|
45 êrîşên asmanî li dijî DAIŞê hatin pêkanîn |
2014-12-09 19:09 |
|
RÛDAW - Artêşa Amerîka ragihand ku balafirên hevpeymaniya navdewletî û yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 4 rojên borî de 45 êrîşên asmanî li dijî navendên çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêkanîne
Fermandariya Navendî ya Hêzên DYAyê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand ku balafirên DYAyê û hevpeymaniya navdewletî 30 êrîşên asmanî li Başûrê Kurdistan û Iraqê û 15 êrîş li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê li dijî DAIŞê hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nava êrîşên li Başûrê Kurdistanê de, 7 êrîş li parêzgeha Kerkûkê, 4 li Şingalê, 3 li Teleferê û 4 li nêzîkî bajarê Mûsilê li dijî navend û wesayîtên DAIŞê hatin pêkanîn ku di encam de gelek navend, cebilxane û otombîlên wê rêxistinê, balafirên şer dan ber bombeyan.
Li gor daxuyaniya artêşa Amerîka, balafirên hevpeymaniyê 3 caran êrîşî navendên DAIŞê li nêzîk bajarokê Qayim yê li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de kirine, herwiha 3 êrîş li bajarê Rûmadî li parêzgeha Enbarê û 2 li bajarokê Bêcî li parêzgeha Selahedînê pêkanîne.
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîka diyar kir ku balafirên hevpeymaniyê di nava 4 rojan de 14 êrîşîn asmanî li dijî çekdarên DAÎŞê li bajarê Kobanî pêkanîne ku di encam de 4 cihên wê rêxistinê, 3 avahî, 2 tank, cihekî topxaneyê û 8 yekîneyên taktîkî yên DAIŞê hatine têkbirin.
|
|
|
|