2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Pêşengeha pirtûkên kurdî ya yanzdehemîn pêk hat
2015-03-31 22:05


Yusuf Budak

Wek tê zanîn KOMKAR-Avusturya li Viennayê hersal pêşengeha pirtûkên kurdî vedike. Ev yazdeh sale ku,ev çalakiya çandî wek karekî rûtîn tê domandin. Komkar tim nivîskarên kurd tên cuda û dostên kurdan vedixwîne.

Di roja pênçşema 26 ê Adarê 2015 an de li bajarê Viennayê bi destê Komkar-Avusturya pêşengeha pirtûkên kurdî hat vekirin û çar rojan ji serlêdanê re vekirî ma.

Destpêka bernamê de, rêvebira bernameyê Evîn Denîz bi zimanê Almanî xêrhattina mêhvanan û beşdaran kir û gazî gruba muzikê ya Hasan Öksüz kir. Öksüz ji mêhvanan ra bi zimanê kurdî sitranên kurdî pêşkêş kir. Mêhvanan û beşdaran jî bi çepikan dilxweşîya xwe ji gruba Hasan Öksüz ra dan dîyarkirin.

Piştra Evîn Denîz bi zimanê Almanî heqê axaftinê da mêhvanan. Bi navê Komkar-Avusturya birêz Metin Can,bi navê parlementoya netewî ya keskan xanim Aygül Berivan Aslan (GRÜNE) ,bi navê şarederîya herêma 10 an birêz Peter Florianschutz (SPÖ) û bi navê endamê civata şaredariyê Aziz Mîran (SPÖ) axaftin kirin.

Wan hemûyan di axaftina xwe de giranî û hêjaya xebatên çandî nîşandan. Bi teybetî di civakan de pêwistîya pirtûkan anîn ziman û domandina pêşengeha pirtûkên kurdî ji Komkarê xwastin.

Piştra Ali Deniz helbestên kurdî xwend. Dengbêj Hasan Öksüz jî bi tembûra xwe fon da helbestan. Mêhvanan û beşdaran bi çepikan dilxweşîya xwe ji Hasan û Ali ra dan diyarkirin.

KOMKARê xwarin amade kiribûn. Mêhvanan xwarin bi hevra xwarin û galegal kirn.

Roja 27 an birêz Riza Algül li ser „Ol û Tundî“ gotarek pêşkêş kir. Nivîskar Riza Algül axaftina xwe de piranî bal kişan ser derka (ferq) navbera olan . Beşa pirsan de beşdaran pirsên xwe ji wî pirsîn.

Roja 28 an gruba zarokên Kurd hebûn. Mamoste Kenan Demirol axaftina xwe de xêrhatina dê û bavên zarokan kir . Piştra henekên xwe bi zarokan kir û zarok bi wî ra kenîyan û dilşa bûn.

Mamoste Ali Deniz helbestên kurdî xwendin û mamoste Tarik Kav û dengbêj Serdar Yildiz jî bi tembûrên xwe fon dan helbestan. Piştra du komên zarokan bi zaravayê Zazakî û Kurmancî lîstin. Zarok jî hemû bi wan kenîn.



Babata “ Federasyon ,helbijartin û nakokî .“

Birêz Metin Can xêrhattina mêhvanan û beşdaran kir û weha got ku Duruşma çalakîyê ya

îsal Federasyon e, û babet helbijartin e. Wî derbarî çareserîya pirsa azadîya gelê Kurd axifî.

Piştra, Can bi zimanê tirkî heqê axaftinê da mêhvanan. Bi navê Hak-Par-ê birêz Fehmi DEMİR, binavê HDP-ê birêz Altan Tan, bi navê AKP-ê birêz Abdurrahman Kurt axaftin kirin.

Sîyasetmedarin Kurd derbarî çekrawestandinê de ji hevdu nêz wiha gotin: ”Pevçûnên çekdarî zerarê didin gelê Kurd. Em ji hevdû nêz pir tiştan dixwazin, li belê nayên ba hevûdu.”

Di pirsa çaraserîyê daxwaza cûda daxawaza wakhevîyê (Federasyon ) ya DEMIR bû . Birêz Femi Demir bi teybeti daxwaza sîstema federal pêşniyar kir. Beşa pirsan de beşdaran pirsên xwe ji wan pirsîn.

Roja 29 an birêz Hüseyin Şimşek li ser babata” komelên biyanîyan” gotarek pêşkêş kir. Nivîskar Hüseyin Şimşek axaftina xwe de piranî li ser pirtûka xwe sekinî. Beşa pirsan de beşdaran pirsên xwe ji wî pirsîn.

Helbestvana Kurd xanim Sema Güler” helbestên” xwe bo beşdaran xwend. Beşa pirsan de beşdaran pirsên xwe ji xanim Sema Güler pirsîn. Beşdar bi xanim Sema dilşa bûn û çepik lêdan.

Herwiha gelek kurdên Viennayê di van çar rojan de saet 11.00 heya 21.30 şevê hatin serdanîya pêşengeha pirtûkên kurdî.

Cîyê pêşengeha pirtûkên kurdî bi wêneyê Hasan Aslan û destkarîya Kiymet Aslan hatibû neqişandin.

Li vê pêşengeha balkêş de pirtûk kirîn û bi nivîskaran dan îmzakirin. KOMKAR-Avusturya jî bi serdanîya mêhvanan dilşa bû.
Print