2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Tolan
 
Şikir ji Xwedȇ ra, dijberȇn Ȇzdîtiyȇ ȗ serxwebȗna Kurdistanȇ nagehîjine tu armancȇn xwe!
2014-08-27 00:46
Kemal Tolan
Hȇjayan, min gelek caran gotiye ȗ ezȇ niha dîsa bibȇjim, gelek “ rêzdar û parêzvanên dîroka Kurdîstanê yên birêz ji min çêtir dizanin ku, dagirker û terorîst ji dîroka bav-kalên xwe yên xwînmij dizanin ku gelê rojhilatê yê herî kevnar û kurden resen kîne . Ȗ çima ew kafir hêjî qetlîamên xwe ji ser serên me Kurdan kêm nakin(*1)”.

Jixwe xuşk ȗ birayȇn ku li ser dîroka Êzdîxanê agehdarin ȗ min nasdikin, ew dizanin ku min jî eva serȇ 39 salan ȗ li goriya zanîna xwe, li ser gelek valehî û neheqiyên ku di dîroka me de hene û hîn jî çêdibin berhevkirine, tevjî li goriya derfetȇn xwe, di gelek gotar û di rȗpelȇn pirtûkên xwe yȇn ku hatine weşandin de gotiye, pȇwistiya Ȇzdiyan bi avakirina bizaveke karȇ parastin ȗ pȇşxistina birȇvebirina xizmeta olî ȗ civakî heye ! Hȇvîdarim, ew kesȇn ku hîna ev xizmet ȗ berhevkirinȇn min nasnekirine, bila ew keremkin navȇ min (Kemal Tolan) li www.google.com`ȇ de binivisînin, ewȇ di vir de hȇjî gelek nêrîn, berhevkirin ȗ xebatên ku min ji bo nasandin, piştgirî û parastina Êzdiyatiyê pȇşkȇşî raya giştî kirine bivînin.

Di vȇ dema ku min li ser hinek buyerȇn qirkirina 73 fermanȇn bi serȇ bav-kalȇn me “Kurdȇn resen” ve hatine lȇkolîn dikir ȗ ji ber zargotina ku di nava Ȇzdiyan de mabȗ, çande, li goriya derfetȇn xwe dîroka hatî serȗbinkirin, serpȇkhatiyȇn qirkirinȇ, koçberî, kuştin, curmkirina mal-milk, revandinhȇjarî, nasandin ȗ hwd.kevneşopȇn Ȇzdiyatiyȇ berhev- tomardikirin ȗ min navȇ pirtȗka xwe yekemîn kir”Hebȗn ȗ Tȗnebȗna Ȇzdiyan Tev Romanȇn Zindî ne “, ji gelek Kurdan werî ez bi van berhevkirinȇn xwe nakokiyan dixime nava civakȇn Kurdî ȗ digotin, “wekî wisa ye, çima tȗ ji xeynî zargotinȇ, hinek dokument ȗ delîlȇn binivîskî pȇşkȇş nakî, tȗ tenȇ bahsa nasandina dîrok, çand, ol ȗ hwd.Ȇzdiyatiyȇ dikî....... ?“

Ez niha dibȇjime wan kesan, de ȇdî hȗn keremkin vȇ rewşa tevkujiya ku di 02.08.14 de bi destȇn çeteyên dewleta îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)`ȇ ȗ li ser Ȇzdiyȇn di herȇma Şengalȇ de hatiye kirin, fahmbikin, bivînin, binivisînin ȗ bi şîrovȇn xwe bidine nasandin.......!

Belȇ, ez li goriya zanîna xwe cardinȇ(*2) ȗ bi kurtasî dibȇjim, tevkujiya ku di 02.08.14 de li ser Ȇzdiyȇn di herȇma Şengalȇ de mabȗn hatiyekirin , berdewama wan 73 fermanȇn ku bi serȇ bav-kalȇn me Ȇzdiyan ve hatine ye.

Hezar carî mixabin, ne yekbȗn ȗ tevlîheviya di nava tevger, hȇz ȗ rȇxistinȇn parastina Kurdistanȇ de heye ȗ xemsariyȇn hinek fermandarên hêzên peşmerge yên li Şingalê hebȗn, bȗne sedem ku çeteyên DAIŞ`ȇ bikaribin bi hȇsanî ȇrîşî ser kȇm netew-olȇn di nav Kurdistan ȗ bi taybetî jî vȇ qirkirina Ȇzdiyȇn li Şengalȇ hene bikin.

Ȇdî, “..divê em xuşk û birayên Kurd hevûdinê ne xapînen û bizanîbin ku pêşiyên me ne beredayî gotine “kî ne li şere, ew şêr e“(*3) . Em baş bizanibin, ew kes, rayedar, hȇz ȗ rȇxistinȇn Ȇzdî/Kurdî, ku îro hȇjî ji bona mezinayiya al ȗ berjiwendiyȇn ol anjî netewȇn desthiletdarin(Tirk, Ereb, Farzî, Rus ȗ hwd.an), serxwebȗna Kurdistanȇ nasnekin, ewȇ nikaribin sibȇ jî xweseriya baweriyȇn kȇm netew-olȇn ku di nav Kurdistanȇ de hene biparȇzin.

Ez weke Ȇzdiyekî sipasiya hemȗ kes, rayedar, hȇz, rȇxistinȇn Ȇzdîtî/Kurdîtiyȇ ȗ tevaya gelȇn cîhanȇ, yȇn ku ji erkȇ xweyî mirovahî ȗ netewî ra xwedî derketine/derdikevin ȗ alîkariya madî, manevî dana/didine birîndar, zarok, jin ȗ mȇrȇn Ȇzdiyȇn koçber bȗne, dikim! Ji xwe di van alîkarî ȗ çalakiyȇn li dijî qirkirina Ȇzdiyȇn Şengalȇ hatine kirin de de jî, rast xwanȇ bȗ ku “Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne (*4)”

Ez hȇvîdarim ku, em Kurd bi hȇza helwestȇn biratiya rast nehȇlin ȇdî tu kes, rayedar, hȇz ȗ rȇxistinȇn Ȇzdî/Kurdan bazarȇn dewlemendî ȗ siyasî li ser xwîn ȗ nirxȇn Ȇzdîtî/Kurdîtiyȇ bikin!

Her weha dîsa hȇvî ji hemȗ kes, rayedar, hȇz, rȇxistinȇn Ȇzdîtiyȇ/Kurdî ȗ tevaya gelȇn cîhanȇ yȇn azadîxwazin dikim ku, ew li goriya derfetȇn xwe piştgiriya pêngavên serxwebûna Kurdistanê bikin. Ȗ em Kurd bi hȇza zanîn ȗ TIFAQA xwe wan kes, rayedar, hȇz, rȇxistinȇn Ȇzdî/Kurdî , yȇn ku di beriya tevkujiyȇ de soza parastinȇ dabȗne xelqȇ Şengalȇ, lȇ dȗre ji soza dayîn ra xwedî derneketine ȗ bi taybetî jî wan serbazȇn pȇşmergan yȇn ku berxwe nedan ȗ bȗne sedemȇn vȇ qirkirina bawermendȇn ola Kurdî ya herî qedîm ji raya giştî ra eşkere bikin ȗ hemȗ sucdarȇn vȇ tevkujiyȇ di dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî de bidine darizandin.

Her weha hemȗ kes, rayedar, hȇz, rȇxistinȇn Ȇzdîtiyȇ/Kurdî ȗ tevaya gelȇn li cîhanȇ hene, daxwazî ji rayedarȇn Hukumeta Herȇma Kurdistanȇ (HHK ) bikin, bila Ȇzdî ȗ hemȗ ol-kȇmnetewȇn di nav Kurdistanȇ de hene li ser axa bav-kalȇn bimînin ȗ bi taybetî ji bo Ȇzdiyan herȇmȇn otonomî ȗ di bin hemeta hȇzȇn Dewletȇn Amerîkaye Yekgirtî ȗ tevaya hetewȇn di nav NATO de hene bȇne avakirin ȗ parastin......

Ez baş bawerim, Xwedȇ ȗ Tawisî Melek tȗcarî nehîştine ȗ nihajî nahȇlin ku dijberȇn Ȇzdîtiyȇ ȗ serxwebȗna Kurdistanȇ bigihîjine encama armancȇn xwe !

Ez hemȗ qetlîamen Xwedê ne nasan bi tundî şermezardikim ȗ dȇjim, bila rahma Xwedê li hemû şehîdên Kurdistan ȗ Şengalȇ be !

Ez ji birîndaran re şîfayê, sersaxiyê û sebrê ji hemû merivên malbat, dost û pismamên şehîdȇn Şengalȇ ra dixwazım!

Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê, 26.08.14

Çavkanî:

1 Kemal Tolan, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/di-diroke-de-gelek-tevkujiyen-li-sengale.html

2 Kemal Tolan - Xembarî û sedemên fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran - http://www.welatperwer.com/xembari-u-sedemen-fermane-ezdiyan-ye-hefteucaran/ ȗ hwd.

3 Kemal Tolan, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/dijberen-kurdayetiye.html

4 Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/em-kurd-tev-mina-seven-ji-dareke-ne.html




Print