2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Barzanî rizgarbûna Kobanî pîroz kir
2015-01-26 22:32


Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rizgarbûna Kobanî pîroz kir û wiha got: “Ev serkeftin, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye, serkeftina mirovahiyê ye li hember hovîtiya terorîstan.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta rizgarkirina Kobanî ji aliyê Pêşmerge û YPGê ve li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li gelê Kurdistanê û ragihand, rizgarkirina Kobanî serkeftina hemû gelê Kurdistanê û mirovahiyê ye li dijî hovîtiya terorîstan.

Peyama Barzanî li ser rizgarbûna Kobanî ev e:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

Me îro xebera rizgarkirina Kobanêya berxwedêr bihîşt. Vê xeberê dilê hemû Kurdistanî û azadîxwazan şa kir. Bi helkefta vê serkeftina mezin, ez pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim. Ev serkeftin, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye, serkeftina mirovahiyê ye li dijî hovîtiya terorîstan.

Ji bo gelê Kurdistanê serbilindî ye ku bi dirêjahiya 1500 km li dijî dirrindetirîn rêxistina terorstî şer kir û ew şikand. Ez berxwedan û rola şervananên qehreman û piştevaniya hêzên Pêşmerge qehreman bo xûşk û birayên wan li Kobanî pir hêja dibînim û dest û çavên wan maç dikim.

Ez lazim dibînin ku bi navê xwe û gelê Kurdistanê spasiya Hêzên Hevpeyman bikin ku bi piştevaniya berdewam a hêzên asimanî, di berxwedana şervanan û wê destkefta pîroz de rola xwe lîstin. Ez her wiha spasiya Tirkiyê jî dikim ku rê da hêzên Pêşmerge ji bo alîkariya şervanên kurd derbasî Kobanî bibin.

Jidestdana çend gund, bajar û taxekê nabe binketin. Binketin wê demê diqewime ku îradeya man û berxwedanê bişkê. Kobanêya qehreman ji ber wê neket çimkî îradeya wê neşkest. Ez ji vê yekê piştrast bûm ku bi piştevaniya gelê Kurdistanê, alîkariya dostên gelê Kurdistanê û berxwedana Kobanî dê bibe sedema wê ku îradeya gelê Kurdistanê li hember dirrindetiya terorîstan neşkê û Kobanî jî nekeve û bi serbilindî bimîne.

Qurbanîdan ji bona xak û welat, şerefeke mezin e û zarokên gelê me di şerê terorîstan de qurbanî dan û bi vê yekê qehremantiyek bêhempa ji xwe nîşan dan. Zêrevan ku pêşmergeyekî Başûrî bû, li Kobanî şehîd bû her wiha Nêçîrvan ku pêşmergeyekî Rojava bû di şerê rizgarkirina devera Eskê ya Mûsilê de şehîd bû, nîşana biratî, yekitî û yekdengiya gelê Kurdistanê bû, her wiha nîşan da ku hemû gelê Kurdistanê li pey dozekê diçin.

Silav li rûhê pakê hemû şehîdên rêya azadiyê!

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Print