|
Li Hewlêrê teqîn: 3 mirî û 5 birîndar |
2015-04-17 19:16 |
|
Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê saet 17:50yê êrişekê bi bombeyan hat kirin.
Peyamnerê Rûdawe ragihand ku li pêş kafeterya Nellyê ku nêzîkî avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ye, teqînek çêbû.
Rêvebirê Asayişa Ankawa Emid Nebî ji Rûdawê re piştrast kir kû teqîn bi otomobilekê bomkerî hat pêkanîn.
Peyamnerê me da zanin di encama teqînê de 3 sivîl ku ji wan yek hemwalatiyê Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Rayêdarên Konsulxaneya Amêrikayê jî daxuyandin ku ti zerar ne gihîştin karmendên wan.
Hat gotîn muşteriyên kafeya Nellyê piranî welatiyên Tirkiyeyê ne
|
|
|
|