2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Komcivîna HAK-PARê ya 6’ a pêk hat
2014-10-28 14:55


Komcivîna HAK-PARê ya 6-a di roja 26.10.20014 an de li Anqerê civîya. Di komcivînê de, bilî endam û nûnerên partîyê, bi hejmareke bilind mêvan, berpirsîyar û nûnerên partîyên sîyasî û rêxistin û sazîyên civakî beşdar bûn, hin ji wanan gotar xwendin. Gelekan jî nameyên pîrozbahîyê şandibûn.

Komcivînê, piştî hilbijartina dîwanê û rawestina rêzgirtinê ji bo şehîdan, dest bi karê xwe kir. Serokê HAK-PARê yê dewra çûyî Kemal Burkay, berê bi kurdî û dû re bi zimanê tirkî axaftina xwe ya Komcivîna şeşa pêşkêşkir.



Axaftina Serokê Giştî Kemal Burkay

Burkay bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir:

‘Hûn hemû bi xêr hatine Komcivîna me ya şeşa.

Wek hûn dizanin, du sal berê, di 4.11.2012’an de, di komcivîna 5’ a de ez wek serokê giştî yê Partîya Maf û Azadîyan hatibûm hilbijartin. Hingê min di axaftina xwe de, behsa pirs û kêşeyên giring ku welatê me û gelê me pê re rûbirû ne kiribû, û rola HAKPARê ya di hewldanên çareserkirina van pirsan de û di jîyana me ya sîyasî de anîbû ziman.

Piştre jî, di gelek minasebetên cuda de, di vî warî de min dîtinên xwe û erkên li pêş HAK-PARê anîbû ziman. Hûn van tiştan dizanin. Loma ez pêwîst nabînim ku eynî tiştan li vir tekrar bikim. Herweha kar û xebatên ku di van du salan de pêk hatine, di rapora xebatê de bi kurtayî hatine ravekirin û wê ji komcivînê re bên pêşkêşkirin; loma pêwîst nake ez behsa wan jî bikim.

Burkay di berdewamîya axaftina xwe de, li ser hin bûyerên giring yên ku du salan de li hundir û li derva qewimîne rawestîya.

Burkay, bi taybetî li ser pirsa ‘’Çareserî û Pêvajoya Aştîyê’’ ya ku piştî hevdu dîtên Musteşarê MİTê û Öcalan hatibû destpêkirin, sekinî û got ‘’Evê pêvajoyê di raya giştî de, di nav derdorên ku çareserîya pirsa kurd û aştîyê dixwazin de bi giştî hewayeke gelek erênî peyda kir. Lê, me şertên heyî, nîyet û daxwazên herdu alîyan li ber çavan girtibû û di derbarî vê yekê de em zêde bi hêvî nebûn.’

Burkay got ku di van du salên derbasbîyî de, di vî warî de, piçûk an jî mezin hîç gavek nehatîye avêtin û tu projeyeke wan jî li meydanê tuneye. Din av civaka kurd de ew bawerî hasil dibe ku sîyaseteke mıjûlkirin û xapandinê tê meşandin.

Kemal Burkay, destnîşan kir ku ev rewşa aloz piştî bûyerên kul li Kurdistana Başûr û xasima êrişên li ser Kobanê, bû sebebê hêrs û teqandineke mezin, lı ser banga KCK û HDP mirov derketin ser kolanan û herderê welat bû cîgehê xwînê, xwîn rijîyaû dîmenên gelek xembar û xirab derketin holê. Ev jî dide xuyakirin ku pirs çiqas hesas û şkestbar e.

Burkay got Pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke netewî ye, pirsa gelekî 50 mîlyonî ku welatê wî li Rojhilata Navîn pareçekirî ye. Ev gel li her çar parçeyan jî bona azadîya xwe şer dike. Çareserkirina vê pirsê bi du şêweyan mumkun e: Dewleta cuda yan jî federasyon. Eger gelê kurd wê bi gelên cîran re di aştîyê de bijî, şêweyê tevjîyanê, çareserîyeke li ser bingehê wekhevîyê ye, federasyon e.’

Kemal Burkay di berdewamîya axaftina xwe de li ser êrişên İŞİD û bûyerên navçeyê sekinî û şerê kurdan jı bo parastina welat pesinand.

Burkay di dawîya axaftina xwe de li ser mijara serokatîya partîyê got ku; Ew ê ji bo dewra pêş wek serok an jî di rêveberîyê de cî negre. Got min ji bo dewreke du salan ev erk girtibû û nuha ev diqede.

Burkay bi berdewamî got ku, wezîfa Serokatîya Giştî ji bo kesekî di temenê wî de giran e. Ji hevrêyên xwe daxwaz kir ku dilê xwe teng nekin ji vê biryarê re.

Burkay li ser pêwîstîya xebat û têkoşîna HAK-PARê qisekir û got eger em bi rastî dixwazin, ku em dixwazin partîya me girseyan hembêz bike, di nav gelda şax bide, divê em ji dil û can bixebitin.



Hilbijartin

Komcivîna HAK-PARê ya 6.a bi destnîşankirina sê(3) berandamên serokatîya HAK-PARê bi berebezîneke demokratîyê ya di cî de hilbijartinên xwe kir. Sê kesên berendam Bayram Bozyel, Mehmet Celal Baykara û Fehmî Demîr bûn. Piştî ku M.Celal Baykara xwe jı namzetîyê vekişand, dengdan ji bo herdu namzetên din digel du lîsteyên endamên Meclisa Serokatîyê hatin çêkirin. Di encamê de lîsteyekê 166 û ya din 114 rey stendin. Li gor vê encamê Fehmi DEMİR wek Serokê Giştî yê HAK-PARê hat hilbijartin.

Serokê Giştî yê nû Fehmi Demir bi axaftineke kurt spasî hemû delegeyan kir ku bi hevre numûneyeke berebezîna demokratîk nîşandan û organên nû hilbijartin. Ji bo ku ew wek Serokê Giştî hilbijartine jî spasî delegeyan kir û tekez kir ku ew ê hewl bide ku erka ser milê xwe bi layîqî bi cî bîne.

Serokê giştî:

FEHMİ DEMİR

Endamên Meclîsa Partîyê

HASAN ŞEŞEOĞLU
İLHAN ÇETİN
FUAT KARAArSLAN
NECATİ BAYRAM
DERVİŞ KORKMAZ
İBRAHİM POLAT
İHSAN ÇOBAN
ARİF SEVİNÇ
SEVDA KOKUM
AHMET ERDOĞAN
GÖKHAN TARHAN
DERYA BURKAY
OSMAN SARITAŞ
MUSTAFA TAŞCI
ALİ REŞAT ÖZTÜRK
SAİT DEMİR
ABDULMENAF KIRAN
ŞİNASİ ŞAHİN
HALUK ÖZTÜRK
MEHMET ALİ KEŞTAN
HÜSEYİN ÖZDEMİR
YUSUF SERVAN KIZIL
AZAT ATMACA
ABDULKADİR DEMİR
DÜZGÜN KAPLAN
GÜLPERİ SEVİM
SEMRA ARCAN GÖKÇEN
YAŞAR KİLERCİ
MEHMET BAKİ ARSLANARGUN
BEDRİ IŞIK
LATİF EPÖZDEMİR
İSA ESKİN
NUSRET GÜVEN
SİRACETTİN SARI
İHSAN DURAK
ABDULLAH ÇELEBİ
FAİK KAHRAMAN
TURAN İL
MUHLİS NURÇİN

Endamên cîgir ên Meclîsa Partî

FAZIL TAŞKAN
SAMET ARSLAN
MAHMUT TEMEL
DİLŞAH ARAS
ABDULAZİZ AKÇAN
CENGİZ TEMEL
HAMDİYE ŞEŞEOĞULLARI
HAYDAR BEYSÜLEN
KASIM KEŞTAN
BEKTAŞ AKKUŞ
RIZA KATURMAN
DÜZGÜN KORUCU
SÜLEYMAN KART
FARUK AKSÜMER
MEHMET ZEKİ SARI

Endamên asîl yên Komîteya Dîsîplînê

İSMET KAYA
BEHÇET TEKTEKİN
ERDOĞAN GEYİK
BAŞAK BAYRAM
AHMET CEMİL ARCAN
CELAL DENİZ
BELGİN POLAT
Endamên cîgir yên Komîteya Dîsîplînê

SEMRA GÜNAYDIN
IRGAT POLAT
MAHMURE TEMEL

Kesên ku gotar xwendin

- Ebdulhemîdê Hecî Derwêş (Sekreterê Partîya Demokratên Pêşverû ya Kurdên Surî)

- Omer Mîranî (nûnerê PDK li Anqere)

- Rostem Cîhangirî (Hizbî Demokrat Kurdistana Îranê)

-Enwer Soro (Komela Zehmetkêşanî Şoreşger, Îran)

- Muhemmed HacÎ Mehmûd (Sekreterê G. Partîya Sosyaldemokrat a Kurdîstan, K. Başûr)

- Rêber Îsmaîl Amêdî (Partîya Komunîst a Kurdistanê)

- Brahîm Bro (Sekreterê Partîya YekîtÎ ya Kurd li Surî)

- Alî Îbrahîm (ENKS-Kobanî)

- Şemseddîn Heme (Sek. Mektb. Sîyasî ya Komeleya Surî)

- Dr. Şükri Güler (Serokê Giştî yê KOMKAR)

Yên ku ji Komcivînê re pîrozname şandin

Bülent Arınç, Cîgırê Serokwezîr
Kani Beko, Serokê Giştî yê DİSK
Bayram Karaca- Kurdısh America Society-New York
Prof. Dr. Mustafa Kamalak, Partîya Saadet
Selma Şen, seroka BES, şûbeya Îzmîrê
Op.Dr. Ekrem Bilek, Serokê Berê ê Şaredarîya Siirt
Fettah Timar, Komeleya Pıştgirîya HAK-PAR, Almanya
Sema Kılıçer- Şêwırmenda DelegasyonaTurkîyê ya YE a karên sîyasî
Komîteya Hevkarî, Swêd
Gül Seven- Rêxistina Efûyê a navnetewî Amnesty international
Partîya Demokrat a Netewîya Kurdistan
Şêx Şemo Şêxo, Endamê Parlamenta Kurdistanê û Serokê Desteya Bilind a Bıngeha Laleş




Print