2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
Sûriye, şer û çareserî
2012-04-26 12:17
Kemal Burkay
Rewşa Sûriyê her diçe xiraptir dibe.

Bi rabûna pêla “Bihara Ereban” xelkê Sûriyê ji rabû ser piyan. Ew jî wek xelkê Tûnis, Misr, Libya û yemenê, dijî rejîmên dikatorî derdikevin, azadî û demokrasî dixwazin.

Di destpêkê da tevgera gel bi rê olaxên aştiyane bû, ango derketin kûçeyan meşîn, deng û daxwazên xwe bilind kirin. Lê mixabin, rejîma Sûrîyê jî wek ya Libyayê û Yemenê bi serhişkî berê gel da, eskerê xwe ajote ser van, di kûçe û kolanan da xwîn rijand, xelk girt û eza û teda li wan kir, bajar ser û bin kirin, xanî, heya mizgeft dane ber topan. Hingê xelkê sîwîl jî mecbûr ma sîleh girtin destê xwe, li bajar û gundan berê leşker didin.

Ji ber vê yekê gelek bajar, wek Dara, Idlîb û Dêra Zorê, heya gelek taxên bajarên mezin wek Şam û Helebê wêran bûn, Nêzî 10 hezar kes hatin kuştin û bi deh hezaran birîndar bûn, ji sedhezarî zêdetir kes koçber bûn xwe avêtîn welatên Cîran wek Libnan, Tirkîye, Urdin û İraq…

Girêk û şerê Sûriyê her diçe xirabtir dibe. Hin dewlet û hêzên mezin, wek Amêrika û Yekitiya Ewrûpa, Yekitîya Ereban, hin cîranên Sûrîyê, bi taybetî Tirkîye dıxwazin ku êdî Esed dev ji hukim berde, lê Esed guh nade daxwazên xelkê xwe û dinyayê. Her usa hin dewletên mezin jî, wek Rûsya û Çîn, her usa jî Îran piştgirîya Esad dikin, wî nêzî xwe dibînin û naxwazin hukma Baas hilweşe.

Bona vê yekê Rêxistina Yekitîya Milletan jî nikare bi yek dengî biryarekê bigre di derheqê Sûriyê da. Li vê dawîyê biryara ku hate girtin, bo sekinandina şer bû. RYM bo vi karî nuha hewl dide plana xwe bi destê sekriterê berê Kofi Annan bi cî bîne. Lê mixabin, usa xuya ye ku plan û pêşnîyarên Kofi Annan jî nikare şer bisekinîne.

Gelo dawiya vê şer û pevçûnê çi be?

Bi raya min, carê tîr ji kevanê derketîye û heya ku Hukma Baas hilneweşe û Beşar û malbata xwe ji ser hukim neçe Sûrîye zelal nabe.

Partiya Baas û malbata Esed ev ji çil salî zêdetir e ku Sûriyê bi bi şiklekî dîktatorî, ango bi zora istixbarat û eskerî idare dike. Lê êdî rewşa dinyayê gelek guhariye û dema dîktatorîyan heya li Rojhılata Navîn jî temam bûye. Bona vê yekê ye ku berê li Iraqê hukma Saddam hilweşî, piştra, bi pêla guhartinê bi “Bihara Ereban” li Tûnis, Misr û Libyayê kesên dîktator ji ser hukim çûn. Nuha jî dora Sûriyê ye. Dawîya wê jî êdî hatiye, çend roj, belki çend meh zû an dereng.

Ger dîktator piçek baqil bin û vê rastîyê fêm bikin, dikarin hin reforman çêkin û guhartinê bi destê xu bikin, da ku xwîn nerije, welat ser û bin nebe û him xelk him jî bi xwe û alîgirên xwe neêşin. Ger rê vekin ji bo guhartinê, bo saziyeke demokrat. Ger destûreke teze û demokrat daynin, rê vekin ji bo hilbijartina giştî û parlamen û hukumeteke ku bi raya gel avabe, bê ser hukim…

Lê mixabin, kes û sazîyên dîktator pirî caran vê yekê nakin. Ew bi hêza xwe pir qayîl in û wekî li pêş çavê wan perdeyek heye, rê nade ku ew rastiyê bibînin û ger tu qimetê nadine gel, jê ra zulmê rawa dibînin, qe nebe xwe ji belayê piparêzin. Saddam ew tişt ne dît, Qaddafî û Mubarek nedît û Esed jî nabîne.

Vê gavê şunda bibîne jî êdî dereng e.

Lê gelo ev pirsa hanê çawa çareser be?

Bi raya min, rewşa Sûriyê ne wek ya Libyayê ye. Ango herçiqas dewletên mezin yên xerbi, Amêrika jî di nav da, dixwazin ku rejima Esed hilweşe, lê naxwazin bi eskerên xwe bikevin Sûriyê. Hîn ji belaya Afganîstan û Iraqê xilas ne bûne naxwazin bikevin belayeke mezintir. Ji ber ku li pişt Sûriyê Îran, her usa jî Rûs û Çin heye, dikare mesele mezin be, agir bi hemû herêmê keve. Tirkiye jî her çiqas gelek laf û gefan li sûriyê dixwe jî dil tune ku eskerê xwe bajo ser Sûriyê.

Bi raya min, Îsraîl bi xwe jî naxwaze têkilî şerê hundir ê Sûriyê bibe û heya belkî naxwaze ku hukma Esed hilweşe. Ji ber ku dikare rejîmeke tund a Îslamî ava be li cîyê wê bi destê İxwanan.

Di rewşa hanê da Kurdê Sûriyê çi dikin, halê wan çawa ye û dahatûya wan wê çawa be?

Malûm e, Kurdê me yê Sûriyê wek Ereban ranebûn ser piyan, çek negirtin destê xwe û êrişî hêzên hukim ne kirin. Xuya ye nexwestin şer û belayê Baasiyan bikişînin ser xwe. Lê ew jî ta ji serî da guhartinê dixwazin. Ji bo Sûriyê demokrasî û ji bo xwe azadî dixwazin.

Gelek rêxistinên wan ên piçûk-mezin hene. Ew vê dawiyê li Heewlêrê hatin ba hev û bereyek bin navê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) avakirin. Daxwazên wan jî êdi zelal dibe. Ew ji bo Kurdan mafên çandî û sîyasî-îdarî dixwazin. Şiklê wê di rewşa îro da yan xwemuxtarî ye, yan federalî ye.

Bi raya min ev daxwaz ji bo Kurdên Sûriyê gor şertên îro realîst e. Kurd li bajarên Bakûr, ji Dêrikê bigir heya Çiyayê Kurd piranî ne. Ev der bi Qamîşlo, Hesekî, Amûdê, Kobani, Efrîn û ciyên dinê, bi rasti jî beşekî Kurdistanê ye.

Lê mixabin, mixalefeta Ereb ku dijî diktatoriyê şer dike, naxwaze heqê Kurdan nas bike. Dewlet û hukumeta Tirk jî ditirse ku Sûriye ji hev bikeve û jê Kurdistaneke xwemuxtar, an jî federal derkeve, wek Îdara Herêma Kurdistana Iraqê… Bona vê yekê Tirkiye piştgirîya mixalefeta Ereb dike, lê usa xuya ye ku naxwaze Kurd bibin xwedî heq…

Gelo dawi çibe? Bi raya min, divê Sûriye ji diktatoriyê, ango ji hukma Hîzba Baas û ji malbata Esed xilas be, lê nekeve bin bandûra rejimeke xirabtir. Ango bibe welatekî demokrat. Divê Kurd jî, Sunnî ji, Nusayrî jî, xelk û grûbên dinê jî wek Xiristiyan, Durzî, şûyî zulmê nebînin.

Ew jî bi raya min, bi avakirina sazîyeke demokrat û federal dibe. Divê Kurd li beşa ku bi nifûs piranî ne, ango li herêma Kurd xudi xumuxtari (otonomî) bin. Nusayri jî li hêla Lazqîye û der û dorê xwemuxtar bin. Li başûr, li ser sînorê Libnan û Îsralê herêma Durziyan jî heye û divê ew jî heqê xwe bistînin.

Li dawîya dawî, Surîye bi şiklekî federalî dikare pirsên xwe çareser bike, ji şer û pevçûnê xilas be.

Ne usa, ev şerê nav xwe wê berdewam be, zirareke pir mezin bide xelkên Sûriyê û dawiya dawî Sûriye dîsa ji hev bikeve…

25 Nîsan 2012

Print