|
PSK: Neyarên azadi û şaristaniyet nikarin serkevin |
2015-03-21 10:55 |
|
Partiya Sosyalîst a Kurdistan êrîşa DAİŞ li ser ahengên Newrozê mehkum kir û ragihand, ku êrîşên hanê nikarin pêşiya xebata gelê Kurd bigrin. Dı belavoka PSK’ê usa hat gotin:
Rêxistina teroristî ya DAIŞ êrîş kire ser 2 ahengên NEWROZê li Hesekê û bi dehan jin û zarok, kal û pir kuştin, bêtiri sed kes ji birindar kirin.
Êrîşa hanê ya rêxistina terorist û tarikixwaz û neyarê şaristaniyê û nirxên serdemî bo ser gelê me yê azadixwaz û aşitixwaz ne êrîşa yekan e. Eva nêzikê salek e, ku DAİŞ bi fermana dewletên piştgirên xwe yên neyarên azadiya Kurdistanê û bi gor nexşe û pilana wan, li Şengal, Kobanî, Cezire, Kerkuk û Mehmur êrîşê ser gelê Kurd dike, êrîşa hanê ya DAIŞê ne ji êrîşa dawi dibe. Lê belê ne êrîşên hovane ya DAİŞ û neyarên din yên azadi û şaritaniyê nikarin xebata azadi, demokrasi û peşveçûnê gelê me bigrin.
Em careki dinê êrîşa teroristî ya DAİŞê mehkum dikin. Serxweşiya xwe pêşkeşê malbata şehidan dikin û silametiya birindaran dixwazin.
Bi vesileyê êrişa hanê ya dirinde, daxwaz ji hemû rexistinên welatparêzên Başurêrojavayê Kurdistanê dikin ku bona pêşi lêgirtina êrîşên teroristî û ci be ci kirina aramî û evlehiya welatê destê xwe bidine hevudu û ev yêka jî ci be ci kirina peymana Dihokê ye.
21 Adar 2015
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan
|
|
|
|