2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Ji Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRAya Amedê Şahiya Newrozê
2015-03-21 18:30


Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRAya Amedê bi mebesta pîrozkirina Cejna Newrozê, şahiyekê li dar xist. Şahiya ku di 20ê Adarê de, li Salona Dawetê ya Kaplanê hate li darxistin, bigirseyî û çoşeke mezin pêk hat.

Nûnerên Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR , Partiya Azadiya Kurdistan, Platforma Demokratên Kurd, Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd wek Hatîce Yaşar, Îbrahîm Guçlu, Bayram Bozyel, Hasan Dagtekin, Refik Karakoç, Seîd Veroj, Nezîrê Cibo, Roşan Lezgîn, komek ji kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê û jî beşdarî şevê bûn.

Şahiya Newrozê ku pêşkêşvaniya wê Yekbûn Eren dikir, bi rêzgirtina ji bo cangoriyên doza Kurdistanê dest pê kir. Pişt re Serokê Komeleya ÇIRAya Amedê Eşref Çakan axaftina destpêkê kir. Çakan di axaftina xwe de bal kişande ser girîngiya Newroza vê salê ku di bin siya êrîşên hovane yê rêxistina terorîst a DAIŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê derbas dibe û got ku divê kurd li himber van êrîşan li ber xwe bidin û bibin yek.

Piştî axaftina Çakan, peyama Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) Mesud Tek ji aliyê Nevzat Karakeçî ve hate xwendin. Mesud Tek di peyama xwe de li ser naverok û wateya Newrozê ya ji bo gele kurd û bûyerên li herêmê diqewimin nêrînên xwe parve kiribû. Ji wan nêrînan çendin wisa bûn:

“Newroz ji bo me kurdan ne tenê destpêka sala nû ye, her wisa cejn û sembola yekitî, xebat, berxwedan, serketin û azadiyê ye. Gelê me di seranserê Kurdistanê da, ji ber taybetmendiya hanê ya NEWROZ’ê peyman nu dike û qewl dide, ku ji bona azadiya Kurdistanê bibe cangorî û bê westan kar û xebatê bike.

Di zirûfekî gelek hestyar û aloz de em pêşwaziya NEWROZa 2715an dikin. Rewşa Rojhilata Navîn ji ber şerê navxweyî û êrîşên DAIŞê yên yên li Suriyê û Iraqê tevlihev e. Tixubên ku ji aliyê emperyalistan ve û li gor berjewendiyên wan û nokerê wan û li dij xilafa vîna gelê navçeyê hatiye destnişan kirin, roj bi roj bê mane dibe. Wisa xuya ye, ku nexşeya siyasî ya heyî, di herêmê de wê tekbiçe û nexşeyekê nû wê peyda bibe. Lê pirs ev e, ku nexşeya nû wê bi çi şiklê be? Ciyê kurd û Kurdistan di vê nexşeyê de wê çawa be?

Li Iraq û Suriyê ragihandina Dewleta Îslamî ji aliyê DAÎŞê ve, alikariya siyasî û eskerî ya navneteweyî li Herêma Kurdistan û ji bo pêşmerge û şervanên YPGê, serketina hêzên pêşmerge û şervanan a li dijî terorîstan û berxwedana Kobanî wisa kiriye ku ji her demê pirtir behsa damezrandina dewleta Kurdistan a serbixwe were kirin.

Ligel vê yekê, îroj li Kurdistana Bakûr û Tirkiyê, bi taybetî di “pêvajoya çareseriyê” ku bi diyaloga MÎT û İmrali dest pê kiriye, ji her demî pirtir behsa “Tirkiyeyî bûnê” tê kirinê, ku ev yeka hanê berdewamiya siyaseta dewleta Tirk a unîter e.

Werîn di NEWROZA 2715an de, bi dengekî bilind bibêjin ku “em ne Tirkiyeyî” ne, ev der ne “niştimana hevbeş e”, ne jî “coxrafyaya Îslamê” ye. Em Kurdistanî ne, welatê me Kurdistan e û Kurdistan mulkê hemu kes e, ku tê de dijîn!

Werin NEWROZa 2715an li gor naveroka wê pîroz bikin, ji bona “welatekî azad, gelekî bextewar”, bi ruhê kurdayetî û biratiyê pêkve kar û xebat bikin.

Piştî peyama Sekreterê Giştî yê PSKê, nûnêrê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Mahsum Elî mafê axaftinê stend û bîr û rayên xwe li ser şerê navxweyî yê li Suriyê û êrîşên DAIŞê anî ziman, spasî ji bo kurdên li Bakûr kir ku mazûvaniya wan kirine û piştgirî dane berxwedana Kobaniyê.

Di şahiya Newrozê ya Komeleya ÇIRAyê de Serokê Şaxê Amedê yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR Vasif Kahraman axivî û wî jî di heqê naveroka Newroz û bûyêrên vê dawiyê de nêrînên xwe anî ziman.

Piştî xwendina peyaman, hunermend Ciwan, ku endamê Komeleya ÇIRAyê ye, Mehmet Atli û Firat Başkale derketin ser dikê û bi stranên kurdî yên her sê hunermendan, girseya li salonê bi coş rabûn govendê.

Di şahiyê de dirûşmên wek Bijî Kurdistan, Bijî Newroz, Bijî Azadî Bimre Koletî, Bijî Partiya Sosyalîsta Kurdistan hatin avêtin.


Print