2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Daxuyaniya hevbeş a partî û rêxistinên Kurdistanî li Swîsre
2015-05-26 13:00
Komên Civaka Kurdistanê û Hevniştimaniyên Rêzdar

Weke ku hêmû aliyek dizane, niha ji hemû demek bêtir hewceyiya netewa Kurd bi hevûdu re heye daku di her 4 parçên Kurdistanê de dîplomasî û şoreş lihev bixin û her aliyek bi gorî erkên nîştimanîye xwe dibe berjewendîyen parçê xwe biparêze û di heman demê de jî pişt û penahê perçên din yê Kurdistanê be û bi tu awayekî ewe nahête pejirandin ku xebat li vî parçeyî rewatir û hewcetire ji parçên din, belku bihevre xebitînan her 4 parçên Kurdistanê rêka herî bi bandor û mantiqî ye bo serkeftina şoreşa neteva Kurd. Em vê hereketa PKK di derheqa PDKÎ de şermezar dikin û piştgiriya xwe bo PDKÎ îlan dikin û radigehînin ku:

1.Şer û pevçû di navbera her hêz û aliyekî Kurd de bi zirar bo bizava neteva Kurd dizanin û şermezar dikin.
2 . Daxwazê li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku pêngavên lezgîn bavêjin bo sekinandina alozîyan di rêka aştiyane de.
3 . Siyaseta destwerdana her aliyekî di karûbarê parçên din yên Kurdistanê şermezar dikin.
4 . Xebat û hereketa partî û aliyên siyasî yê rojhilatê Kurdistanê bi mafê rewa yê wan dizanin.
5 . Bi nêrînek li zirûfa nazik yê îro ye Kurdistanê ku gel dijminekî weke (DAIŞ) ketiye şer, daxwaz dikin ew êrîşên hanê ye PKKê bêne sekinandin.
6. Hêz û aliyekî Kurd divê rengên cihê bibîne û dev ji zimanê zorê di hember hêzên din ê Kurd berde.
7. Şehîd û birîndar kirina her xebatkarekî Kurd bi destê Kurd, em tu hecetekî nabînin û nasnakin ku, ew katre hanê bi dijî berjewendiyên netewa Kurd in ku, bi pirensîpên exlaqî û însanî debî bêne şermezar kirin. Em digel îlan kirina hev xemiya xwe bi malbat û hevalên şehîd û birîndarên ve êrîşa hanê bo ser pêşmergên PDKÎ, daxwaz dikin hindî zûye vî şerî bisekinîn in û aramî û hewxebatiyê vegerînin nava bizava Kurd.

Bijî Kurd Bijî Kurdistan

Komeleya Şoreşgêren Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Partiya Yekiyetiya Demokrat a Kurd li Sûryê
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Zehmekêşên Kurdistanê
Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûryê
Tevgera Azadiya Kurd li Bakûr (Tevger)
Print