2018-09-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Nezîr Axayê Omerî û helwesta wî ya dîrokî
2014-08-16 00:18
Bawerê Omerî
Ji çaxê ku şahinşahiya osmanî hatiye rûxandin û ta roja îro, regezperest û neteweperestên Tirk, Faris, Ereb, Ermen û ba.isiyên Sûryanî û Aşûrî şerê eşkere û nehênî li dijî çand û hebûna miletê Kurd dikin.

Li dewleta Tirkiyê ya ku bi alîkariya Ingilîzan hatibû damezirandin, neteweperestên Tirk bi serûkatiya sitemkarê mezin Mistefa Ata Tirk bi hemû hêza xwe û di rêkên nehênî û eşkere de şerê çand û hebûna miletê Kurd dikirin, ji cilûbergên kurdî bigre ta navên deşt, gelî, çiya, çem, gund, bajar û herêman ji zimanê kurdî diguhertin û navên tirkî li wan dikirin, ta ku sitemkariya wî kete nav kelepûr û çand û hunera kurdî de û stranbêjan bûyera komê Şerefo û hevalê wî kirin stran, û ta roja îro di nav gelê Kurd de mîna nivişt û reşbelekêkê bo bicîhkirin û tekezkirina çewisandina ku wê desthilata dilreş li dijî miletê Kurd dikirin, maye.

Bi wê çewisandin û dijminatiyê jî, dilên wan regezperestên Tirk hênik nedibûn, rabûn dest bi karanîna çekên kîmyayî li dijî miletê Kurd kirin.

Ji aliyê xwe ve desthilata Elba,is jî li dewleta Sûriyeyê ya ku bi alîkariya firensiyan hatibû damezirandin, kiryarên wê ne kêmî yên desthilatên Tirkan bûn.

Vê desthilatê û recîmê bi sitemkariyeke bê hempa li dijî çand û kelepûr û hebûna miletê Kurd kar dikirin.

Ji bilî ku wan navên deşt, gelî, çiya, çem, gund, bajar û herêman kurdan guhertibûn û navên erebî lêkiribûn, di demekê de mirovên Kurd nema karîbûn ji êzgehekê yan jî ji qewanekê li nûçe û straneke kurdî guhdar bikin, û her kesekî Kurd bi wê tawan û gunehê bihata girtin, ewlehiya leşkerî ew kes bi sezayeke pir mezin gunehbar dikirin, yek ji wan gunehbariyan jî ew bû, ku ew kes dixwaze welatê Sûriyeyê parçe bike, û bi vê mehnê ew davêtin binê zindanan û di bin azarê de berevanî li xwe û pirsa xwe dikir.

Di sedsala bîsta de Recîma Elba.is piştî salên heyştêyî mîna recîma Tirkyeyê di rêka Sûryan û Aşûrî û Mihelmiyan de dest pêkirin stranên Kurdî werdigerandin zimanê erebî û Sûriyanî û Aşûrî, û bi vî rengî çanda me eşkere didizîn û dikirin beşek ji mal û huner û çanda xwe.

Lê tiştê ku li ber çavên gelek mirovan ne xuyayî bû, tepeserkirina van sitemkaran ya taybet li ser miletê Kurd ku ji guhertina cilûbergan destpê dikir ta bighêje ol û êl û netewa wî.

Carekê ez li civatekê bûm, mêrek bi navê Mihemedê Alûcî ji bajarê Hisiça bû, bejin dirêj û por sipî û ji dirûvên li riwê wî xuya dikir ku wî pir azar di jiyana xwe de dîtiye, wî li ser sitemkariya recîma Elba,is ya ku li dijî miletê Kurd li sûriyeyê dihat kirin weha ji min re got: Birayê Bawer, ez di dawiya salên hezar û nehsed û pêcî û heyşta de ta şêst û pêncan ji sedsala bîsta li cem Xwedê jê xweş Nezîrê Axê Omerî(1) ajovan bûm, carekê em hejmareke mezin ji mêran li odeya wî ciwanmêrî rûniştînbûn, kesên li wê civatê rûniştîbûn pirên wan mêrên Omeriya bûn û pirên wan bi şaş û kofî û şal û şapikên kurdî bûn, em hîn rûniştîne, min dît ji nişkave du kes derbasî hindur bûn, silav kirin û em tev ji ber wan rabûn, herdû li kêleka Xwedê jê xweş Nezîrê Axê rûniştin, Xwedê jê xweş Nezîr ji xortan re got, kanî çayê û qehwê ji mêvanên me re werînin! Yekî ji wan herdû kesan ji me re got: “Ez Hukmet Mînê me(2), ez ne hatime ku çayê û qahwa we vexwim, tev bala xwe bidin min bê ez ê çi ji we re bêjim, ji îro û pêde dive hûn nema van şaş û kofî û şal û şapikan li xwe bikin, û gereke ji sibe û pêde hûn van şaş û kofiyan ji serên xwe bavêjin û dismal û egalan bidin serê xwe û kirsên erebî li xwe bikin”.

Çaxê wilo got, em tevde bê deng man, lê Xwedê jê xweş Nezîrê Axê weha bersiva wî sitemkarî da û jêre got “Birêzê delal, ev cilûbergên li me yên bav û bavpîrê me ne, em jî miletek in û me ev çand û qewat û kelepûrê xwe ji wan girtiye, em nikarin dev jê berdin”.

Lê wî sitemkarê Hukmet Mînê lê vegerand û got:“Vaye min ji we re got û ez nema careke din ji we re dibêjim”.

Wî sitemkarî çaya xwe jî venexwar û bê xatirxwestin ew û peyê pêre ji odeyê deketin.“

Mihemedê alûcî yê ku li cem Xwedê jê xweş Nezîrê Axê ajovan bû, di axaftina xwe de pêde diçe û weha dibêje, bi rastî, Nezîr Axayê Omerî ta ku çû ber dilovaniya Xwedê jî, timî wî qehremanî şaş û kofî û desmala kurdî bi rengê xwe yê zer û neqişandî dida serê xwe, û tucarî ji zirt û fortên wî xwînmijê devbixwîn Hukmet Mînê yê ku bi zordariya xwe bibû padîşahê Cizîrê neditirsiya.”

Min bi xwe jî gelek caran ew ciwanmêr û qehreman û xwediyê wê helwesta dîrokî Xwedê jê xweş Nezîrê Axê li bajarê Qamişloka evînê bi şaş û kofî û desmala kurdî didît, tevî ku gelek ji wanê li wê civatê amade bibûn piştî wê forta Hukmet Mînê nema cilûbergên kurdî li xwe dikirin, lê ev lehengê me yê mêrxas Nezîr Axayê Omerî bi wê mêraniya xwe ku yasayên taybet yên sitemkar Kemal Ata Tirk û yên dewleta Tirk nedipejirand, wisa jî yasayên Xwedê jê nerazî Hukmet Mînê û yên desthilata Elba,is li Sûriyeyê dixist bin lingê xwe de û nedipejirand, û ta ew çû ber dilovanoya Xwedê jî, wî pend û tembiyên bav û bavpîrên xwe bicîh anî û berneda, û bi wê mêraniya xwe navê xwe jî xiste nav refên mêrxas û qehremanên Kurd de, yên ku berevanî di ber çand û kelepûr û hebûna miletê Kurd de kirine.

Vêca ku hat û rojekê zana û rewşenbîr û dewlemend û berpirsên miletê me bîr bibin, gerek e navên van qehremanan û serpêhatiyên wan bi ava zêr li ser rûpelên pirtûkên Kurdî binivîsin û çap bikin, û navên wan li kolan û dezgeh û dibistanan bikin, û pêdiveye bi kêmanî di salê de carekê yan du caran mamoste û şagirtên dibistanan serdana gorên van qehremanan bikin, ji bo nifşên nû bêtin di dibistanan de dîroka xwe bixwînin û zanibin, bê miletê Kurd çiqas sitemkarî û çewisandin ji destê dijminên xwe dîtiye û çiqas berevanî di ber hebûna xwe de kiriye.

Tekez, hûnê timî di dilê miletê xwe de zindî bimînin.

1 - Nezîr Axayê Omerî _ (Bi kurtî) 1907 – 27.05.1980 - Cîh û ware wî herêma Omeriya (gundê Çalê û Metîna), bajarê Amûdê û bajarê Qamişlê bû, li Amûdê di çandin û bazirganiyê de ka kiriye, li herêma Cizîrê xêrûbêr ji nav dewlemendan dida hev û li belengazan belav dikir, bi zanebûn û jîrbûna xwe dikarîbû kar û barê êla xwe birêve bibe, di nav civata kurdî de cîhê rêzê bû, Du kurên wî( Mehmûd û Memdûh) di şewata sînema Amûde de (13-11-1960) bakrewan bûn, li gor tembiya wî ew li goristana gundê Til Marûf hate binaxkirin.

-Wêneyêk-(1)- Nezîrê axê li ser goristana bakrewanên sînema amûdê ye,

2 - Hukmet Mînê_ di nav salên 1957 – 1963 efserekî saloxgeriya Sûriyê ye bû, li herêma Cizîrê bi sitekmariya xwe deng dabû.

13.08.2014

Bawere-omeri@hotmail.com


Wêneyeke--- Xwedê jê xweş Nezîr Axayê Omerî (ê dudiya ji aliyê rastê) bi rûniştvanên amûdiyan re li ser goristana pakrewanên sînema Amûdê 1960.


Wêneyê Xwedê jê xweş Nezîr Axayê Omerî
Print