2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Kopenhagê semînerek li ser karêsatên li Kurdistanê hat lidarxistin
2015-03-18 01:11


Bi minasebeta 27. selvegera bîranîna şehîdên kîmyabarana bajarê Helebçê, di roja 16.03.2015’an de Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) semînerek li ser karêsatên li kurdistanê lidarxist. Rojnamevan û lêkolînvan Têmûrê Xelîl, ku ji Ermenîstanê ye û li Swêdê dijî, pêşkêşvanê semînerê bû.

Semînerê bi yek deqe rêzgirtin ji bo şehîdên Helepçe û hemû şehîdên Kurdistanê û bi sîrûda şehîdên Kurdistanê destpêkir. Piştre jî Têmûrê Xelîl dest bi mijara semînerê kir û bal kişand ser hin gotinên kurdî ku kurd di derbarê wateya gelkujîyê de bi kar tînin û anî ziman ku gotinên wek gelkujî, komkujî, karêsat, qirkirin, kokbirrîn, ferman û hwd. tên bikar anîn. Herweha jî anî ziman ku divê gelkujî ne tenê di wateya kuştina grûbek mirov de bê bikar anîn, lê pêwîste gotina gelkujîyê di wateya asîmîlekirina çand û ziman de jî bê bikar anîn. Têmûr wiha pê de çû:

”Ji wextê ku welatê me ketîye ber êrîşên tirk, faris û ereban her komkujî bi serê me de hatine. Komkujî ne tenê di warê netewî de tê kirin, lê di eynî wextî de di hemû warên jîyanê de, di warê olî de, di warê qedexekirina çand û ziman de. Gava ku desthilatdar ziman qedexe dikê û dixwazê miletekî asîmîle bikê, ev bi serê xwe komkujîyeke û dixwazin bi vê yekê koka miletekî bibirrin”.

Têmûrê Xelîl di axaftina xwe de bahsa karêsatên ku di dîrokê de hatîn serê gelê kurd kir û bal kişand ser rewşa dawî a şer li Kurdistanê û ferman û komkujîya ku rêxistina DAIŞ’ê li Şingalê anîye serê Kurdên Êzîdî û wan bi sedhezaran kurdên ku ji Şingal û Kobanî ji cih û warên xwe derbeder bûne.



Têmûrê Xelîl anî ziman ku heta ku kurd nebin yek û nebin dewlet wê ev metirsîya ferman û karêsatan her li ser gelê kurd bimînê.

Di berdewamîya axaftina xwe de Têmûrê Xelîl bal kişand ser rola dînê îslamê jî di nav kurdan de û qala dema Kurdistana Sor kir û anî ziman ku di wê demê de dîn bû faktora herî mezin ku Kurdistana Sor ji dest çû. Xelîl destnîşan kir ku gava ku otonomîya Kurdistana Sor çêbû ev yek ne bi dilê Tirkan û Azerîyan bû. Ew ditirsîyan ku tesîra wê li perçên din ên Kurdistanê jî bikê. Ji ber wê jî heta ku ji wan dihat dînê îslamê dan pêş û rûs di çavên kurdên misilman de wek kafir dan nîşandan. Gotin ku ev kafirên rûs hatine ku me misilmanan dûrî dînê me bikin. Ji ber ku di wê demê de rola dîn jî gelekî mezin bû, kurd jî hatin xapandin û bi navê olê hatin asîmîle kirin. Vê yekê jî rê li ber hilweşandina Kurdistana Sor vekir û kurd jî hatin belav kirin.

Di vê derbarê de Têmûrê Xelîl anî ziman ku bila kes ji wî xelet fahm nekê û hurmeta wî jî ji hemi dînan re heye, lê got ku mixabin eve rastîya me ye û destnîşan kir ku ev faktora dîn li cem Kurdên Êzîdî nebûye sedem ku nirxên netewî bikin berqurbana ola xwe. Got ku me Êzîdîyan daîmen di nav malên xwe de kurdî axaftîye, erf û adetên xwe, qewl û beytên xwe, dua û dirûzên xwe her bi zimanê kurdî gotîye. Li vir rexneyek jî li kurdên Bakurê Kurdistanê kir ku kurdên me êdî zêde bi zimanê tirkî diaxivin û wiha pê de çû:

“Gava ku miletek asîmîle bû, ew milet êdî nemaye. Ango rola dîn û ziman jî gelekî mezine û dîn jî miletan asîmîle dikin. Gereke dînê me welatê me bê. Dînê Êzîdayetîyê nahêlê ku yek kes terka netewa xwe bike, ji ber ku her kes bi kurdî diaxivê. Êzîdayetî rê nadê wê yekê ku yek kurdek jî asîmîle bibê û bihelê”.

Li ser ferman û karêsata li Şingalê jî, Têmûrê Xelîl anî ziman ku Êzîdî piştî êrîşa DAIŞ’ê li Şingalê û vekişandina pêşmergeyan bi wî rengî gelekî xeyalşikestî bûne. Çi kesê ku destê alîkarîyê dirêjî wan bikê, wan bi çek bike, ew jî hima dibêjin ser çavan. Lê di rastîyê de hin ji wan hêzên kurdî ku çûne Şingalê tenê ji bo berjewendîyên xwe çûne wir û Êzîdî bi çek kirine. Ev nexweşîyên ku tên serê kurdan û bi taybetî jî fermana ku li Şingalê hat serê Êzîdîyan, Têmûr Xelîl bi ne dewletbûna kurdan û nebihêzbûna kurdan ve girêdidê. Got ku heger ku dewleteke kurdan çêbibê, wê demê wê çek hebin û kurd jî wê karibin xwe biparêzin û wê ev nexweşîyên ku li şingalê qewimînê jî êdî neyên sere Êzîdîyan.

Têmûrê Xelîl di vê derbarê de jî wiha anî ziman ku carnan li gel hin kêmasîyên bê hemdî xwe jî - wek li Şingalê – tiştên bi xêr jî diqewimin. Da dîyar kirin ku kurdan di vî şerê li dijî rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê de berxwedaneke qahremanî dan û şanî dinyayê kirin ku ew dikarin şerê DAIŞ’ê bikin û dinyayê alîkarîya kurdan kir. Li hêla din jî dinya jî êdî pê hesîya ku vaye heta niha 74 ferman bi serê Êzîdîyan de hatine û zilm û tahdeya li ser Êzîdîyan jî bi vê yekê hat nas kirin.

Piştî axaftinê, Têmûrê Xelîl bersiva pirsên beşdarvanan da. Semîmerê sê seatan dewam kir û bi şêweyekî serkeftî bi dawî bû.

Di semînerê de ji serî heta bi dawîyê li ser sînevizyonê dîmen û klîpên video li ser karêsata Helebçe, Şingal, Kobanî û deverên din ên Kurdistanê hatin nîşandan.

Yilmaz Yildiz
Kopenhag

17.03.2015


Print