2018-09-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Ola Kurdan ya nû
2014-09-14 21:13
Bawerê Omerî
Ji çaxê mirovan hest bi xweşî û nexwşiyê, dijwarî û wêrankirinê, zindîbûn û mirinê kiriye, xwestiye hêzekê peyda bikin, ji bo ew hêz wan ji tirs û wêrankirinê biparêse û nexweşiyên wan yên derûnî derman bike, ji lewra ew demeke dirêj li wê hêzê digeriyan, piştî baweriya wan nema bi pût û kevir û sîberan dihat, wan berê xwe dan xwezayê û baweriya xwe bi hêz û pêkhatiyên wê yên sereke anîn, di nerîna min de wê çaxê ew ji hemû gelan re ya herî rast û durist bû, paşê demek hat ku civakên her herêmekê pêdiviyên wan bi çaksaziyan hebûn, û ji ber ku alavên guhertinan yên heyber di destên zana û mêrxasên wan gelan de tunebûn, rabûn bi zanebûn û jîrbûneke pir bilind derbasî nav civatên xwe bûn, û bi sîber û pirojeyên bi pilan dikarîbûn mirovan têxin bin bandore xwe de û mîna lîstikekê bi wan bilîzin, û dikarîbûn ji çîrok û çîvanokên berî hezarên salan yasayên nû biafirînin, herweha dikarîbûn bi rêka mirovên bi hişên xwe jîr û bi mêrxasiya xwe jî bi nav û deng, van piroje û daxwazên xwe derbasî nav wan gelan bikin.

Her pirojeyek navê olekê lê hat danîn, paşê ji wan olan bi dehê rêbazan hatin der, û ta vê sedsala bîst û yekê ya ku em niha têde dijîn, her miroveke older xwe di şûna Xwedê de dibîne, ango ew guhertinên ku Xwedê giravî bi fermanên Xwedê pêwîste bêtin kirin, hemû ketine destêd van mirovên sitemkar de, her zanayekî older mîna haxam, baba, metran, petrek, keşe, şêx, pîr, mele, feqe, sofî, reben û mirîdan, xwe xistine şûna Xwedê de, mirin û jiyana mirovan tenê bi ferman û rêdanên wan olderan rewa ye, û ji ber ku di nav civakê de hêza wan pir e, her yek ji wan oleke xwe ya taybet çêkiriye û bi mirîdên xwe yên pir re bûne tîrek.

Ev şerên li vê sedsala me mîna şerê sedsalên berê, pirên wan dijminatiya ola ye, ango yan tîra ye, heger tu alîgirê olekê be, tu jî dibe dijminê olek din, û ji bo wê girêdanê tu dibe qurbana nakokiyên herdû olan, ji bo rewabûna her tîrekî û sitendina tolhildanan, mafê mirovan bin pê dibe, bi erzanî xwîna wan tête rijandin, herweha ji bo heyfsitandina xwînê û serê mirovekî bi milyonan serî jê dibin, û ji bo wêneyekî bi milyaran ziyan dighêje welat û miletan, û hîn jî ji bo nivîsandin û nerîn û axaftineke rast ji mirovekî, olderên sitemkar fermana rêdanê didin ku ew di şûna Xwedê de giyanê wî mirovî bistînin, û ji bo kuştina wî mirovî bi milyonan dolaran wek diyarî terxan dikin, û tevî van derew û kiryarên wan yên bê fedî hîn jî ew dibêjin, Xwedê mafê kesî wunda nake, û hebûn û nebûna me di destê Xwedayê dadmend û firişteyên wî deye.

Vana derewek li cîhanê nehiştine ku nexistine nav olên xwe de, heger tu ne alîgirê ol û tîreyên wan be, çiqas tu jîr û zana be, li nik wan tu mirovekî nezan û bê nirx e û xwîna te ji wan re paqij e.

Lê qeşmeriya herî mezin û balkêş ew e, ku welatê me (Kurdistan) yê ku cîhê navenda cîhanê ye û bi xwezaya xwe buhişteke rengîn ne, û li vir mirov û olên pêşî hatine afirandin û damezirandin, kesekî bêhiş û nezan bi riya xwe ya dirêj Quranek yan jî Incîlek di dest de ye, ji dûrbûna hezarên kîlometran tête welatê me ji bo me fêrî ola xwe bike, û ji me re bêje Xwedê û firişteyên wî kî ne, û paqijî û nepaqijî, qencî û neqencî çawane, û em ê çawa bi hevjîn û jin û keç û zarokên xwe re bidin û bistînin, û çiqas vîtamîn di bacanê sor û hejîr û seytûn û tirî de hene.

Di nerîna min de pêwîste miletê Kurd xwe dûrî van olan bike, rêzê li wan bigre, lê tevî karên alîgirên wan nebin, ji ber ku bi taybet miletê Kurd ji derew û xap û pilanên wan têr bûye, û wî baceya herî mezin di rêka wan de daye, û di nav van olên pir de hebûna xwe wunda kiriye, di dema ku miletên din di bin navên van olan de koka neteweyên xwe diparêsin, ji lewra ya herî rast û dirust û baş ew e, ku miletê Kurd pêşî û dawî ola xwe ya nû ya taybete bi wî biparêse, çunkî netewa Kurd berî hemû olan hebû û di gelek delîvan de dikarîbûn netewa xwe biparêsin.

Vêca ji bo ku miletê Kurd xwe dûrî van xewn û sîber û derewên vala bike, di ola wî ya nû de tenê heft bend û pirensîpên pîroz hene pêdivîye ew bêne parastin, yek jê xaka welat e, ango, xaka Kurdistanê ye, dudo, ezmanê Kurdistanê ye, sisê, xebatkar û pêşmerge û şervanên Kurd in (Xwedayê Kurdan ne), çar, kelepûrê kurdî ye, pênc, zimanê kurdî ye, şeş, ala kurdî ye û heft, sirûda kurdî ye.

Bi parastina van her heft pirensîpên heyber û razber re, ola Kurd ya nû berdar dibe, û tekez, bê vê parastinê mirovên Kurd bê netew û ol û bawerî û rûmet û nirx dimînin.

Di ola wî ya nû de ezmanê hefta û ferîşteyê mîna Cibraîl, Izrayîl, Mîkayîl, Dirdayîl, Îzazîl, şemkayîl û Israfîl tune ne, û pêdiviya miletê Kurd bi susretan jî tuneye, ji ber ku berxwedana mêrxasên Kurd li deşt û çiya û gund û bajar û her çar aliyên welatê wî hemû susret in, herweha di vê olê de piştî mirinê buhişt û perî û dojeh û agirê wê jî tune ne, jiyana piştî mirinê jî tuneye, tenê diruşm û bingeha vê ola nû ev e, yan Kurdistan yan neman, û hemû tiştên din bavêjin çeman.

Bawerê Omerî

13.09.2014

Bawere-Omeri@hotmail.com


Print