi şîrova bikin, Bêyî ku bifikire ev karê Eskerî ji expertên eskerî re bihêle, heger ""paşde vekşanek"" hebe dikare taktîkeke eskerî be, ku wek li hemû welatan esker taktîkan bi kar tîne. Ev tişt hemû li ser navê ku medya lazime azad be hate kirin

Di medya Kurdî de atmosfereke weha hatîye ava kirin weke ku medya lazime bê kontrol be û nabe kes mudaxeleyî medya bike her weha bi Desthilata Herema Kurdistanê ji kabûsek weha heye ku"" hema em ji medya re tiştekî bêjin wê me bi dîktatorîyê ve gunehbaran bikin"". Ev fikir û tefkîr ji ku hatîye nava Kurdan her fam nakim, ev jî diyare encamek şerê pîskolojîk e li ser kurdan tê meşandine. Tişt bi gotinan tenê nabe em dikarin yek bi yek ew rojnamevanên ku ew welatên ew dihesibîne kontrol li ser medya nîne bi faktan îspat bikin ku li wan welatan, ji alîyê dezgehên fermî kontrol li ser medya heye. Wek mînak em dikarin çend welatan bidin ku em tevde dikarin li ser hemfikir bin ku li wan welatan relatîf (nisbî) medya azad e. Wek minak DYA, Fransa, Ingilîz, Rûsya, Almanya, Swêd û her weha gelek welatên din. Gelek caran ez difikirim ku ev ""rojnamevanê"" medya Kurdî de kar dikin qey hîç yasaya medya van welatên biyanî û Li ser têkilîyên medya û desthilata van welatan qet ne xwendine? Ev welatên ku min li jor behs kirin li hemû welatan wezaret û dezgehên massmedya û komunukasyonê ê ku medya yê kontrol dikin hene ez ne bes wek gelekan hew bi bihîstinê tenê zanim wek fakt jî ji nêzîk de dizanim. Min li wezareta rewşenbîrî a swêdê li beşê Medya a ku karê massmedya û komunîkasyonê konrol dike wek pispor kar kirîye her weha di dema karên xwe de li brukselê çend caran bi hevalên xwe yên kar beşdarî komîsyona YE a massmedya û komunîkasyonê bûme. Li wir hemû dezgehên welatên YE ên bi kar û barê Massmedya ve girêdayîne dicivîn û pirsgrêkên xweyî hene munaqeşe dikin.

Ji ber vê divê ew kesên di medya Kurdî de kar dikin baş haya wan ji kar û barên medya cîhanî û têkilîyên massmedya û desthilatê baş zanibin û desthilatdarên Hukumeta Herêma Kurdistanê ji xwe ji kabûsa ku ew mudaxeleyî massmedya bikin wê wan bi ""diktatorîyê"" gunehbaran bikin xelas bikin û çakzsazîyekê di warê medya de di mala Kurd de çê bikin. An na kadastrofek mezin li ser pirsa medya li pêş civata Kurdistanê ye.

Heger em dersê ji van bûyerên dawî derxin divê wezareta Pêsmerge jî ji bo rewşên teybet (şer) divê sîstemekê ava bike ji bo karên bi massmedya re. Ev him ji bo ewlekarîya netewî her weha ji bo ewlekarîya eskerî pêwîst e. Divê berya her tiştî di dema şêr dê tu rojnamevan bêyî haya sistema ku pêşmerge wê ava bike nakaribe biçe cephê, divê hejmarek diyarkirî a rojnamevana ku ji hemû dezgehên medya Kurdî û biyanî pêk tê bicivînin û wan dabeşî gruban bike di her grubê de yek ji asayîşa Kurdistanê di navdebe û ew îzin bide wan ku rojnamevan li ku û çawa dikare karê xwe bimeşîne. Ev him ji bo ewlekarîya netewî him jî ji bo ewlekarîya eskerî û a rojnamevan bi xwe baş e. Paşe lazime hemû înformasyon berya bete şandin ji dezgehên medya re li cihekî top bibe bê kontrol kirin ka bê nuçeya rojnamevan dixwaze bişîne ji bo weşanê tu talûka wê ji bo ewlekarîya netewî û eskerî heye an na? Paşe bide rojnamevan karibe bişîne. Rojnamevanê ku qaîda sîstemê bin pê kir ji kar bi durxe. Ev sîstem di halatê şer de DYA di şerê kendavê de, îngilîz di şerê Falklandê, Rusya di şerê bi Gurcistanê re kir. Her welatekî di xwaze serkeftî be bi vî awayî dike cîhan bi mînakên weha dagirtîye. Heger Kurd dixwazin bi dewlet bin divê li gor dewletbûnê jî tevbigerin. Divê di her tiştî de tu li gor qaîdê wê tevbigere.

Medya Başûrê Kurdistanê serê xelkê tev li hev kir

Medya Başûrê Kurdistanê bi xelkê nedan famkirin çi di rastî de dibe medya başûr serê xelkê tev li hev kirin.

Min di rêya medya sosyal de lêkolînek pir bi çûk çêkir û 3 pirs amade kir û ji xelkên normal pirs kir (kesên ne nasên nêzîk)

Pirs ev bûn

1 Tu çi karî dike û çend salîye?

2 Tu rojê çend seetan û li kîjan kanalên TV dinere?

3 Şerê navbera hêzên pêşmerge û terorîstan ji ber çîye?

Ez bi xwe û spasî hinek mirovên ez wan şexsî nas nakim, bes hevalên min ên li ser medya sosyalin ku wan jî di rêya sosyal medya xwe de ku ew jî bûn alîkar ji bo bighêjin xelke spas dikim.

Bi tevayî ji dor 400 kesî hate pirsîn.

Di nav wan de Akademîsyen, xwendevan, karsaz, karkir, cotkar, Jin û mêr hebûn.

Encam:

% 36 jin, % 64 mêr

% 18 Akademîsyen

% 32 xwendevan

% 12 karsaz

% 29 karkir

% 09 Cotkar

Ji encamên hate derxistin rojê çend seet li TV dinerin, min kir du beş.

1 beşê di rojekê de ji 1.30 heta 2.30 li TV dinerin

2 beşê di rojekê de ji 2.30 heta 4.00 li TV dinerin

Kesên ku di rojekê de ji 1.30 heta 2.30 rojê li TV dinerin

bersîvên wan di şekilde cudatî hebe jî lê naveroka bersîvên wan de tişta hemfikr hebû ku bêhtirê wan di hesibandin ev şer ji bo rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigre ji alîyê dewlet û alîgirê wan ên ne xêrxwazê Kurdistanê ne hatiye li darxistin.

Kesên di rojekê de ji 2.30 heta 4.00 seetan li TV dinerin

Bersîvên wan gelek tevli hev bû. Tişta di bersîvên wan de muşterek ew bû ku ev terorîstên IŞID dujminê ne musilman û şîane ji ber wê êrîşî Kurdên Êzîdî kirin. her weha gelek bersîvên din jî hebûn bêhtir bi pirsa Olî her weha wekî ku bi şaşbûna siyaseta hukûmeta herema Kurdistanê ve grêdidan.

Ji vê lêpirsînê tiştekî balkêş hate eşkere kirin, ku gelek ji xelkê Kurdistanê li kanalên TV ên biyanî bi teybet welatê Kurdistan perçekirine dinerin. Kesên bêhtir li TV Kurdî dinerin behtir gencin temenê wan di binya 30 salîye ew ji jı ber sebeên nezanbuna Erebî û farisîye dîyare neslê nuh li Kurdistanê zimanê Erebî nazanin an gelek xerab di zanin. Kesên li kanalên biyanî dinerin bêhtir kesên temenê wan di ser 50 salîye.

Encamê vê lêpirsîna civakî biçûk ji me re dide eşkere kirin ku mirovê di rojê de bêhtir li TV dinerin têde nagihêjin bê sebebê vî şerî çîye

Mirovên li TV di rojê de kêmtir dinerın bêhtir fam dikin ku ji bo çi sebebê ev şer hatîye li dar xistin ev paradoks e. Evê ya tê wê wateye ku Medya Kurdî nakarîbû ji xelkêre bide rê dan sebebê vî şerî çîye, wê serê xelkê tev lihev kirin.

Ev lê pirsîna civakî her çuqas ne di çarçewak firehde hatibe çêkirin û mirov nakare wê wek asas bistîne, lê tevî wê jî ji mirovre tiştekî dibêje û işareta hinek tiştan dide mirov.

Li gor van krîterên massmedya yên ûnîversal û Natîonal li jor hatine nivîsandin, helwest û kiryarên massmedya Kurdî bi nirxînin hûnê bighên encamekê.

Li ser van bûyerana lazime dezgeha Asayîşa Kurdistanê, Wezareta kar û barê massmedya û komunıkasyonê, wezareta aborîyê, wezareta hundir û pisporên Massmedya li ser kar û bare massmedya Kurdistanê bi tevayî û bi teybet li ser bûyerên dawî û kar û helwesta medya Kurdistanê bicivin û bi cidî li rêyên çaksazîyê bigerin û biryarê cidî bigrin.

Min di demên berê de jî di çend lêkolînên li ser medya yê bal kişandibû ser pirsgirêka Massmedya li Kurdistanê. Weha diyare heger çaksazîyek di medya de nuha nebe di demên pêşya mede wê gelek pirsgrêkên mezin ji Kurdistanê re derxin. li tu welatên cihanê tiştekî weha ne bûye ku Medya bi serweta millî birêve here û weha lawaz be. Heta ew bi xwe bi zanetî an bi nezantî bive alîkar ji medya xêrnexwazê milletê ew bi sermaya wî ya millî tê xwedîkirin. Her çuqas Asayîşa herema Kurdistanê di beyana xwede di derbarê buyerên şerê bi terorîstan re bal kişandîye ser pirsa medya, diyare ew işareta amedekarîyekê guhertinê di medya de bikin didin. Ew işaretek gelek başe ku asayîş vî karî bi rêve bive. Ev herçar dezgehên herêma Kurdistanê ku li jor min behs kiriye lazime di pirsa medya de her yek jiwan lêkolînek cidi bike û medya û karmendê medya Kurdistanê di fılîtrekê de derbas bikin. Dezgehê asayîşê pirsa ewlekarîya dezgehên medya û karmendê wan lêkolîn bike. Wezareta aborîyê jê derê finansê ên dezgehên medya û karmendê wan lêkolîn bike, Ji alî wezareta hundir jî tişta herî grînge lazime bê lêkolîn kirin ewe ku çuqas rola medya di panîk bûna xelkê kurdistanê de bûye, ku dev ji cihê xwe berdan û bi çîya ketin. ew gelek grînge ji ber panîkê gelek xelk bi teybet zarokên kurd ji tî û birçîna şehîd ketin. ev pirsa herî grînge. Wezareta kar û barên massmedya û komunîkasyonê jî karên resmî û îcaza weşan û pirsa îhlal kirina yasayên massmedya ê herêma kurdistanê lêkolîn bike, Pisporên Medya jî pirsa profesyonalîzmê, moral û etîka rojnamegerîyê a karmendên massmedya lêkolîn bike. bi teybet bername û nûçeyên karmendê massmedya Kurdistanê di medya sosyal de belav kirine bi civînin û li ser wan lêkolîn bike. Bi destxistina van meteryalan gelek hêsane hemû kopî kirîne her weha gelek kesan wek min ew kopî kirne. piştî lêkolîne dive guhertinek mezin di medya de bê kirin bi teybet kadroyên profesyonal bêne wergirtin bi kêmayî di her dezgeheke medya de yek du kadroyên profesyonal perwerdekîrî hebe

Divê hukûmeta herema kurdistanê xwe ji kabûsan rizgar bike û bi tefkîrek dewletbûnê tevbigere, bi qasî serê derzîyê zeîftî rê bide wê têk biçe, divê ji medya re çarçeweyeke deyne. çawa tê gotin heger tu medyak bi rêk û pêk çêneke welatê xwe ji alî medya de kamil neke, xelkê te wê di bin bandora şerê pîskolojîk de bimîne û ewên şerê pîskolojîk li hember te dikin wê milletê te li gor xwe wek dixwazin li hember te bi kar bînin. Wek tê gotin "" welatekî nakaribe ordîya xwe têr bike, wê ordîyek biyanî têr bike"". Ev her weha ji bo Medya jî derbas dibe ""Medya ku nakaribe tiştê lazime bide civata xwe, We demê medyake biyanî ne xêrxwaz wê vê valaya heye dagre"".


Print