|
Berlîn: Delegasyona KOMKARê îcar jî seredana Seferata Danîmarka kir |
2015-02-09 12:09 |
|
Dema Nû-Berlîn
Seredana seferatan ya Delegasyona KOMKARê berdewam dike.
Delegasyona KOMKARê di roja 06.02.2015an da seredanîya sefareta Danîmarkayê kir.
Delegasyon ji sê kesan pêk hatibû: Rohat Geran (Serokê KOMKAR-Navend), Dr. Şükrü Güler (Serokê KOMKAR-Berlîn) û Medîha Lîndner (Endamê Komîta Rêvabir ya KOMKAR-Berlîn)
Delegasyon, di gel Sefîr Wîllîam Boe û berpirsîyarê beşa Sîyasî û Aborî Kîm B. Olsen ra rûniştin.
Berpirsîyarên KOMKARê li ser rewşa Rojhilata Navîn, rewşa gelê Kurdîstan, bi taybetî jî rûdawên mehên dawîyê anîn zimên. Ji Sefîr daxwaz kirin, ku Danîmarka ji alîyê polîtik ve bi çalakî pişgirîya daxwaza serxwebûna Kurdîstanê bike. Her weha li ser rewşa penaberên ku îro li Kurdistana Başur in, agahdarî hat dayîn. Ji Sefîr daxwaz kirin, ku Danîmarka ji alîyê însanî û aborî pişgirîya xwe bi wan penaberan ve nîşan bide.
Sefîr Wîllîam Boe, di axaftina xwe da helwesta welatê xwe anî zimên û dîyar kir, ku Danîmarka, hember terorîstên DAÎŞê, di gel Yekitîya Miletan kar dike. Di çarçova biryarên YM gavan davêje. Her weha bi destê Yekitîya Miletan alîkarîya penaberan dike.
Serokê KOMKAR-Berlîn, Dr. Şükrü Güler jî Sefîrê vexwend Newroza 2015an ya li Berlîn.
Li gor agahdarîya serokê delegasyonê, seredana wan bi tevayî bi serkeftî bûye.
|
|
|
|