2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Wezîrê Eșo wefet kir
2015-01-24 01:46


Eskerê Boyik

Caweke pir xemgîn iro gihîște min. Dijwere wê rastiyê ra qayîl bim, ku hogirê minî qelemê, ku eva devedevî niv sedsale em rêkê da bi hevra dimeșin û van sale dewyê heftêk tunebû me bi seheta hevra xeber neda xatirê xwe ji me dixweze, dice tevî refê rewșenbîrê meye nemir yê dewra sovêtê bibe: Erebê Șemo, Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Șekroyê Xudo, Emînê Evdal, Nado Maxmûdov, Fêrîkê Ûsiv, Mîkayêlê Reșîd, Simoyê Șemo… Wê cêrgê mirov kare dirêjke. Gișk jî navên mezin û bijare. Gișka jî Wezîr hiz dikirin, gișkê jî bi hizkirin li rex xwe wê ciyê layîq bidine Wezîrê Eșo…

Wezîrê Eşo sala 1934 a, 1 ê meha mijdarê li paytextê Gurcistanê: bajarê Tilbîsê da hatibû dinê. Pêşyên nivîskar destpêka salên 80 î sedsala 19 an ji ber zulm û zora dewleta Osmaniyê û olperestên êlêye fanatîk ji Eleşgirê ( E´yntap ji navça wan ra digotn) ji êla xwe ya Sîpka diqetin û bi dijwerî direvn e navça Dîgorê li qeza Qersê. Wê demê ew herem êdî di bin bandora desthiletdariya Împêratoriya Rûsiya qiraliyê da bû. Êla wan: Sîpkîên Êzdî li wî cîyê nû ji xwera gundan ava dikin. Mala kalkê Wezîr gundê Şîrikûyê da cî dibin. Ew li wê êlê da malbeteke bi nav- denge û kivş bû… Berî şerê cihanê yê ewlin kalkê wî Hûtê Begê Reşîd axa wek gilavîyê (serokê) wê êlê tê hilbijartin. Lê ev yek dirêj nakşîne. Sala 1917 an li Rûsiyayê şorişa Oktiyabirê ser dikeve. Leskerên Rûsa Pişkavkazê dihêlin, diçin. Leşkerên Osmaniyê û alayên Hemîdiyan dadikutine wê heremê. Qewatên Ermenîya têrê nakin pêşya wê lêya zalm bigrîn. Êla Sîpkan ji aliyê Osmaniya da ziyneka mezin dikşîne. Yên tên qirkirinê, yên bi teherekî ji çemê Ava Reş derbaz dibin, diçin, digîhîjne navça Elagezê kurdên Êzdî. Wê demê 12 gundên Êzdiyan li pala çîyayê Elegezê hebûn. Malbeta kalkê nivîskar Hûtî Begê gundê Pampê da cî dibin. Lê hêzên Roma reş tev Hemîdiyan tên, bi şûrê xezevê digihîjin wan gundan jî, Êzdî dikevin devê şûrê neheqiyê. Mêra, zarok, kal û pîran dikujin, gunda talan dikin, geleka hêsîr digrin, tev talên dajone kûraya Tirkyê. Malbeta wan mecbûr, direvin bajarê Tilbîsê. Wê demê Tilbîsê da jî feqîrî û nangiranî bû: tije sêwî û evdên bêxweyî.

Wura jî qeydê Sovêtê tê demezirandin. Bajêr da mektebên karkiran yên hildana nexwedîtiyê vedibin. Eşo jî wan mekteba da bi piştgiriya Kamil Beg Bedirxan (Wê demê ew lawê mala Bedirxana li bajarê Tilbîsê dijît, tevî hinek karkir û rewşenbîrên kurdan kare kurdewarî dimeşand) dixwîne, xwe pêş dixe, dibe şagirtekî Bedirxwen. Dizewice. Halê wan xweş dibe. Sala ku Wezîr tê dinê (1934 a) malbeta wan vedigerin nava qewm-pismamên xwe: Ermenistanê, gundê Pampa Kurdan. Bavê wî ewil wak berpirsiyarê kilûba gund, paşê salên dirêj wak serokê sovêta gind dixebite…

Zarotya Wezîr wî gundê Kurdayî çiyayî bedew da derbaz dibe. Pampa Kurda (niha Sîpan) li nav wê navçê da gundkî herî şên e, bi bihar û havînê xwe yên li nav kulîlkada xemilî, kerî, sûrî, berx , berodan, bindarûk, zerî-domamên çevreş, payîzên bi dewet û dîlan, zivistanên berf û boran, odên germe tije çîrok û kalên zemana. Pamp xizna zargotinê ye.

Dema Wezîrê me dinivîsî, yan li nava civakekê da diaxivî, kolorîta axaftina Pampiya dihate bîra mirov. Xeysetekî kurmancîyî, lîrîkîyî, sivik, zimanekî xweşî tije tem û şîrnayî, ruhsivikî, axaftineke maqûlî, zaroka ra zaroke, mezina ra mezin bû Wezîr me. Timê li nav şîn û şaya, mesrefa da, mîkrafon yan kasa eşqê dêst da, ber dilê evda da dihat, ku derdê wan sivikke, destanînê wan ra şabûna xwe digot, xelq pîroz dikir. Axaftina wî jî ne wek ya xelqê bû, dirêje û heftq bû. Rewşembîrekî usan bû ku nav, bi xûdana xwe, keda xwe qazanc kiribû, hela dewsa hinek rewşembirên me, nîrê wan jî kişanibû û carna li bin sîyê da mabû.

Xwendina ewlin Wezîr dibistana gundê xwe ya hevtsale da standibû, paşê bajarê Tilbîsê da mekteba navîn xilaz kiribû. Sala 1953 an beşa dîrokê ya Zanîngeha Yêrêvanê da hatibû qebûlbûn û ji pey bi serketin qedandina xwendina bilind ra gundê xwe da bûbû berpirsiyarê dibistanê.

Sala 1961 ê dice Lênîngiradê ku li ser dîroka gelê xwe bixebite û têza doktoriyê bistîne. Ew li wur kurdzan-rojhilatzanên bi nav û deng ra dibe nas, li nav dîroka gelê xwe da kûr dibe. Sala 1963 a vedigere Yêrêvanê. Sala 1964 a wî kivş dikin wek rêdaktorê sîyasî î sereke yê weşenên têlêvîziyon- radiyo û weşenxana li Ermrnistanê. Salên 1983-1994 an karê rêdaktoriye û wergervaniyê di beşa weşanên Kurdî ya Radiyoya Yêrêvanê da dike. Sala 1994 an ji sedemên taibeytî Wezîrê Eşo penaberî Bêlgîyayê dibe û heta roja xweye dewyê kar –barên xweyî rewşembîryê, zaniyaryê, nivîskariyê, welatparêziyê li bajarê Birûsêlê didomand.

***

Despêka salên 60 î, sedsala çûyî, Wezîrê Eşo jî tev Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşît, Fêrîkê Ûsiv, Simoye Şemo, Sihîdê Îbo, Egîtê Xudo, Emerîkê Serdar u gelekên din ronayîke geş anî nava rojnemevanî û edebiyeta Kurdên welatê Sovêtê… Ermenistanê da ew bûne stûnên karkir û rêvabir ji bo ocaxên medeniyeta Kurdan. Salên weşena xweye ewlin heta sala 1994 a çawa para axaftinên radiyoya Kurdî ya rojane, usan jî pelên rojnema RIYA TEZE bi nivîsarên Wezîrê Eşo xemilîne…

Wezîrê Eşo di nav xwendevana da çawa nivîskarekî bi şuret û hizkirî eyane. Pirtûkên wî yên kurteçîrokan: “ Mizgînî” (1976), “ Dengbêj kal bûbû” (1983), “ Pamp-Sîpan” (1986) û gelek efrandinê wîye din ji alyê xwendevana da hatine hizkirin. Têma efrandinê nivîskar emrê evdê kurde, Pampa wîye delal, dijweryên dîrokê, jîyana îro, hizkirin, penaberî û xerîbî, hisreta Welatê kal-bavan, pismamtî û xêrxweziya gelan… Şirovekirna wî şîrin û xweşe, bi gilyê pêşiyan, laqirdiyan, reng û rewşên hewaskar xemilandîye…

Nivîskarê hizkirî karekî mezin di aliyê wergera bedewetiyê da kirye. Xebata salaye dirêj di warê wergerê da û zanebûnên bêqisûr ya zimanên Rûsî û Ermenî mecal danê ku efraninên bedewetiyê usan wergerîne kurmancî, wekî ew ji bingehê danexin. Sala 1982 berevoka wî ya wergeran ji nivîskarên Ermenî “ Xebera Dosta” hate weşendin. Bi wergera wî radyoşanoyên “ Hisret”, “ Nahapêt” yên li ser hîmê romanên nivîskarê Ermeniyayî Hraçiya Koçar nivîsî, “Memê û Gulê” ya nivîskarê Kurd Nado Maxmûdov salên başqe-başqe bi zimanê Kurdî Radiyoya Yêrêvanê da hatine dayîn. Wezîrê Eşo usa jî yek ji wergerê berevokên efrandinên nivîskarên Ermeniya yên mezin H. Tûmaniyan û A.Îsahakiyan e.

Li ber dilê min da xebateke wî ya giranbha Xaçatûr Aboviyan u lêkolînê wî KURD û ÊZDÎ ye, ku sala 1986 li Yêrêvanê hate weşandin. Xaçatûr Aboviyan, dost û xêrxwezê gelê Kurd hîmdarê Edebiyeta Ermeniya ya nû ye. Ew salên 40 î sedsala nonzdan çûye li nav êlên Kurdan û ev herd gotarên giranbiha nivîsîne, weşendiye. Wezîrê Eşo ne ku tenê ew gotarên giranbiha wergerandine Kurdî lê lêkolîneke pir kûr, bi nirx û delal derberê wan û nivîskarê wan da weşandiye û daye xwendevanên xwe…

Ji bo emekê wî yê mezin, sala 1991 ê ji alyê yekîtya Nivîskarên Ermenyan va ew hêjayî xelata hurmetê ya ser navê Erebê Şemo bû.

Radyoşanoyên wî “Koçekê Derewîn” û “ Tîgran û Mehmûd” ji aliyê guhdarê radiyoyê va gelekî baş hatine qebûlbûn lê komêdya “Remo, Şemo, Temo…” salên 70 î ,demeke dirêj ji ser dika tîatroya Elegezê ya gelêrî nedihate xar…

Wezîrê Eşo karne mezin kirye di warê rojnemevanyê, rêdaktorya pirtûkan da. Ber qelema wî bi hezara qise, nûçe, miqale, heypîvan, gotarên hewaskar derketine. Wî pêşgotinên dor deh pirtûkên nivîskar, helbestvan û zanyarên kurd nivîsye yên wek Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Fêrîkê Ûsiv, Simoyê Şemo, Şemsî û yên din n.

Ew endemê Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanê welatê Sovêtê bû, dewsgirtiyê sedrê yekîtiya rewşembirên Kurd yên Ermenistanê…

Ji pey penaberyê ra jî Wezîr rehet rûneniştye. Berê qelema wî hê adan bûye. Sala 2007 a li Hewlêrê pirtûka wî: “Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya pola da” hate weşandin. Ew pirtûk, bi wergera dr. Îsmayîl Hesaf salek peyra bi zimanê erebî dîsa li Hewlêrê hate weşandin.

Sala 2008 li Başûrê Kurdistanê pirtûka wî ya novella “Paryê Berdamayî” bû male xwendevana. Vê berevoka novella da bi cure bîranîna nivîskar vegeryaye berbi koka xwe, jiyana kal bava û girêdana xwe bi wî emrê derbasbûyî, wan evdên hizkirî ra. Berevok serketîye û bi hizkirin tê xwendin.

Monogirafiya wîye ser jîyan, kar û berhemên Qanatê Kurdo, ku van axriya hate weșendin xebateke pir bi qîmet e derheqa Rojhilatzanê mezin da.

***

Vê dewyê, dema pîrozkirina 80 salya wî, pașê jî seva roja sala nû, me dirêj hevra xeber da. Gelekî ji bo nivîsarên xweye neweșandî dikewgirî. Keça wî Mîdiya xûșik jî hazir bû. Gelekî kêfxweș bû dema min gotê Kovara Navenda Lêkolînên Êzdînasyê hejmara ewlin hatiye weșendin û wegera wîye pir hêja, gotarên Xaçatûr Abovyan “Kurd û Êzdî” bi temamî hatye weșandin. Emê zûtirekê jêra bișînin. Çendek pêșda Leyla Çildergûșî hatibû Mala Êzdiyan Oldênbûrgê, min kovar jêra șand, lê sed heyf Wezîr êdî nexweșxanê bû.

Wezîrê Eșo wê tim dilê heval-hoger, xwendevan û gelê xwe da bimîne.

23.01.2015
Print