2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKAR: Azadbûna Kobaniyê berhema yekîtiya tevgera Kurd e
2015-01-28 12:43
Wek tê zanin demeke dirêj bu ku rexistina terorist DAIŞê li hember gelê Kurd û Kurdistanê êrîşeke dijwar û hovane dimeşîne. Terorîstên DAIŞê berê erîş birin ser başûrê welat. Li bajâroka Şengalê û li der û dora wê li hember Kurdên Êzîdî jenosîdek pêk anîn. Ev erîş û şerê qirêj hîn jî dom dike.

Piştî Şengalê DAIŞê bi hêzeke mezin erîş bir li rojavayê Kurdistanê, ser bajaroka Kobanî. Ji bo ku Kobanî nekeve bin kontrola DAIŞê, di navbera şervanên Kurd û hêzên terorîst da şerekî dijwar despêkir.

Parlamena Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji ber ku Kobanî nekeve destê DAIŞê û piştevaniyê bidin şervanên Kurd, biryar girt û peşmerge şandin Kobaniyê. Çûyina pêşmerge ji bo Kobanî moraleke mezin da gelê Kurd û şervanan.

Pêşmergeyên qehreman û şervanên Kurd li Kobaniyê mil bi mil di aliyê bejayi da şerekî dijwar meşandin û berxwedaneke man û nemanê pêk anîn. Di aliyê din da Hêzên Hevpeyman jî pişgiriya gelê Kurd kirin û bi rêka hewayî DAIŞ bombe baran kirin û rê û olaxê wî birîn. Di dawiya şerekî bê hempa da Kobanî bi tevayi ket bin kontrola Kurdan.

Di vî şerî da gelê Kurd li hemû parçeyên welat ji bo ku Kobanî nekeve destê DAIŞê kar û xebatên cur be cur meşand. Li dervayê welat jî rêxistin û saziyên Kurd di aliyê diplomasi û yarmetiyê da kar û xebatên xwe bê westan meşandin û dimeşînin.

Gor agahdariyan Kobanî bi tevayi rizgar bûye û bajarok ketiye bin kontrola Kurdan. Gelê Kurd bi vê serketinê kêfxweşiya xwe anî ziman û li gelek ciyan şahi û dîlan girtin ji bo rizgarkirina Kobanî.

Berxwedan û serketina Kobanî careke din piştrastkir ku yekîtî û piştevaniya di navbera Kurdan serketinê bi xwe ra tîne. Bi kurtî, yekîtî nebe, serketin jî nabe.

Em ji bo rizgarkirina Kobanî û serketina Kurdan pêşmergeyên qehreman û şervanên Kurd pîroz dikin.

Ji bo pişgiriya Hêzên Hevpeyman ku di vê roja teng û dijwar da alîkariya gelê Kurd kirin sipas dikin.

Rizgarkirina Kobanî li gelê Kurd pîroz be!

Yekîtî nebe, serkeftin nabe!

Bijî yekîtî û serketin!
Print