2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Daxuyaniya Komeleya Çira ya Ji Bo Roja Zimanê Zikmakî
2015-02-21 11:50
Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyi - UNESCOyê di sala 1999an de, ji bo ku balê bikişîne ser dewlemendî û girîngiya zimanê zikmakî, pirçandî û pirzimaniyê; ji bo ku piştgiriya parastina zimanên li ber windabûnê ne bike, 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî pejirand.

Em ji bo vê rojê deyndarê Bengaliya ne. Piştî ku Pakistanê di sala 1952an de zimanê Ûrdû wek zimanê fermî diyar kir, Bengalî li himber vê biryarê derketin û daxwaz kirin ku zimanê Bengalî jî bibe zimanê fermî. Ji bo vê yekê Tevgêra Zimanê Bengalî, bi pêşengiya xwendekarên zanîngehê dest bi çalakiyan kirin. Di çalakiya 21ê Sibata 1952an de, 11 kes ji aliyên polîsên Pakistanê ve hatin qetilkirin. Bengalî piştî vê bûyerê ranewestiyan, çalakiyên xwe domandin û desthilatdariya Pakistanê neçar kirin ku di sala 1956an de zimanê Bengalî ligel zimanê Ûrdû bibe zimanê fermî yê dudoyan.

21ê Sibatê, di heman demê de wek Roja Tekoşîna li Dijî Kolonyalîzmê jî tê pîrozkirin. Ev tesadûfek be jî her du mijar bi hev ve girêdayîne û ji bo me balkêş in.

Ji ber ku welatê me Kurdistan hatiye dagirkirin û bi sedan sal in ku gelê kurd ji mafên xwe yên rewa bê par hatiye hiştin. Ziman, dîrok, çand û nîrxên me yên neteweyî bi darê zorê hatine qedexekirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê bi tundî û bê navber hatine meşandin.

Armanca dagirkeran ew bû ku gelê kurd asîmîle bikin, bihelînin, zimanê wî pê bidin jibîrkirin da ku tevgera neteweyî ya li dijî kolonyalîzmê jî bi vî awayî ji holê bê rakirin.

Lê ew negihîştin mirazê xwe. Ji ber ku gelê kurd, li himberî vê zordestiyê li ber xwe da, têkoşiya û hêviya azadiyê xurt kir.

Niha gelê kurd, bi tekoşîna ku meşand gihiştiye qonaxeke girîng. Li başûrê welat, gelê kurd bûye desthilatdar û xwedî derfetên girîng. Li vî perçeyî gelê me bi hinek kêmasiyên xwe ve êdî zimanê kurdî wek zimanê fermî û perwerdehiyê bikartîne.

Li Rojavayê Kurdistanê, di valahiya desthilatdariyê ku piştî şerê navxweyî yê li Sûriyê de kurdan di warê bikaranîna zimanê kurdî de hinek derfet bidest xistin û em hêvîdar in ku ev derfet baş bêne bikaranîn.

Li bakûrê Kurdistanê dewleta tirk neçar ma ku hebûna zimanê kurdî qebûl bike. Bi vê yekê re hinek gav hatin avêtin. TRT-6 vebû û dest bi weşanên kurdî kir, li hinek zanîngehan beşên zimanên kurdî vebûn. Li dibistanan, dersên bijarte yên kurdî têne dayîn.

Her çiqas ev gavên erênî hatibin avêtin û jenosîda li himberî ziman û çanda gelê kurd sist bûbe jî em ji wekheviyê gelek dûr in.

Hêj zimanê kurdî li Bakûrê Kurdistanê ne zimanê fermî ye, wek zimanê perwerdehiyê nayê bikaranîn. Ev mafê gelê kurd di destura bingehîn de cih negirtiye.

Bê guman, gelê kurd jî wek hemû neteweyên azad ên li cîhanê xwedî maf e ku li ser axa xwe bibe desthilatdar, zimanê wî bibe zimanê fermî û di hêmû qadên perwerdehiyê de bê bikaranîn.

Divê em kurd jî jibîr nekin ku ziman ruh, bîr û hişmendiya neteweyan e. Bi gotineke din ziman nasnameya neteweyan e. Ger zimanê gelekî winda an qels bibe, dê ew gel bîr û hişmendiya azadiyê winda bike. Dê ew netewe ruhê xwe, gencîneya xwe ya bi hezar salan winda bike.

Ji bo ku em bîr û hişmendiya kurdîtiyê bilind bikin, ji bo ku ruhê welatparêziyê zîndî be, ji bo ku em pergala dagirkeriyê têk bibin, divê xwedî li zimanê xwe derkevin. Di hemû qadên jiyanê de kurdî bikarbînin.

Li aliyê din, em bang li rayedarên dewleta tirk dikin ku ew jî dev ji polîtîkayên xapandinê berdin. Li gor peymanên navneteweyî yên di warê bikaranîna zimanên zikmakî û pirçandiyê de tevbigerin.

Bila zimanê kurdî ligel tirkî bibe zimanê fermî û zimanên din yên li Tirkiyeyê ku hatine qedexekirin jî bi aweyekî fermî bên pejirandin da ku wek zimanê perwerdehiyê bên bikaranîn.

“Roja Zimanê Zikmakî û Roja Tekoşîna li Dijî Kolonyalîzmê pîroz be.”

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê










Print