|
SERSAXÎ |
2015-01-24 01:41 |
|
Ji bo Buroya Kurdî ya Brukselê
Dostên hêja,
Me îro bi xemgînî bihîst ku nivîskarê Kurd yê naskirî Wezirê Eşo koça dawiyê kiriye. Wezirê Eşo rewşenbîrekî rûkên û aşitîxwaz bû. Xizmeta wî ya ji bo ziman û tarîxa Kurdî cîheki giring digre. Bi mirina Wezirê Eşo gelê Kurd nivîskarekî zana û kedkar wenda kir. Gelê Kurd tu car ked û xizmeta ku wî kiriye ji bîr nake.
KOMKARê bi wefata Wezirê Eşo dostekî hêja wenda kir.
Ez bi nave xwe, hemû endam û alîgirên KOMKARê ji we û malbata Wezirê Eşo ra sersaxî dixwazin.
Ruhê wî şad, cîhê wî buhuşt be.
23.01.2015
Bi navê Desteya Rêvebir a KOMKARê Bekir Topgider |
|
|
|