2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Kopenhagenê şeveke piştgirîyê ji bo Kobanî hate lidarxistin
2014-10-29 10:14


Yilmaz Yildiz / Kopenhag

Bi amadekarîya Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) di roja 26.10.2014’an de şeveke bi xwarin û vexwarin ji bo piştgirîya pênaberên Kobanî li bajarê Kopenhagenê hate li darxistin. Hêzên sîyasî ên kurd li Danîmark jî piştgirîya şevê kirin û girseyeke mezin ji kurdên her çar beşên Kurdistanê û nas û dostan beşdarî şevê bûn û piştgirîya pênaberan kirin.



Piştî bi xêrhatina mêvanan, şeva piştgirîyê bi yek deqe rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Kurdistanê dest bi bernameya xwe kir. Soorat Jamshîdî û Yilmaz Yildiz bi zimanê kurdî û danîmarkî rêveberîya şevê kirin û bi herdu zimanan rewşa Kurdistanê û şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û xasima jî rewşa li Kobanî û berxwedana şervanên kurd li Kobanî ji mêvanan re şîrove kirin û bal kişandin ser dorpêçkirina Kobanî û koçberbûna bi dehhazaran kurdan ji herêma Kobanî ber bi Bakurê Kurdistanê ve.



Di şevê de gelek kesan axaftin kirin, ku du ji wan jî endamên kurd ên Parlamentoya Danîmark bûn, Özlem Çekiç ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) û Yildiz Akdogan ji Partîya Sosyaldemokrat.

Di şevê de du grubên muzikê jî beşdar bûn û piştgirîya Kobanî kirin. Herweha jî gelek kesên dukandar alîkarî dan û li salonê tişt hatin firotin. Resamekî kurd ji Efrînê Kanî Alan pênc resimên xwe dîyarî dabûn ji bo pênaberên Kobanî. Her pênc resim jî li wir bi qîmetekî bilind hatin firotin û wî jî bi wî şêweyî piştgirîya xwe dîyar kir.

Şeva piştgirîya pênaberan bi şêweyekî serkeftî derbas bû û hemû kes jê memnûn bûn.

Hêjayî gotinê ye ku FKKD piştî vê karêsata hatî serê herêma Kobanî dest bi hin çalakîyan alîkarîyê kir. Li gel amadekirina vê şevê, FKKD’ê herweha jî kontoyek alîkarîyê vekir û dest bi danheva cil û bergan ji bo pênaberan kir. Di van rojên pêş me de wê wek destpêk trimbêlek (TIR) cil ji bo pênaberên Kobanî li Bakurê Kurdistanê bê şandin.




Print