|
Berhema Hevkarî û Pîştgîriyê: Kobanî Azad Bû |
2015-01-26 22:30 |
|
Nuçeyên dawî behsa hendê dikin, ku Şervanên YPG û Heza Pêşmergeyên Kurdistana Başur, temamiya bajarê Kobaniyê ji terorîstên DAİŞ paqij kîrîne.
Azad kirina Kobanî berê her tiştê berhema hevkarî û hevxebata hêzên Kurdîstanî û piştgirî alîkariya nevnetewî ye.
Azad kirina Kobanî carekî dînê nîşan da, ku ji bona serketina tevgera azadiya Kurdistanê hevkariya hêzên Kurdistanî û piştigiriya navnetewî mercên serekî ne.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan ji azad kirina Kobanî ji aliyên hezên Kurdistanî ve dilxweş e û ji berxwedana Kobanî serbilind e.
Partiya sosyalîst a Kurdistan carekî dînê serxweşiya xwe pêşkeşê malbat û heval û hogîrên şehîdên berxwedana Kobanî dike.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan daxwaz ji hêzên Kurdistana Başurêrojava dike, ku serketina Kobaniyê baş bixwinin û hewleka pirtir bidin ji bona cî be cî kirina xalên Peymana Dihokê.
Serketîna Kobanî li hemu gelê Kurdistan pîroz be.
26 Kanuna Duwem 2015
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
|
|
|
|